logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Bîranînek û rexneyek

  • Dîrok: 05/09/2008

 

Salên hezar û nehsed û heftê bûn. Ez di dibistana seretayî, pola çarem de bûm. Mamosteyê me li ser maseyê rûniştibû, bi tiştinan re mijûl bû. Ji me re gotibû, pirtûkê bixwînin. Gelekan pirtûk dixwendin. Di polê de kesên nedixwendin li dû mizawiriyan bûn. Ji wan mizawiran jê yekî ji mamosteyî re got, “Mamoste, yekî/ê fis kir.”
Mamoste bi hêrseke nedîtî pekand ser hemû zarokan. Çi kir kesî li xwe dananî. Ji wî  şagirtî xwest da zarokan bêhn bike! Di polê de yên metelmayî, yên dikeniyan, yên reng li wan çûyî…Lawik bi ya mamoste kir, bi ser her kesî de xar bû û bêhn kir!
Ya ku wê çaxê bala min kişand û tu car min ji bîr ve nekir ev bû; helbet lawik tê dernexist û ne pêkan bû têderbixista jî lê gere bersiv bida mamoste! Qederekê lawik li ser piyan bêdeng ma. Bi dû re li şagirtan nihêrî. Di polê de jê hin lêzimên wî bûn. Nedibû navê wan bida! Hin jê ji wî bi quwetir bûn nediwêribû navê wan jî bida! Hin zarok zarokên eşîrên mezin bûn, nedibû navê wan jî bida! Ji nişke ve li lawikekî nihêrî. Ew lawik lawê yekî bû ku di gund de ne xwedî êl û eşîr bûn, malbatek bi tenê bûn. Tu xisara wan nedigihîşt kesî. Heya ji lawik dihat hevza xwe dikir, qarişî kesî nedibû. Belê kesê derew kiribû û gere nav bida  navê wî lawikî got!
Di wan salan de lêdan, îşkence û heqaret ji teknîkên perwerdeyê bûn! De îca hûn texmîn bikin bê lawikê bêguneh çi xwaribû ji mamosteyî!..
Piştî salan ev bîranîn ji bo min bûbû xwedî wateyek mezin; ew bîranîn bûbû sedem da ez têkiliyên civaka wan çaxan têbigihijim. Nêziktêdayîna pergalê ya li însan têbigihîjim.
Rexneya min jî li mamosteyên esilkurd bûn. Belê gelek mamosteyên me esilkurd bûn. Giş jî  bi siyasetê re mijûl bûn. Wan digot dibistan ciyên asîmîlasyonê ne. Belê ji alî hîndekariyê ve wan rast digot. Lê perwerdehî? A, rexneya min ev e; wan bi heman hincetî perwerdehî ji bîr ve dikirin, em perwerde nedikirin. Ji bo jiyanê em nedikirin xwedî feraset. Bi bîra min nayê ku wan carekê be jî di polê de ji bo jiyana rojane gengêşiyekê lidarxistibe! Me bi pehînan li serê dilê hev dida. Di jiyana gundîtî de gelek xeletiyên me çêdibûn lê wan xwe li wan rastiyan nedikirin xwedî. Ji sibe heya êvarî behsa azadiyê dikirin lê ji bîr ve dikirin ku gere zarok di jiyana rojane de azad bin, xwe li tiştên şîrîn û xweşik bigirin, bi xwe bawer bin, bikaribin ji xwe hez bikin…
Helbet atmosfera wan salan muhîm bû lewre wan çaxan her kes bi hêvî bû wê di demeke kin de şoreş pêk bihata. Hin derdorên çepgir ji kurdan re digotin, xem nexwin, piştî şoreş bê dê hûn bigihîjin mafên xwe! (Bila xelet neyê têgihiştin ez jî baş pê dizanim ger îro roj hinek be jî demokrasî hebe, çanda gengeşiyê hebe bi piranî bi saya keda wan salan e lê îro roj em baş têgihiştin demokrasî, guherîn û veguherîn, jiyana rojane û gavên fesih gelek muhîm in, tişta ku di kesayetiya takekesan de bi cî nebe, nebe çand, ruhek demokratîk pêk neyê zor e ku bandor li civakê bike)
Tişta ku ez dibêjim bi gelemperî hişmendiyek wisa hebû. Helbet kesin girîngî didan perwerdeyê jî hebûn. Bi hêvî me da di roja îro de em bikaribin bêhtir girîngî bidin perwerdeya zarokan. Helbet kula asîmîlasyonê hê jî heman  kul e.

cihanacirokan@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Gerdaniyek ji peyvan

  • 20 Adar 2008

 Carna ez difikirim, gelo ne ji derî edalêtê ye ku em peyvan di hevokan de bi cî dikin! Lê ez hema dev ji vê fikrê ber didim lewre peyv wextê bi tena serê xwe ne ...

Portreyên di paşila edebiyata me de

  • 20 Rezber 2008

 Carê nasekî behsa rewşa edebiyata me ya salên şêstî de dikir. Wî serboriya xwendina xwe ya helbestên kurdî wiha der dibir: “Di salên şêstî de...

Îtîbara di edebiyatê de

  • 01 Kewçêr 2019

Berî wextekê di televîzyonê de axaftvanekî tirk ev hevok saz kirin:"Dewlet însanan biîtîbar dike an jî bêîtîbar dike." Ez gelek li ser wan...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

BDP û KCD'ê heyet şand Wanê

ad

Bela Tarr: Ji bo hînbûnê fîlman bikişînin

ad

Niştox Ehmedê Dirihî wefat kerd

ad

Stêrkên kurdan ên li gerdûnê diçirûsin

ad

Platforma Zimanê Kurdî li ser hilbijartinê û berendaman gotina xwe got

ad

Siyasetmedarên kurd dadgeh protesto kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname