logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Girtîgeh û xebatên bi zimanê kurdî

Girtîgeh ji bo serdest û dagirkeran cihê çewsandin û tewandina serê mirovên azadîxwaz e. Lê belê ji bo mirovên azadîxwaz

  • Dîrok: 14/03/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Samî Tan

Girtîgeh ji bo serdest û dagirkeran cihê çewsandin û tewandina serê mirovên azadîxwaz e. Lê belê ji bo mirovên azadîxwaz ne tenê cihê liberxwedanê, her wiha cihê xwe gihandin û perwerdekirinê ye jî. Nameyên ku ji girtîgehan tên nîşan didin ku girtiyên ji doza azadiyê gelê kurd, girtîgehan di warê zimanê dayikê de jî wekî dibistanekê bi kar tînin. Pirsên ku di riya wan nameyan re têne pirsîn nîşan didin ku xebat gihaştiye astekê baş. Her wekî min gotî, ji girtîgehan  ji me re gelek name tên ku tê de pirsên der barê ziman û rêzimana kurdî de hene. Heta ji me tê em bersiva van nameyan û pê re jî bersiva pirsan didin. Dema ku mirov bala xwe didê, mirov dibîne ku gelek pirsên der barê rêzimanê de hevpar in. Mijara ku herî zêde tê pirsîn ji mijara ergatîvî û tewangê ye. Min divê di vê nivîsê de bi awayekî gelemperî der barê van her du mijaran de çend tiştan bibêjim.

Pêşî em bi mijara ergatîviyê dest pê bikin. Rêzika ergatîviyê rêzikeke navneteweyî ye, di hin zimanên cîhanê de heye, lê di gelekan de jî nîn e. Di nav zimanên îranî de jî di zimanê belûçî û kurdî de maye. Di farisî de bi temamî ji holê rabûye, êdî zimanê farisî bûye zimanekî akûzatîv (lêker her tim li gorî kirdeyê tên kişandin). Di zimanê kurdî de jî di zaravayê soranî de her çiqas hinek şopên wê hebin jî êdî ergatîvî nemaye. Armanca ergatîviyê ji hev cudakirina “kirde” û “bireser”ê ye. Kurdî bi tenê di demên borî de ergatîv e, lewre bi tenê di demên borî de lêkera gerguhêz dikeve bin desthilatiya bireserê. Di kurmancî de lêker her tim li gorî hêmana xwerû tê kişandin, ji ber vê yekê di mijara ergatîviyê de jî tewang pir girîng e. Di kurmancî de kirde û bireser bi riya tewangê ji hev têne veqetandin, lewre jî dema yek tewandî be divê ya din xwerû be.

Lê heke lêker bi alîkariya daçekê bireserê bigire hingê ew dibe biresere nerasterast anku têrker, wê demê her du hêman jî tewandî dibin. Her wekî “Min li wî nihêrî.” Di hinek devokên kurmancî de ev pergala ergatîvî ji binî ve guheriye, li şûna wê pergaleke din bi cih bûye. Ji vê pergalê re “pergala cot-tewangî” tê gotin. Di vê pergalê de kirde û bireser li gorî cihê xwe yê di nav hevokê de ji hev cuda dibin. Li gorî vê pergalê kirde di sêrî de cih digire, bireser piştî wê tê. Di vê pergalê de lêker qertafên kesandin û mêjerê nagire.

Mînak:

Min wî dît. (Min ew dît.)

Wî min dît. (Wî ez dîtim.)

Ev pergaleke awarte ye, ne ergatîv e, ne jî akûzatîf e, lewre lêker ne li gorî kirdeyê, ne jî li gorî bireserê tên kişandin. Heke akûzatîf bûya, diviya “Ez wî dîtim/ Ew min dît” bihata gotin. Di farisî de bi vî rengî “Men o ra dîdem. (Ez ew dîtim.)” û “O mera dîd. (Ew ez dît.)

Ev rêzika ergatîviyê bi gelemperî wekî taybetiyeke girîng a zimanê kurdî tê pejirandin. Lewre jî di zimanê nivîskî de divê em ne li gorî devokan, li gorî rêzikên rêzimanî binivîsin. Ergatîvî di kurmancî de bi tenê di kesê/a sêyemîn a pirjimar (wan) de têk diçe. Hema bêje, di hemû devokên kurmancî de, bi taybetî jî gava ku cînavk ne diyar be, pirjimariya kirdeyê bi riya lêkerê tê destnîşankirin. Lewre jî mirov dikare vê rewşê wekî rewşeke awarte bi nav bike. Lê dîsa jî heta ku derfet be, di zimanê nivîskî de divê rêzika ergatîviyê di vê rewşê de jî were pêkanîn.

Her wekî me li jor jî da xuyakirin, hinek lêker bireserê bi alîkariya daçekê digirin, biresera ku daçek tê berê jî, dikeve rewşa tewandî, hingê lêker ne li gorî bireserê, ne jî li gorî kirdeyê tê kişandin. Wê demê lêker beşa nelêkerî (navdêr, rengdêr, cînavk) a wê lêkera hevedudanî dixe şûna bireserê.

Mînak:

Me li televîzyonê temaşe kir.

Wan li dengbêjan guhdarî kir.

Li vir peyvên “televîzyon” û “dengbêj” dikevin rewşa têrkerê, li şûna wê peyvên “temaşe” û “guhdarî” ku beşek ji lêkerê de cihê bireserê digirin. Hin lêker ji van li şûna daçekê veqetandeka berpêbûnê (yönelme tamlama takısı) digirin. Lêkera “qalkirin” lêkereke bi vî rengî ye.

Min ji we re qala malbata xwe kir.

Li vir dema ku em pirsa “çi” arasteyî “kirin”ê dikin, beşa lêkerê “qal” wekî bireser derdikeve pêşberî me. Di rastiya xwe de divê “malbat” bireser be. Lê ew veqetandeka “-a” rewşa wê diguhêre, wê dike têrker.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sê çîrokên li ser Efrînê 'Sê rojên mê' derket

ad

Çîroknivîskar H.Kovan Baqî beşdarÎ me bû

ad

UEFA 11'ê serkewtey eşkera kerdî

ad

Heke ku Tirkiye qezenc bike…

ad

Têgihîştina têgînan û ferhenga kurdî

ad

Bernameya Şaneşîn Performansê eşkere bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname