Amed
Panela ji bo Roja Çîrokê ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve hatibû organîzekirin li dar ket. Panela ku li Salona Konferansê ya Egîtîm-Sena Amedê li dar ket de nivîskar Mehmet Çakmak, Muzaffer Ozdemîr û Îsmaîl Dîndar wekî axifger beÅŸdar bûn. Axaftina dest pê kê ya panelê ji aliyê Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê Mehmet Deviren û Nûnerê PEN'a Tirkiyeyê yê Amedê Åžeyhmus Diken ve hate kirin.
Di axaftinan de Mehmet Çakmak diyar kir ku bingeha çîroka kurdî ji çanda dengbêjî tê, diyar kir ku kesên dixwazin çîrokan binivîsên bila li dengbêjan guhdarî bikin û wisa dom kir: "Jiyana me û çanda me diÅŸibin hev. Her du ji hev nayên veqetandin. Civekek parçebûyî, erdnîgariya parçebûyî çîrokên parçebûyî diafirîne."
Nivîskar Îsmaîl Dîndar jî got ku ji bo fêmkirina çîrokên kurda divê li dîroka têkoÅŸîna kurdan bê nêrîn. Dîndar got ku ji ber zimanê kurd ne azad e çîroka kurdî jî ne azad e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ji bo çîrokên azad ên kurdan çê bibin, divê di dibistanan de ziman azad bê hiÅŸtin."
**
Nûçeya eleqedar: