Bi vê nivîsa xwe ya yekem û bi kelecaniya nivîskariya di Diyarnameyê de merheba ji we re xwînerên kurdîhez. Berî ku tevna nivîsa xwe deynim; mala kedkarên Diyarnameyê her û her ava be ku ev derfeta nivîsandinê dane min ku ez îro bi hestên xwe ji we re dinivîsim. Berpisyarî û karanîna pênûsê ne hêsan e. Bi vê nivîsê re barek giran ku ji wijdan û exlaq pêktê datînim ser milê xwe. Ezê di vê quncika nivîskariya xwe de hewl bidim ku ji wijdana rewşenbîriya mirovaiyê re bibin dilopek ji rastiyê û pênûsa xwe serbilind bikim.
***
Dema ku min ji pênûsa xwe re digot; ka ez di nivîsa xwe ya yekem de kîjan mijarê binivîsim, ez di nav Med Cezîrê de bûm ango hestên min yên li ser mijaran nimz û bilind dibûn. Pênûsa min jî ev sernava vê nivîsê ji min re pêşniyar kir û vaye tevna wê dihonim.
Di van rojan de gelek mijarên civakî û polîtîkî di nav rojevên Med Cezîrî de ne. Ji hêlekî ve rojeva Newrozê serkêşiya Biharê dike û hêviyên nû di nav civakê de belav dike; ji hêlekê ve jî rojeva polîtîqayên ku dilê Kurdan diêşîne zindî dibin. Dîsa di warê çand û hûnera kurdî de cihê serbilindiyê ye ku her hefte pirtûkên kurdî derdikevin û li ser tora civakî nîqaşên li ser roman û wêjeya kurdî tên kirin. Piştî ku her roj her saet rojev li ser rojevan tên guhartin û bûyerên nû di qewimin hestên mirov jî wekî Med Cezîrê lê tên.
***
Med Cezîr; di wateya geşbûn, nimzî û bilindiyê de tê karanîn ku ev têgeh ji bo nimz û bilindiya ava Okyanûsê tê karanîn. Di nav rojen salê de rojek heye ku di wê rojê de erd, roj û heyv di heman xetê de dikevin ser yek rêzê û ev guharîna Gerdunî dibe sedem ku ava Okyanûsê jî ji demen din zêdetir biçe-bê, geş bibe, bilind bibe û dîsa nimztir bibe.
Ev têgîna ku wateya xwe ji gûherîna avê girtiye cihê xwe di nav derûnînasiya mirovan de jî girtiye. Di vir de wateya ku ez dixwazim bînim ziman ev e ku van rojan bi rengê biharê, di berbanga Newrozê de hestên me bûne wekî Med Cezîra gerdûnî.
Bi kelecana Newrozê hestên me geş dibin, bilind dibin û hêviyên agirî bi me re çêdibin. Lê hêj me agirê Newroza xwe nedîtî kewimiyên polîtîkayên rojane yên siyasî, jiyanî û civakî gelek caran hestên me hêviyên me xemsar dikin û agirê dilê me vedimirîne. Wî demî divê em bibin zanyarê derûniya xwe û civaka xwe ku em bikaribin li hember rewşên Med Cezîrî giyanê xwe di deme de derman bikin û hêviyên xwe biparêzin.
***
Rengê Cizîra Botan û bajarên din ên Botanê jî îro ji rengê Newrozê ne. Jinên Newrozî ji dikanên cilan; fistan û xiftanên rengîn dikirin û xwe ji bo pîroziya Newrozê amade dikin. Xortên dil agirî jî şal û şapikên govendî li bejn û bala xwe qeys dikin û ji bo dîlana Newrozê amade dikin. Ango ji zarokên rû biken em bigirin heta mirovên temen mezin xwe ji bo Newoz pîrozkirinê amade dikin.
Wekî tê zanîn wateya Newrozê ji bo gelên Mezrabotanî tê wateya nû-roj, roja nû û pîrozkirina hatina biharê. Teybetî jî ji bo gelên bindest Newroz xwedî du wateyan e; yek wateya pîrozkirina hatina biharê ye, ya din jî wateya hêviya rizgariya ji hemû êş û zordariyên li ser civakê ye.
***
Sibê li Cizîra Botan roja pîrozkirina Newrozê ye. Amadekarî hatine kirin û dê gele Cizîrî bi coşek mezin biherike qada Newrozê, ji xwe ev hefteyek bû ku Cizîrî di nav amadekariyê de bûn; da ku Newroza xwe li gorî giyanê Cizîrê û Newrozê pîroz bikin. Wekî tê zanîn cihê Newrozê li Cizîrê bi tamek din tê pîroz kirin. Şarê Cizîrê di dîroka Newroz pîrozkirinê de kedeke berxwedêr daye ku Newroz û Cizîr di nav hev de bûne wekî laşekî lê hatine. Ji bo vê ye ez bawerim sibê kelecanek cuda dê li Şarê Cizîrê were jiyîn. Bo ku Cizîrê xwe ji rewşa Med Cezîrî xilas kiriye û di nava derûniyeke hêvîdar de agirê xwe pê dixe.
Bi van hestan Newroza gelên qedîm bi hesteke agirî pîroz dikim.


