logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Dîrok: 06/09/2023
Rojnameger Murat Bayram xwedî û edîtorê Botantimesê ye. Wê rojê nivîsek bi sernavê “Kurdên ku piştevanîya Ak Partîyê dikin çima ne xwedîyê rojnameyeka kurdî ne?” nivîsiye.
Kurteya nivîsa Murat Bayram ev e: "Di encama ‘terorîzekirina’ medyaya kurdî ya li Tirkîyeyê, her çîqas bi milyonan kurd piştevanîya hikûmetê dikin jî, ew cir’et nakin û newêrin rojnameyekê bi zimanê kurdî biweşînin."
Bayram ev nivîs bi îngilîzî nivîsiye û paşê wergerandina kurdî. Pirs rast nebe, ji cihên rast neyê kirin dê bersiveke rast çawa jê derê? 
Bi ser hin xalan re meseleyê em bidomînin. Pirsa pêşî: Bi mîlyonan kurdên piştevaniya hikumetê dikin heta îro ji bo "normalîzekirin"ê çi kirine ku dê ji bo normalîzekirina medyaya kurdî rojnemeyeke derxin?
Em pirsan bidomînin: Ev bi mîlyonan piştevanên AKP'ê ji bo kayûman kengê dengê xwe derxistin? Na. Ji wan yekî got, “Şaredarê Batmanê tu sûcekî wî tune bû, niha jî li mala xwe ye, me çima ji kar girtiye?” Na, negot.
Belkî hûn bêjin meseleya kayûman meseleyek giran e, siyaset jî li nav e, newêrin. Baş e, wê çaxê em hinek din meseleye siviktir bikin: Di sala 2016'an de gelek komeleyên kurdan hatin girtin ku ew ne siyasî bûn jî. Mînak li Amedê komeleyek bi navê "Sarmaşik" hebû. Tekane karê wê ev bû: Alîkarî dida feqîran. Bi biryarnameya KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) ew hat girtin. Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd hebû. Nivîskar ha! Ne tiştek din. Ew jî bi heman awayî hat girtin. Li Stenbolê di sala 1992'yan de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatibû vekirin. Tenê karê wê xizmeta ziman bû. Ew jî rastî heman qederê hat. Alîgirên ku hêja Murat Bayram qal dike rojek rabûn ji bo van yekan dengê xwe derxistin? Na. Wê çawa be?
Em dest ji wan jî berdin, em dîsa ji mînaka Murat Bayram ku bi awayekî mafdar dibêje, "Kanalên TRTyê yên weşanên erebî û îngilîzî dikin bi yek zimanî ne. Bi tenê îngilîzî yan jî bi tenê erebî ne. Lê li TRT Kurdîyê navê hin programan bi tirkî ye û jêrenivîsa hin ji wan programan jî bi tirkî ye." Ev alîgirên ku Bayram qal dike ji bo dirustkirina vê kanalê tiştek nekirine, negotine, ka çawa wê werin ji bo te rojnameyek bi kurdî derxin û medyaya kurdî bikin medyayeke normal?
Li aliyê din gelek tiştên ku bi kurdî bûn jî kayûman ji holê rakirin; ji bo van yekan jî alîgirên AKP'ê tiştek negotin.
Loma jî pirsa Murat Bayram pirseke rast e lê cihê ku jê tê kirin şaş e. Çima şaş e? Ji ber ku cihê ku pirsê jê dike ne cihek normal e.
Pirsên normal ji kes û cihên normal têne kirin. Lê cih ne normal be pirskirina ji wir mirovan dibe ber bi cihek din ve: Gelo nivîskar dixwaze vî cihî wekî ciheke normal nîşan bide?
Nivîs bi îngilîzî hatiye belavkirin. Mînak îngilîzek vê nivîsê bixwîne, dê bêje qey alîgirên vê partiyê di rewşek normal de ne, tiştên normal kirine, lê tenê ji bo medyaya kurdî tiştên normalîze nekirine. Îngilîzek hay ji girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tune be û nizanibe alîgirên AKP'ê dijî girtina vê saziyê deng nekirine dê bêje qey li Tirkiyeyê her tişt normal e. Lê hêja Murat Bayram qala girtina van saziyên normal, saziyên ji rêzê, ne siyasî jî bikira, paşê pirsa xwe bikira, mesele dê zelaltir bihata fêmkirin. Lê niha na. Niha ev pirsa hêja Murat Bayram me ber bi vê ve dibe, "Bi vê nivîsê ew aliyekî ku ne normal e, normal nîşan dide." Ev jî ne karê hêja Murat Bayram e, ne jî karekî rojnamegerî din e. 
Hêja Bayram nivîs bi îngilîzî nivîsiye, dibe ku bi vê nîşanî sponsor-piştgirên saziya xwe dide ku ew rojnamegerî di nav rewşeke giran de dikin. Îhtîmal heye fikra wî ev bû. Îhtîmal heye, ji bo hinek din alîkariyeke baştir bigire rewşa giran a rojnamegeriya kurdî ya vir nîşan daye. Niyet çi dibe bila bibe, bi ya min ev nebûye. Ji niyet û fikir cudatir, dîmena ku nîşan daye ne dîmenek di cih de ye. Dikare bi mînakên din agahiyên vir bide piştgirên xwe, lê bi vê nebûye mixabin.
Wekî din di nivîsê de gelek propagandaya saziya xwe kiriye, ev jî jixwe meseleyeke din e. Di vir de ew serbest e. Sazî ê wî ye, cihê nivîs lê weşandiye ê wî ye, çiqas bixwaze ew qasî dikare propagandaya xwe bike. Lê paragrafek heye ku ez bibîr nexim dê aliyê min ê rojnamegerî, min aciz bike. Ew jî ev e: “Botan Times tekane cih e ku hemû siyasatmedarên kurd yên li Tirkîyeyê, ji YSPyê ta AK Partîyê, ji CHPyê, MHPyê, İYİPê, Gelecekê, Saadetê… û DEVAyê tên dîtin.” 
Bêyî dirêj bikim bi çend gotinan; MHP û hinên din ne kurd in, siyasetmedarên di nav van de jî xwe kurd nabînin, loma jî, ger MHP jî bi qasî yên kurd di saziyeke kurdî de cih dibîne, jixwe ew der bi pirsgirêk e.
Axir, bila her serketî be.
 
Not: Min dest nedaye zimanê paragrafên ji nivîsa Murat Bayram hatine girtin.
Ji bo yên bixwazin lînka nivîsê ev e:
https://botantimes.com/kurden-ku-pistevaniya-akpye-dikin-cima-ne-xwediye-rojnameyeka-kurdi-ne/

Hin Nivîsen Nivîskar

Fikret Hamarat, Salih İlhan û Abdullah Zeydan

  • 02 Avrêl 2024

Niha hûnê bêjin ev kî ne? Çi eleqe? Em ji serî dest pê bikin.Sal 2019, hilbijartina herêmî heye. Li bajaroka Rustemgedik a Bûlanixa Mûşê berendamê...

Danberheva Başûr û Tirkiyeyê

  • 09 Tebax 2016

Di 'Diyarê Me' de gelek caran me danberhev çêkiribûn. Îro em danberhevek din raste rast pêşkêş dikin bê şirove, nirxandinan. De fermo em bi hev re bixwînin:Dîroka...

Wê peyamê ew belav nakin, tu belav bike!

  • 19 Sibat 2015

Gelo kurd ew qas ehmeq in? Tevgera kurdan jî ew qas ehmeq e?Rojnameyek bi navê Yeni Şafak heye. Di rojnameyê de jî du kesên qaşo "parêzvanên pêvajoya...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Siûdî jin mafên dengdanê bi dest dixin

ad

Xelatê muzîkê ê iHeartRadio 2023 hamey velakerdişî

ad

Ev çend meh in li Başûrê Kurdistanê hikumet çênebûye?

ad

Cezayê temaşekirina li Bambi

ad

'Emê meha bê federaliyê îlan bikin'

ad

Fûara Pirtûkan a Stenbolê tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname