Îro yekê Gulanê ye…
Roja yekîtî, piştgirî û têkoşînê ya navneteweyî…
Roja hêviyên xurt…
Baweriyeke bi hêz…
Govendeke bê sînor…
Sed û bîst û du sal berê di 1’ê Gulana 1886’an de, ji bo kar û xebata rojane dakeve 8 saetan û mercên kar û xebatê bê baştirkirin li bajarê Şikagoya Amerîkayê bi sedhezaran karkerî dest bi greva giştî kir. Lê bi sedan polîsî bi dar û çekan êrîşî ser karkerên di grevê de kir. Gelek karker birîndar bûn û hatin kuştin. Provakatorek bombeyek avêt nav polîsan, loma gelek polîs jî hatin kuştin. Di dawiyê de çar karker wekî berpirs hatin tawanbar kirin û ew darvekirin.
Di 1889’an de, înternasyonala 2’yemînê biryar da ku 1’ê Gulanê wekî roja têkoşîn, yekîtî û hevkariya karkeran û gelên bindest bê pîroz kirin. Ji wê rojê û heta îro, li hember sermiyandarî, împeryalîzm û mêtingehkariyê, ala têkoşîn û azadiyê her hate bilindkirin.
Lewre îro her dil li heman robarê dibe mêvan…
Lewre her stran heman evînê vedibêje…
Lewre her pêçî heman asoyê nîşan dide…
Û her ziman heman peyvê dinivîse…
Bê guman her netewe yan her cimaet xwedî rojine taybet in ku ji sedsalan û vir ve xwe pê nav dikin û serbilind in. Newroz ji bo kurdan, cejna Remezanê ji bo misilmanan û paskalya jî ji bo xiristiyanan e…lê ev hemû ji bo cihuyan nayê tu wateyê.
Lê îro…
Îro çi reşik, çi spî, çi çermsor…hemû karkerên cîhanê û gelên bindest bi heman coş û peroşiyê, siloganên xwe yên azadî, wekheviyê û jiyaneke bi rûmet diqîrin…
Îro wê roj bi awayek din hilbe…
Îro wê tovê berxwedêriyê ya li ser axa Newrozê şînbûyî wê xwe bigihînin stranên reşikên Başûrê Amerîka, qerenfîlên li kolanên parîsê vebûyî Newala Qesaba bixemlînin, keç û xortên çeleng, karkerên ciwan ên Serna, Has, Zonguldakê…li ber ahenga agirê Newrozê, alên grevê daçikînin ser banê karxaneyan…
Îro wê hêvî xwe nû bike…
Îro wê gulên biratiyê bibişkivin…
Alên azadiyê bimilmilin…
Li cem me û li her deverê!
Bijî Yek Gulan!


