Diyarname
Şaredariya Palermo ku paytexta girava Sîcîlya ya bi ser Îtalyayê ye hemwelatiya rûmetê da Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Di merasima dayîna hemwelatiya rûmetê de Şaredarê Palermo Leoluca Orlando belgeya hemwelatiyê da parêzera Ocalan Ebru Gunay.
Li gor nûçeya Ovgu Pinar a di beşa tirkî ya BBC de Orlando di merasimê de gotiye "Em mafê kurdan a ku xwedî li axa xwe derkevin dinasin" û wisa dom kiriye: "Em sipasiya xwe pêşkêşî Abdullah Ocalan ê ku xweseseriya siyasi û rêveberiya cewherî ya kurdan temsîl dike dikin. Wî hemû mafên gelekî ber bi qada siyasî ve birin û mîmariya pêvajoya aştiyê kir."
Orlando gotiye Ocalan ev 17 sal in li girtîgehê di bin tecrîdekî giran de ye û wisa gotiye: "Ev merc dibin asteng ku pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane çareser bibe û bi awayekî sembolîk jî nîşan dide ku hemû gelê kurd di dorpêça tecrîdê de ne. Palermo û gelê Sîcîlyayê dostê gelê kurd in.
Şaredar Orlando gotiye ku pêşî li mafên xweseriya demokratîk a kurdan û cudahiya çanda wan tê girtin.
Endamê Meclisa Şaredariyê yê Palermo Guisto Catania gotiye ku bi rêya Abdullah Ocalan nasandina gelê kurd e, piştgiriya ji bo gelê kurd e ku ew li hemberî terorîzmê şer dikin û pêşî li DAIŞ'ê digirin
Komîteya "Palermo ligel gelê kurd e" çalakiya sê rojan a bi navê "Kurdistan" li dar xistibû ku "Azadi, Ekolojî, Çepgirî" (SEL) û "Ji nû ve Sazkirina Komunîzmê" (PRC) piştgirî dida, bi vê mirasimê çalakî bi dawî bûn.
Şaredariya Palermo par jî hemwelatiya rûmetê dabû yek ji rêberên El Fetih a Filistînê Mervan Bargutî ku di hepsê de ye.