Camêr akademîsyen bû, derbasî kursiyê axaftinê bû û dest bi axaftinê kir: “ezê bi zimanê xwe (kurmancî) bi axivim...”
Balkêş! Balkêş e, dema kesek bibêje ez ê bi zimanê xwe biaxivim. Dema akademîsyenê me bi vê axaftinê dest bi vegotina mijarê kir, ev hevoka; ezê bi zimanê xwe bi axivim, li min gelekî balkêş hat!
Camêr akademîsyen bû, xwedî pirtûk bû, ziman çi ye û ji bo mirov çi ye ez bawerim baş dizane, lê belê çawa çêdibe ku ‘bi destûr’ bi zimanê xwe biaxive. Ma qey; bo ku mirov bi zimanê xwe biaxive, hewce ye tu destûrê bixwazî, ziman zimanê te ye û hebûna te ye, çima hewceyî destûrê ye? Beriya ku dor bigihîje axaftina camêr, çend kesên din jî axivîn, yekî mijara xwe bi fransî û yekî din jî mijara xwe bi îngilîzî vegotin, dema dest bi axaftinê kirin qet negotin, em ê bi zimanê xwe bi axivin û mijara ziman qet ne li bîra wan jî bû! Bes dema dor gihîşt akademîsyenê me yê kurd, bi destûr dest bi axaftina zimanê xwe kir! Ez bawerim ji sedî 80-90’ê beşderan jî kurd bûn.
Helbet ev mijara ‘ezê bi kurdî bipeyîvim, bila hevalên fêm nakin qisûra min mêze nekin!’ ne tenê di wê panelê de li ber guhê min ket, di gelek civîn û gelek xebatên din de jî min dîtiye ku axifger bi destûr xwestinê zimanê xwe diaxive. An jî berî bi axivin dê bibêjin; gelo kesê kurdî nizane di nav we de hene, heke hebin ka nexwe ez ê bi tirkî biaxivim! Ev rewşeke sosret e! Çawa kesek zimanê xwe bike qurbanê zimanên din.
Hewce ye li hember vê derûniya destur xwestina axaftina kurdî helwest pêş bikevin û kesê bi destûr zimanê xwe diaxive were hişyar kirin. Rewşeke lezgîniye û gerek kurd êdî dev ji derûniya bindestiya zimanê kurdî berde! Helbet dizanim kesê ku bi destûr zimanê xwe diaxive di bin bandora hişmendiya zimanê tirkî de ye û kurdî kêm dibîne! Lê ev rewşeke malkambaxî ye û nayê qebûl kirin!
Bo vê mijarê ka ez mînakekî ji we re bibêjim, da baştir were fêm kirin.
Demekî konferansek li ser zimanên mirî tê çêkirin û nûnerên qewmên afrîkî ku zimanê wan mirî û li ber mirinê jî tevlî konferansê dibin. Dora axaftinê digihîje jineke ku zimanê qabîla wê li ber mirinê û tenê çend kesan dizanî zimanê qabîla wê, diçe cihê axaftinê û dest bi axaftina xwe dike, moderatorê panelê axaftina wê dibire û jê dipirse, bêka wergerê zimanê xwe bi xwe re aniye an na! Jina axifger, bi dilekî rehet ji wan re dibêje; “werger ji min re hewce nake, ez ê bi zimanê xwe bi axivim, heke ji we re hewce ye hûn ji xwe re bînin!”
Ez bawerim bersivdayîna jina afrîkî, dayîka afrîkî têra xwe hişmendiya ziman gereke çi be vedibêje û şîretan li me dike. Heke mirov xwe bi xwe qedir nede zimanê xwe, dê kesek din qedir nede zimanê me!
Te hew dît kurdekî qaşo dibêje ez kurd im û çalakvanê mafê kurdan im, rabû û dibêje; ez bawerim hevalê ku kurdî fêm nakin di nav me de hene, ez ê bi tirkî biaxivim, an jî yekê rabe û bibêje ez kurdî baş nizanim ez ê bi tirkî biaxivim. Yekê rabe bibêje, bi destûra we be, ez ê bi zimanê xwe bipeyivim.
Yekê rabe lêborînê ji kesê kurdî nizane bixwaze û zimanê xwe biaxive...
Gidî malxirab no, ew ziman zimanê te ye! Tu destûrê ji bo çi dixwazî, tu lêborînê bo çi dixwazî, ma tu malê yekî jê dixwazî heta ku tu destûrê bixwazî! Ma te malê yekî xwariye heta ku tu lêborînê jê dixwazî. Biaxive û bila ê li pêşberî te mecbûr bibe heta ku xwe hînî zimanê te bike!


