Diyarname
Hevserokên DTP'ê jî di nav de heyeteke ji DTP'ê çûn serdana Hak-Parê.
Heyeta DTP'ê ku ji Hevserokên Giştî Ahmet Turk û Emîne Ayna û Cîgirê Hevserokê Giştî Mustafa Sarikaya pêk hatibû 10'ê vê mehê çû serdana HAK-PAR'ê.
Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel, Cigirên Serokê Giştî Umit Tektaş û Fehmi Demir û Serokê Şaxa Enqereyê Necatî Bayram pêşwazî li DTP'iyan kir.
Di ziyaretê de her du alişan li ser rewşa kurdan a îroyîn, yekîtiya netewî û mijarên rojane sekinîn. Her wiha di hevdîtinê de mijara hilbjartinê jî hate nîqaşkirin.