Em kesên bi ziman û helbesta kurdî re têkildar in û didin û distînin armanca me ew e ku berhemine hêja biafirînin. Bi vê mebestê jî, heta ji me tê em hewl didin helbesta berî me hatiye nivîsandin-helbesta klasîk-nas bikin û derfet û deliveyên ji bo me ava kirine bi dest bixin û li ser vê gencineyê bikaribin helbesteke gewre çêbikin. Bi vê armancê gelek nirxandin, lêkolîn û vekolîn hatine kirin. Min divê bi vê kurtegotarê helbesta me ya klasîk û ya “wêjeya dîwanê” bidime beranberî hev û tiştine wan ê hevpar û cudahiyên wan dest nîşan bikim.
Helbesta me ya klasîk ku em wekî qonaxekê bi nav dikin ji sedsala 10’an heta salên 1900’î dewam kiriye. Kesên bi vê cure afirîneriyê re rabûn û rûniştin bê guman kesên li qesr û medreseyan rûdiniştin an jî rewşenbîrên li wê derdorê bûn. Jêderkên vê qonaxê her ku di hundirê xwe de ritûelên çanda misilmaniyê, pirtûkên pîroz û helbesta ereb û farisan bixuye jî, bêhtirîn em şopên destan, çîrçîrokên resen ên kurdan dibînin. Her wiha tesewif jî têra xwe bandor li vê qonaxê kiriye. Bêhtirîn jî felsefeya Platon reng û dirûvê xwe daye. Li gor vê felsefeyê; hemû heyber berî dakevin ser rûyê gerdûnê li wê kosmosa xweda lê rûniştiye. Ji vê re jî digotin wahdet-il wucûd (yekîtiya heyberan) e. Li gor vê jî ev dinya kosmosa piraliyê ye û ji ber hindê jî hemû heyber êş û azarê dikêşin û dixwazin vegerin Wahdetê (ango xwedê). Armanca vê qonaxê ji destnîşankirina mijarine resen û afrineriyeke resen, bêhtir bi vegotineke cuda, bi honandineke hunerane û mecazan îdealîzekirina “işq”ê ye. Ji ber van sedeman helbesta me ya klasîk şêweparêz e. Beyît, çarîn, xezel û ristên bi kêşeyî ne. Ev hemû taybetî bi dînê îslamê re ketine nav jiyana kurdan. Helbesta klasîk hem bi raman û feraset û hem jî bi bikaranîna helbestê ne dûrî jiyana kurdewarî ya kevnare ye. Her çi qas li gor wêjeya me ya devkî wargehê wê teng û hez kir û dildarên wê bi sînor be jî, di hundirê xwe de xwedî kubariyekê ye. Ji hêla zimên ve derfet û deliveyîne nû bi dest xistiye û bi sedan salan aso û bergeha ronakbiriya kurdan, estetîka wan dest nîşan kiriye. Ji bo vê jî hêja ye ku em vê qonaxê bi van taybetiyên wê binirxînin û bigihîjin encameke sûdewar.
Her çiqas bi gelemperî rewş û poetîka helbesta kurdî bi vî awayî bi xuye jî, tu carî em nikarin wê û helbesta cîranên xwe têxin heman çelteyî. Lew re helbesta klasîk a tirkan ku jê re Wêjeya Dîwanê dihate gotin ji bilî şêwaz û teşeyê bi temamî dûrî helbesta me ya klasîk e. Di “wêjeya dîwanê” ya osmaniyan -ku tirk xwedîtiyê lê dikin- de berî her tiştî zimên ne zimanê netew û gelekî ye. Zimanek ji kurmancî, farisî, erebî û tirkî pêk hatiye. Ji hêla mijar û honandina wê ve jî balkêş e. Edebiyatek klîşe ye, razber e, ji wateyê bêhtir, dirûv û teşe li pêş e. Hizr û raman di bin hunera gotinê de fetisiye û winda bû ye. Hema îro tirk bi xwe jî “vê qonaxê” rexne dikin û dibêjin ku ev qonax “ji lîstikên hunera gotinê” pêk hatiye. Mijar bi şibandinên sext, istiare û telmîha hatiya honandin ku îro jî kes ji wan fêm nake. Ji ber van sedeman ev konax bi her awayî her raserî gel maye û nekariye û nexwestiye çareseriyekê ji pirsgirêkên gel re bibîne an destnîşan bike.
Dema em li xewn û xeyal û evîndarên vê qonaxê dinihêrin; destên hesinî, dilên ji behrê, kesên lingê xwe avêtine ser rûyê Zuhalê, xencera xwe di singê Merîhê de çikandine, çerxa felekê serûbino kirine, bi her giriyê dinya xeniqiye bi xwîn-tofanê, Aşiq jî; navtenga wan ji mûyê ziraftir, bejna wan ji serviyê dirêjtir, mijangşûr, çavxeal, por-mar in. Vêca mirov dibêje qey di almeeke ku dêw lê dijîn dijî.
Bi van tespîtan jî em têdigihên ku di wêjeya vê qonaxê de wate ji bo hunerê hatiye qurbankirin. Ev xewn û xeyal gihîştiye wê astê ku êdî wate ji holê bi tevayî rabûye. Li hêla din ev qonax em dikarin bibêjin ku dûrî heyatê, hêmanenas, tenê pala xwe daye dengê (awaz, rîtma), halbûkî îro em baş dizanin ku deng û wate wekî goşt û neynûkê bi hev ve ne û divê ji hev neyêne cudakirin. Ger em bala xwe bidin wateyê jî, hema bibêje di hemûyan de ev hawar tê bihîstin; “ey sakî! ka qedehek şerab bide min da ez bicehimim, lewre felekê (yarê) ji bilî êş û azarê tu xweşî neda min”
Min ji canê xwe daye stû, ma yar nabêje bes
Felek şawitîn ji ahê min ma spêda mirazê min
Wekî li jor jî hate diyar kirin ku helbesta me ya klasîk li kêleke Wêjeya Dîwanê xwedî reng û dirûveke resen û xweser e. Wêjeya Dîwanê emrê xwe temam kiriye û di nav refikên dîroka helbestê de razaye, lê berevajî, helbesta me ya klasîk hê jî wekî zindiyekê bi wêjeya me re dide û distîne û gelek caran bi hêz û spehitiya xwe bandorê li helbestvanên me dike. Vêca divê helbestvanên me yên ku helbesta me ya klasîk wekî tiştine ji rêzê dihesibînin û heta wê înkar dikin bala xwe baş bidine vê qonaxê û helbesta xwe li ser wê kelepûrê ava bikin. Pêşiyên me beredayî ne gotine “her giya li ser koka şîn tê”.


