logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bo Rojava tu dikarî çi bikî?

  • Dîrok: 27/07/2013
Em diçin û tên qala siyaset û şer dikin. Ka wekî din ji bo Rojava tu dikarî çi bikî?

Em diçin û tên qala siyesetê, qala şer dikin. Yên li dijî PYD û rêxistinên din jî, yên alîgirên PYD'ê jî heman tiştî dikin. Çima em qala tiştek din nakin?
Mesela bajarekî çawa tê bi rê ve birin? Ma tenê bi şer û siyasetê tê birêvebirin?

Em wisa bibêjin:
Hin nivîskarên me yên zikreş, hin kurdên me yên eletewş li dijî pergala li Rojava, li dijî PYD û hin rêxistinan in. Serçavan. Ew bi dilê xwe ne.
Em vegerin ser ên bê alî û yên alîgir...
Li Rojava niha pergalek saz bûye. Ew pergal tu dixwazî bila bibe pergalek xweser, bibe federatîf yan jî bibe parçeyeke Kurdistanê ya serbixwe... Çi dibe bila bibe, çima em tenê bi çavê siyasetê û şer lê dinêrin?
Çima em tenê dinêrin ka PYD di warê siyasî de çi dike? YPG çawa şer dike?
Qey ji bilî van tiştek din tuneye?
Mînak bajarekî çawa tê bi rê ve birin? Şaredariyeke çi karî dike? Çawa li ser binesaziyê dixebite? Çawa parkan çêdike? Rê bi çi û çawa têne çêkirin? Elektrîk û av çawa digihîjin malan...

Xwendina beşa pirtûkxaneyan
Em bêr ser xalek din: Mesela pirtûkxaneyeke çawa saz dibe? Pirtûk di pirtûkxaneyekê de çawa têne rêzkirin? Ev ne pirtûkxaneya li mala me bi xwe ye. Li Ewropayê li Zanîngehan beşa pirtûkxane xwendinê hene.
Çima yek ji wan nafikire û nabêje: "Waye li Rojava pergaleke xweser çêbûye (herî hindik li hin bajaran şer nîn e), ez herim wir, li ser pirtûkxaneyeke bixebitim, pirtûkxaneyeke ava bikim. Li cem xwe jî çend kesan bi awayekî profesyonel hînê vî karî bikim. Piştî wê vegerim Ewropaya xwe, yan jî bixwazim li wir bi cih bibim? Ma pêdiviya Rojava (kîjan bajar-navçe dibe bila bibe) bi pirtûkxaneyeke cidî nîn e?

Xebatkarên petrolê (neft)
Em bibêjin yên ku li ser petrolê ders dîtine, zanîngeh qedandine... Zanîna wan heye. Çima yek nafikire nabêje ez herim, waye li Rimêlan petrol jî di destê me de ye, ez herim hînê wan bikim ku petrolê derxin, bikar bînin? Ev jî ne xizmetek e...

Plankirina bajarekî çawa dibe?
Yan kesek ji zanîngehê beşa "Plankirina bajar û herêmê" xwendibe... Çima nabêje ez herim, ma pêdiviya wir jî bi sazkirina bajar, bi planên bajêr heye...

Endamên lijneyên hilbijartinê
Ji we re mînakek din: Niha tevgerên Rojava dibêjin di nav sê-çar mehan de emê hilbijartinê çêbikin. Çi li Bakur, çi li bajarên Tirkiyeyê, yan li Ewropayê... Kurdên di nav lijneyên hilbijartinê yên bajar an navçeyan de dixebitin nîn in? Helbet hene. Ka ji wan kî difikire here li Rojava, qet nebe li ser 'hilbijartin çawa bi awayekî demokratîk li dar dikeve' dersê bide û were... Ka kî difikire.

Em meseleyê hinek din pratîktir bikin: Em bibêjin kesek li zanîngeha Ewropayê beşa wergêriyê xwendiye. Çima nabêje Desteya Bilind a Kurd, çima ji PYD'ê re nabêje ez bêm Rojava, ji bajaran (her yekî bila kesek be) ciwanan li bajarekî kom bikin, ez li wê derê hefteyek, an mehekê dersa wergerê bidim wan û vegerim. Tecrubeya xwe par ve bikim lo..
Yan kesek li ser "têkiliyên gel" xwendiye, master kiriye...  Çima heman tiştî neke.
Ma em mînakan zêde bikin? Ma hewce dike...

We got çi?
Em pirsa xwe dubare bikin: Qey li wir mesele tenê şer û siyaset e?

Wekî gotina dawî: Erê li Rojava pêdivî bi nan jî heye, lê nan tenê jî ne tiştekî. Bifikirin li welateki ger mejî ne têr be, zik têr be dê çawa be?
Ma hewce dike em her duyan ji hev veqetînin...
Em ji ku hatin ku...

Belê Rojava bi her alî ve li benda alikariyê ye...
 
cemilo@diyarname.com
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji bo bikarhênerên tora civakî û hêja Zinarê Xamo

  • 12 Berfanbar 2021

Emê di vê nivîsê de ji aliyê etîka rojnamegerî (em nivîskarî jî lê zêde bikin) û hiqûqê ve li meseleyê binêrin. Û di...

Leven Tuzel, Hikumeta Hilbijartinê, vane gotinên min

  • 28 Tebax 2015

Pêşî em wisa bibêjin: Tu armanceke HDP û EMEP'ê heye ku ji Tirkiyeyê veqetin, tu biryar, zagon, hikumetên Tirkiyeyê qebûl nekin, di nav siyaseta Tirkiyeyê de cih...

Ji nû ve: 'Qir li nifşê nivîskarên kurd ên li Sovyetê ket'

  • 20 Adar 2014

Îro salvegera wefata nivîskar û helbestvanê kurd ê êzdî Çerkezê Reş e. Sala 2006'an de ew dê biçûya Amedê û beşdarî Konferansa Ziman...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Berlinale' dest pê kir

ad

Li Rojava roja betlaneyê û saetên xebatê diyar bûn

ad

Yeni Şafakê BDP wekî hedef nîşan da

ad

Şaredariya Palermo hemwelatiya rûmetê da Ocalan

ad

Gorbaçovê xwest Sovyetê biguherîne 90 salî ye

ad

Sê nivîsên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname