logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Hevserokê PYD’ê: Hitto kurdan temsîl nake

Hevserokê mezintirîn partiya rojavayê Kurdistanê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Gassan Hitto yê ku ji aliyê Koalîsyona

  • Dîrok: 19/03/2013
  • Beş: Nûçe

MAXIME AZADÎ

Hevserokê mezintirîn partiya Rojavayê Kurdistanê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Gassan Hitto yê ku ji aliyê Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve weke serokwezîr hatiye diyarkirin temsîla Kurdan nake.

Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku ji ANF’ê re axivî, got: “Ew temsîla Kurdan nake. Tu têkiliya wî bi Kurdan re tune."

Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê roja 18’ê adarê li Stenbolê civînek li dar xist û Gassan Hittoyê ku bi eslê xwe Kurd e weke serokwezîrê demkî yê Sûriyeyê hilbijart. Hittoyê ku heta sala par li Teksasa Amerîkayê di şîrketeke telekomînîkasyonê de dixebit, dawiya sala 2012’ê hate Tirkiyeyê û tevlî refên muxalefeta Sûriyeyê bû.

Muslîm got: “Dibe ku bi eslê xwe Kurd be, ev ne tiştek girîng e. Ne Kurdek nas dike, ne jî bi Kurdî dizane û ne jî tu eleqeya wî bi siyaseta Kurd re tune ye.” Muslîm destnîşan kir ku ji bo çareserkirina lihevnekirina di nava komên muxalefetê de Hitto hatibe hilbijartin û bi bîr xist ku Kurd ji bo civînê nehatine vexwendin. Her wiha got: “Tu hevdîtin bi aliyê Kurdan re çênebû."

Hevserokê PYD’ê got: “Herhal ew Kurdekî li gorî pîvanên xwe dixwazin. Ew jî temsîla Kurdan nake.

PEYMANA DI NAVBERA ARTÊŞA AZAD Û YPG’Ê DE DIOME

Salih Muslim bi bîr xist ku piştî şerê 15 rojan ên li Serêkaniyê, roja 17’ê sibatê di navbera Artêşa Sûriyeya Azad û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de peymanek hate morkirin û got ku ev peyman didome. Li gorî vê peymanê her du aliyan li ser xalên weke; derketina komên çekdar ji bajêr, avakirina meclîseke sivîl, dewrkirina vê deriyê sînor bo meclîsa sivîl, avakirina rêbendên hevpar ên di navbera YPG û Artêşa Azad de, ji bo rizgarkirina bajarên din pêkanîna koordînasyona di navbera her du hêzan de.

Muslîm li ser madeya “koordînasyonê” jî agahî da. Hevserokê PYD’ê da zanîn ku ev madeya koordînasyonê tenê ji bo bajarên ku ji Kurd û Ereban pêk tê derbasdar e û got: "An ne em nikarin şervanan bişînin heta Şamê jî.” Muslîm binê wê yekê xet kir ku êdî hêzên çekdar tenê dikarin bi destûra hêzên Kurdan bikevin herêmên Kurdan.

"EM LI HESEKÊ Û QAMIŞLOYÊ PIR HESAS IN"

Hevserok Salih Muslîm piştrast kir ku heta niha 9 bajar di bin kontrola Kurdan de ne û got ku ewlekariya Qamişlo û Hesekê jî di destê Kurdan de ye, lê ew lli van her du herêmaên bi awayeke pir “hesas” tevdigerin.

Muslîm destnîşan kir ku li van her du bajaran taxên hêjmarek zêde ya Ereban lê hene, ev tax bi rejîmê re tevdigerin û got: “Em weke her demê ji ber pevçûnên Kurd-Ereban pir hesas tevdigerin. Ger em bi nunerên Ereban re li hev bikin, em ê bikarin di carekê de rejîmê biqewirînin. Em ditirsin ku gelek xwîn birije. Hesasiyeta me ji vê ye. Ne ku hêza me tune ye."

PÊVAJOYA LI TIRKIYEYÊ ME JÎ BANDOR DIKE

Hevserokê PYD’ê pêvajoya hevdîtinan a di navbera rayedarên dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye destpêkirin jî nirxand û got: “Em hevdîtinan bi erênî dibînin. Em hêvîdar in ku dewleta Tirk ciddî be.”

Muslîm da zanîn ku ev hevdîtin dê bandoreke “zêde” li Rojavayê Kurdistanê jî bike û got: "Kesên li dijî me derdikevin û li dijî me şer dikin fermanê ji Tirkiyeyê digirin. Ger Tirkiye dest ji vê dijminahiya xwe berde, dê beşek girîng a pirsgirêkên me çareser bibin. Jixwe aliyên dên ên Ereban me qebûl dikin."

Muslîm destnîşan kir ku bendewariya wan ji hukûmeta Tirk “ciddiyet” e û got: “Rejîma Tirk heta niha di pêvajoyên wiha de ciddî nebû, ji ber wê jî tirs û fikarên me jî hene. Em ji provakekirina pêvajoyê ditirsin. Lê ger lihevkirineke pêk were dê pir baş bibe.”

ANF

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Turk Telekomê malpera ANF'ê girt

ad

Fermandarê Giştî yê Meclisa Cerablusê El-Cadirî hat kuştin

ad

Kongre temam bû: Va ne Hevserok û rêveberên HEDEP'ê

ad

Li Kelarê rojnameger hat qetil kirin

ad

Mebûsa BDP'ê Buldan rakirin nexweşxaneyê

ad

Ji Haci Haspolat bersivek ji bo Şêxmûs Sefer

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname