logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Biryarên ku Hikumeta Başûr digire ne meşrû ne!

  • Dîrok: 03/05/2014
Ji salan 1995. Şerê di navbera PKK'ê û hêzên Dewleta Tirkiyeyê de berdewam dike. Her roj balafirên şer bombeyan bi ser çiyayên kurdan de dibarînin. Her roj gelek pere ji bo vî şerî tê xerckirin. Dewletê nekariya PKK'ê têk bibe. Ev yek bandorê li ser aborî û pêre jî li ser siyasetê dike. Dema sal xwe li 95'ê diqelibîne enflasyon rabûye ber bi lûtkeya bilind ve diçe. Partiyên hikumetê biryara hilbijartinê digirin.
Roja 24.12.1995'an hilbijartin li dar dikeve. Gel ji partiyên ku ev dehan salin Tirkiyeyê bi rê ve dibin aciz bûne (ji aliyê siyasî jî, aborî jî) û vê carê berê xwe didin REFAH'ê. Partiya REFAH'ê bi sedî 21.37 dibe partiya yekemîn û 158 mebûsan bi dest dixe. Li Tirkiyeyê 550 mebûs hene. Divê bi partiyek re koalîsyonê çêbike. Serokomarê Tirkiyeyê yê wê demê Suleyman Demirel ji bo avakirina hikumetê peywirê dide Necmettin Erbakan (Serokê REFAH'ê). Erbakan dike nake nikare koalîsyonê çêbike, ji ber ku partiyên din (yên ku duyemîn û sêyemîn derketine) piştgirî nadin wî.
Û li Tirkiyeyê partiya yekemîn ger 45 rojan de nikaribe hikumetê ava bike peywirê bi paşve dide Serokomar û Serokomar partiya duyemîn peywirdar dike. Wê çaxê jî wisa dibe. Ji ber ku Erbakan nikare hikumetê ava bike di kurtedemê de wê peywirê bi peş ve dide. Demirel vê carê peywirê dide Mesut Yilmaz (serokê ANAP'ê) ku partiya wî wekî partiya duyemîn derketiye. Yilmaz piştî peywirê digire ligel Tansu Çiller (DYP wekî partiya sêyemîn derketibû) hikumetê ava dike. Navê hikumetê dibe ANAYOL.
Em bên ser meseleyê: Li Başûrê Kurdistanê roja 21.09.2013'yan hilbijartin li dar ket. Bi ser vê hilbijartinê de 7 meh derbas bûne, hê hikumet nehatiye avakirin. Tirkiyeya ku gelek kurdên me naecibînin partiya yekemîn nikaribe 45 rojan de hikumetê ava dike, peywirê bi paş ve dide. Dûre patiya duyem û sêyem. Nebe, hilbijartin ji nû ve li dar dikeve.
Li Başûrê Kurdistanê ku gelek kurdên me pê serbilind in ev 7 meh in hikumet ava nebûye. Lewma ev sernavê jor min bi kar aniye. Belê ev 7 meh in hikumeta Başûrê Kurdistanê çi biryar girtine ne meşrû ye. Ez nabêjim ne fermî ye û zagonî ye, belê fermiye jî, zagoniye jî lê ne meşrûye.
Dîsa li Tirkiyeya ku hevalên me jê hez nakin gelek zagon hene fermî ne, gelek kirin hene fermî ne, lê ji aliyê me kurdan ve ev zagon, ev kirin ne meşrû ne.
Bi ya min li Başûrê Kurdistanê jî niha rewş wisa ye.
Hikumeta heyî 7 heft meh in mafê kesên di hilbijartina 2013'yan de bi ser ketine xwariye. Em bibêjin hikumet ava biba, belkî wezîrê karên hundir, yan yê derve, yan yê aboriyê... hema hûn kîjanê bixwazin, dibe ku ji Goran (ku di hilbijartinê de wekî partiya duyem derket) ba. Ew wezîrê li ser navê Goran dibe ku wekî bîr û baweriya xwe biryar bigirta... Biryarên ku ev 7 mehan de hatine girtine belkî nehata girtin...
Wezîrên ku niha hene li gor vê wezîriyê meaşê digirin, lê yên ku di hilbijartina dawî de hatine hilbijartin û niha mafê wan ê wezîriyê ye, mafê wan birpêkiriye, ev jî neheqî ye.
Ji aliyê aborî wêdetir, aliyê manewî jî heye. Em bibêjin mebûsekî ku ji Goran hatiye hilbijartin û ji wê rojê de li bendê ye ku dê pênasa wezîrî bidin wî. Meseleya manewî, hesta ku "Ez wezîrê Kurdistanê me"... Ev maf jî hatiye xwarin, ev manewiyat ji dest hatiye girtin.
Tiştên din jî hene: Em nizanin Hikumeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Petrolê di van 7 mehan de peymaneke çawa bi Tirkiyeyê re girê da... Em nizanin petrolê bi çend dolarî difroşe Tirkiyeyê... Lê em bibêjin, hikumet ava biba, belkî wezîrê nû ne ev ba û buhaya ku niha petrol pê hatiye firotin, dibe ku ne li gor baweriya wî/ê wezîrî ba û ev peyman nehata sazkirin...
Em mînakekî din jî bidin: Hikumeta niha ku têde serdestî di destê PDK'ê de ye û YNK hinek sist maye. Em bibêjin hikumetek ji PDK, Goran avakirî, belkî xendekên* li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê nekolanda...
Belkî di hikumeteke wisa de, em bibêjin Goranê bigota, "Ez Kantonan dipejirînim." 
Lê ev 7 meh in hikumet çênabe û em hê qala başiya Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin.
Li Tirkiyeyê hikumet 7 mehan çênebe dê serhildan çêbibe. Li Başûrê Kurdistanê gelo hê çend mehên din dê hikumet çênebe û kes dê dengê xwe neke?
Gelo hevalên me yên ku roja hilbijartin li dar ket digotin "Bi awayekî demokratîk hilbijartin çêbû, pergala hilbijartina wir ji ya Tirkiyeyê baştir e" û gelek tiştên din digotin, ji bo van 7 mehan çi dibêjin? Yan jî çima tiştek nabêjin?
Welhasil, ez çi serê we biêşînim...

***

*A rast ev meseleya xendeka, ji roja ku hatine kolandin di dilê min de wekî kulek ma. Min her dixwest tiştinan binivîsim, lê her wisa ma.
Ji ber ku niha mesele hat ser xendekan, ez çend tiştan rêz bikim:
- Yek ji serleşkerên YPG'ê ji bo Hasan Cemal wisa gotiye: "Tirkiye dixwest Kantona Cizîrê bikeve destê pêşmergeyên PDK'ê. Hedefa Berzanî ev e. Ev nebû. Berzanî ya petrola Cizîrê dixwaze, yan jî dixwaze em Rojavayê bi sedî 50-50 pêre par ve bikin... Dibêjin, vê yekê qebûl bikin em ambargoyê rakin.
Bi ambargoya aboriyê ji aliyekê ve dixwazin li hemberî me rewşek çêbikin ku gel  rabe ser piyan serî hilde, di heman demê de Barzanî dixwaze ji aliyê leşkerî ve me lawaz bike. Lê em hay ji vê hene. Em hay ji kuştina kurdan bi destê kurdan hene. Ev yek li nav PDK'ê jî li Başûrê Kurdistanê jî bûye sedema nerazîbûnan."
(25.04.2014, T24.com.tr. Ji bo yên bixwazin hemû nivîsê bixwînin: http://t24.com.tr/yazi/ypgli-komutan-turkiye-sonunda-bizi-de-bir-realite-olarak-taniyacak/9114)
- Biraderekî me yê bi navê Bedel Boselî (gelek tiştî dibêje lê ez naxwazim bersivê bidim, tenê meseleya xendekan em li vir bibîr bînin) wisa dibêje: "Li Kurdistana Federe YNK û PDK şirîkên hikumetê ne. Dê xendek bêne kolandin an na bi hev re biryarê didin. "
Boselî dibêje ji bo tevdîrê hatine kolan, lê paşê YNK'ê ev yek ji bo ajîtasyonê bikar anî, bi ser Rojava re bi hestên mirovên me lîst, ji bo reaksiyon çêbin, gel dengan nede PDK'ê, ev yek ji aliyê YNK'ê ve wekî abûreke hilbijartinê hat bikaranîn.
Belê wisa dibêje Boselî. Ê, malneket, ger YNK ji bo hilbijartinê gelê Rojava li hemberî PDK'ê rakir ser piyan, ger bi hev re biryar standine, PDK jî rabûya daxuyanî bida ku "me bi hev re biryar daye" û ev rûyê veşarî yê YNK'ê eşkere bikira?.. Ma zehmet bû. YNK biaqil e ku kare wisa ji bo hilbijartinê bikar bîne, PDK ehmeq e?
Ji bo meseleya ku Boselî dibêje "Ji bo tevdîrê xendek hatine kolan", Hejarê Şamîl bersiveke matematîkî û xweş dabû. Ez dixwazim vê bersivê bi we re parve bikin:
"Boselî di nivîsa xwe de dibêje 'Sînorê Rojava û Kurdistana Federe 25 kîlometre ye, di 17 kîlometreyên vê de dê tevdîr bê girtin'
Sînorê (dema mirov qala sînor dike dilê mirov dixele) Başûr û Rojava 25 kîlometre ye. Kîlometreyek 1000 metre ye. 25 kîlometre, 25 hezar metre dike.
Dûrbûna dîtina mirovek sed metre ye. Leşkerekî teknolojiya hemdem bikar bîne hezar metre, her wiha ji hezar metreyî zêdetir dibîne. Em dîtina sed metreyî jixwe re wekî bingeh bigirin û şirove bikin.
10 leşker dikarin hezar metreyî (yanê kîlometreyek) qontrol bikin. 25 kîlometreyî 2500 (du hezar û pênc sed) leşker bi hêsanî dikarin qontrol bikin.
Yanê Rojava ji bo ber bi Başûr ve 'vala' nebe pêdivî bi 2500 leşker/pêşmergeyan heye. Em bibêjin em dûrbûna ku mirov dikare bibîne ji sed metreyî daxin pêncî metreyî, wê çaxê pêdivî bi 5000 leşker/pêşmerge heye.
Hikumeta Herêma Kurdistanê her meh meaşê pêşmergeyan dide herî hindik 5 sed hezar (500.000) însanî.
Serê her 50 metreyî pêşmergeyek bi cih bikin bila mesele xilas bibe. Çi pêdivî bi kolandina xendekê heye?"
(kurdistan-post.eu. Min ji tirkî wergerand. Yên bixwazin zêdetir bixwînin: http://www.kurdistan-post.eu/tr/basur-ve-rojava-arasinda-hendek-kazmak-yanlistir)
Wekî got çi?

Hin Nivîsen Nivîskar

Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan!

  • 05 Sibat 2007

Gelek tesîr li min kiribû vê yekê; Bi dengê ku ji kûrahiya dilê wî derdiket digot: "Bêrîvan! Peyvek bêje, Bêrîvan! Hema bêje A bes e!"...

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • 06 Rezber 2023

Rojnameger Murat Bayram xwedî û edîtorê Botantimesê ye. Wê rojê nivîsek bi sernavê “Kurdên ku piştevanîya Ak Partîyê dikin çima ne...

DARÊN ERCÎŞÊ-DARÊN TAKSÎMÊ

  • 11 Pûşper 2013

Em darên li her du aliyan, tevgera ji bo her du aliyan bidin ber hev...Herhal haya we ji Taksîmê heye, lê ger haya we ji mesela birîna daran a li Ercîşa Wanê nîn be...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hîva ji bo zarokan çîrokan dixwîne

ad

DTP'ê berendamên xwe 15'ê mehê diyar dike

ad

Kurd îsal di Fûara Stenbolê de çi dikin? 

ad

Porto Rîko dixwaze bibe eyaletê DYA'yê

ad

Komeleya Nivîskarên Kurd derbasî cihê xwe yê nû bû

ad

Hevserokê PYD’ê: Hitto kurdan temsîl nake

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname