Stêrkên kurdan ên li gerdûnê diçirûsin
Laleþa Ûsiv
Dibêjin deng li gerdûnê winda nabe. Eger ev deng li gerdûnê winda nebe, îhtimal heye ku em dengên zemanê berî xwe di ciyekî de zeft bikin. Ev îhtîmala han kelecaneke mezin dide min. Gava min navê Zîryab bihîst û çîroka wî xwend, dengê axa min a ku li gerdûnê digeriya di guhê min de olan da û piþtî çendîn sedsalan ez digihîþtime wî dengê me yê gerdûnî.
Lê belê, ew dengê ku ji hêlîna xwe derketiye welat bi welat geriyaye hey ji helîna xwe dûr ketî, gelo pêkan e dîsa vegere ser axa xwe û li ser helîna xwe daniþe?
Mixabin em kurd neteweyeke bêsiûd in, di nav dîrokeke windayî de li cîhanê belav bûne. Ji dewsa welat û civaka xwe ji ber þertên tên zanîn, ew ên ji me bi hemû reng û dengên xwe, bi hemû cerebe û xweþikbûna xwe ne em, civakên din xweþiktir û dewlemend kirine. Tenê li ser axa xwe nikaribûne-nikarin bi deng û rengên xwe derkevin û di nav civaka xwe de þax bidin.
Ji bindestiya me, ne baweriya bi me heye ne jî em dikarin li nirxên xwe yên ku bûne aîdê cîhanê xwedî derkevin. Ji ber ku nasnameyeke me ya ji aliyê cihanê ve hatiye qebûlkirin nîn e, ew ên me bi nasnameya neteweyeke din derketine-derdikevin ser dika bedewiyê ya cîhanê.
Belê, ji ber gelek sedemên hebûn an nebûna dewleteke, li ser rûyê cihanê hebûna me ya nasnameyî nayê pejirandin, lê ev nayê wê wateyê ku em ji neteweke din kêmtir in an di nav dîrokê de cihê me tune ye!. Tevî parçebûna welatê xwe ve jî, di hemû pêkhateya dîrokê de kurdan di çand, huner û di zanistê de reng dane cîhanê.
Ziryab (Bavê Flemenko), di serdema xwe de, wekî hunermend-muzîkjenekî cîhanî, di vê mijara xwedî lê derketina neteweyên cuda de ji bo me mînakekî balkêþ e. Mixabin em kêm kurd ji nasnameya wî û ji xebatên wî bi haydar in.
Dîsa di 2007’an de bi mirina Maurice Béjart yê ku ji aliyê dê ve kurd bû, piraniyên me bi derengî ji vî aliyê wî bi haydar bûn. Yek ji hêla mûzîkê ve yek jî ji hêla dans û koreografiyê ve li cîhanê deng vedane, dibistan vekirine û di bêþên xwe de bûne otorîte.
Wekî ku erdnîgariya me ya parçebûyî têrê nekiribe, em li nav hemû cîhanê jî belavbûyî ne.
Ji ber vê yekê jî, derfeta ku em bikaribin bi zimanê xwe bi nasnameya xwe li ser axa xwe bi azadî bijîn, ew ên ji me nasnameyeke din a cîhanê wergirtine û li wan deran çirûsîne.
Lê êdî em jê bi haydar in, çiqas ku ew nirx û rûmeta cîhanê ne, nirx û rûmeta me ne jî. Ji bo xwedî derketina nasname û neteweya xwe pêwîst e, bi qasî neteweyên ku li cewherên kurdan xwedî derdikevin û di pêþxistina civaka xwe de ji cewheriya wan siûdê werdigirin, divê ji bo ku ew ji ew ên me xwedî derketine û bi vê yekê nehiþtine ew cewher winda bibin em spasiyeke deyndarê wan neteweyan e. Bi qasî wan divê êdî em jî wan nirx û cewherên xwe bizanibin û lê xwedî derkevin.
Ziryab (789-857-), Maurice Béjart (1927-2007) ji van her du kesayetiyan jî meriv têdigihîje ku kuliyeteke me ya dewlemend û naye zanîn heye.
Ji dema Ziryab heta Bêjart, dema em bala xwe bidin civakên din em ê bibînin gelek stêrkên ku ji nav wan diçirûsin binyad kurd in.
Pirs ev e: Gelo em ê karibin rojek wan cewher-entîqeyên xwe bînin li welatê xwe li pirtûkxane, li muzexane û li qadên xwe bi cî bikin. Her wiha, ji çîroka jiyana wan fîlm, þano, roman hwd. bihonin da nifþên pêþerojê wan bizanibin û jê sûdê werbigirin!?
Hêvîdar im…