logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Rêwîtiya peyvan:  Reqabet
  2. Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê
  3. Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e
  4. Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye
  5. Amadekariyên pîrozbahiya sedsaliya Qamişloyê tên kirin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Dîrok: 23/07/2026

Ji bo guhdarîkirinê:
 

Herodotes di pirtûka xwe di beşên çêbûna Kyros û bisertextketina wî de çîrokeke dûr û dirêj vedibêje; xuya ye, di vê vebêjê de ji alî dîrokî de her çiqas hin tiştên dîrokî hebin jî bi piranî ew çîrokeke ji hêla Persan ve hatiye çêkirin e. Hêla dîrokî, rastiya keyê Medan ê dawî Azî Deheq an bi Yewnanî Astyages e û ew bi derbeyeke bi destê giregirên Medan ji ser textê serweriyê xistine û li şûna wî Kyrosê ku ji aliyê bav ve Pers e anîne ser text. Ev bûyerên dîrokî ne; lê binyata van bûyeran bi çîrokeke nayê bawerkirin û neaqilane ye hatiye avakirin.

Çîroka Astyages û Harpagos û Kyros
Bi kurtî, Herototes vedibêje: Keçeke keyê Medan a Astyages a bi navê Medana hebûye. Key Astyages di xewna xwe de dîtiye ku keça wî mîz dike; ewqas zêde mîz dike ku hemû bajar û paşê hemû Asya ji serî heta binî, bi ber lehiyê dikeve. Ji bo ku şîroveyê bikin xewna xwe ji bo falbazan vegotiye û falbazan tirsek mezin kirine dilê Astyages. Li gor şîroveyan, kurek ji keça wî dê çêbibe û serweriya wî birûxîne û hemû Asyayê bixe bin serweriya xwe. Medane dema dikeve çaxa mêr nasînê, ew dane cem persekî bi navê Kambyses,  ku wê demê pers li gor medan di aste herî jêr de bûne û yekî pers nikaribûye serweriyê bike. Vergirt û vegotinên Herodotes dirêj nekim û Astyages bi kurtî dibêje, keyê Medan xewnek din dîtiye ku dareke tirî di malzaroya keça wî de şîn dibe; şaxên dara tirî ser hemû Asyayê digire û wî dîsa xewna xwe daye şîrovekirin û şîrovekaran tirsek hê mezintir kirine dilê wî; ji bo ku keça wî bi ducanî bûye û wî jî ji tirsan, keça xwe ya li ba Kambysesê Pers daye anîn û xwestiye ku dema zarok çêbû wî bide kuştin. Zarok ji dayik bûye nebûye, Astyages bangî Harpagos ê ji giregirên Medan ê jê hêrî bawer û girêdayî xwe didît kiriye. Ji wî re wiha gotiye, ev zarokê ji Medane çêbûyî bibe mal û bikuje; paşê wî binax bike. Harpagos ne ji dil be jî qeyil bûye.
Dawiya dawî, wekî Herodotes gotinê dirêj nekim; ji gelek sebeban Harpagosî nexwestiye zarok bikuje û wî ew biriye daye gavanekî. Ji wî re gotiye, “key Astyages ferman daye, divê tu vî zarokî bikujî û ger nekujî Keyê te bide kuştin.”
Gavên jî zarok hilgirtiye biriye mal. Wê demê jina wî jî ducanî bûye. Dema gihîştiye mal dîtîye ku ji jina wî zarokekî mirî çêbûye û jina wî di şînê de ye. Jinikê dema zarokê di hembeza mêrê xwe de dîtiye hema aş bûye û ew zarok kiriye cihê zarokê xwe yê mirî.
Dema merivên Harpagos tên, bibînin ka gavan zarok kuştiye yan na, gavên gora zarokê xwe yê mirî nîşan daye...
Ew zarok li mala gavên, li ba wê malbatê bûye deh salî. Bi bûyereka tesadûfî Astyages hîn dibe ku zarok nehatiye kuştin. Merivên xwe şandine, Harpagos daye anîn û ji wî pirsiye, zarok çawa mir? Harpagos ditîye cihê revê tune, ber bi derewan neçûye. Rastiya xwe rast bi rast û bêyî xil û xar bike vegotiye. Astyages, hêrsê xwe li hemberê wî nîşan nedaye. Astyages gotiye “Zarok li jiyanê ye, baş e ku wiha bûye. Ji min re bûbû derd, xirabûna navbera min û keça min ez diêşandim; madem ev kar bi şabûneke bi dawî bû, tu jî kurê xwe bişîne bila zarokê vegeriya mala me ve hev nas bikin; bo bexşandina canê zarok ji xwedeyan re dixwazim qurbanê pêşkêş bikim. Ev heq kirin, tu jî were, em bi hev re xwarinê bixwin...”
Harpagos li ser van gotinan bazdaye mal. Bi tenê kurekî wî hebûye, wî ew şandiye ba Astyages; gava ku kurê Harpagos hatiye hema ew daye serjêkin û parçekirin; bo bînin ser sifrê ji goştê zarok xwarin daye amadekirin. Dema wexta xwarinê, ber mêvanên din û Astyages siniyên tê de goştê miyan heyî danîne,  bi tenê goştê kurê Harpagos dane ber wî.
Piştî Harpagos zikê xwe têr kiriye, Astyages jê pirsiye, “Goşt baş bû?”
Harpagos jî gotiye, “Gelek xweş bû”.
Wê demê ji berê de xizmetkarên hatin tembîhkirin, di destan de ser, dest û pêyên kurik ve hatine, li ba Harpagos li pê sekinîne.
Astyages gotiye, “Rûberê veke, ji nav çi dixwazî bigire.”
Harpagos rûber rakiriye û yên ji kurê xwe mayî dîtine. Qet şaş nebûye, hestên xwe dernedaye...
Piştî vê bûyerê Astyages carek din ji şîrovekaran pirsiye; wan jî gotiye, “Êdî tu metirsî nemaye”
Astyages ji wan bawer kiriye û zarok yanê neviyê xwe şandiye ba keça xwe. Ew zarok êdî bi navê Kyros hatiye binavkirin. 
Kyros mezin bûye. Harpagos xwestiye ku bi destê Kyros heyfa xwe ji Astyages hilde; dema dîtiye Kyros ji bo keyîtiyê amede ye, xeber ji wî re şandiye ku heyfa xwe ya bi salan ji dê û bavê wî dûr manê hilde û bi dizikî ser hev name şandine ji Kyros re û gotiye, “Bila bi hemû hêza xwe bi ser Astyages de bişîne û ew bi xwe jî bi hêza giredayî xwe wê dema şer de alîkariya wî bike...” Bi vî awayî Kyros îqna kiriye û Kyros bi hêzên xwe yên heyî, bi ser Astyages de meşiyaye.
Wekî Herpagos gotiye, dema şer bi hêzek mezin derbasî hêla Kyros bûye û Astyages di şer de winda kiriye; di dawiyê de dîl hatiye girtin. Bi vî awayî desthiladarî ji destê Medan derbasî Persan bûye.
Harpagos li hemberê Astyagos ê dîlgirtî sekiniye, kêf û hêrsê hundirê xwe vala kiriye. Lê Astyages ji wî re gotiye, “Tu mirovê herî budalayî û yê herî bê heq î. Tu budalayî, ji ber ku te bi xwe dikarî vî karî bikî û bi vî awayî te dikaribû tacê jî deynî serê xwe, lê niha ji vê hêza keyîtiyê ji sisêyan yek di destê te de ye. Û tu kesê herî bê heq î; ji bo tu heyfa xwe ji min bistînî te Medya xist bin kolatiyê; ger keyatî bi xwe te nedixwest bi dest bixî, îla divê yekî din key bibe, li şûna yekî Pers yekî Medyayî te bikira key hê rast dibû...

Mîtolojiya Dehaq û Kawayê Hesinkar û Ferîdûn
Bi kurtî vebêj an mîtolojiya ku Fîrdewsî wekî gelek kurd dizanin wiha ye: Keyek bi eslê xwe Ereb ketiye bin bandorê şeytên û bi alîkariya şeytên bavê xwe kuştiye û text û taca wî bi dest xistiye. Paşê çav bera text û taca padîşahê cihanê Cemşîd daye û ew ji text û tac dûr xistiye bi xwe bûye padîşahê cîhanê. Bi listika şeytên di her yek milên wî de marek an ejderhayek peyda bûye, ger wan bi goştê zarokan nede têrkirin êşên Dehaq wê baş nebûna. Li hêla din zarokek hebûye ku desthilatî yan text heqê wî bûye û dema Dehaq dibîze ew ê rojek bibe key, bo kuştina wî gelek tevgeriyaye. Ew zarok Ferîdûn e û ji hêla maleke gavan ve bi şîrê mangayê tê mezinkirin. Dûr û dirêj nekim, Ferîdûn ji ber xeteriyê xelas bûye û mezin bûye. Li hêlekê Dehaqê bi kuştina Ferîdûn mijûl bûye û li hêla din ve her roj bi serjêkirina du zarokan dijiya ye.
Kesek bi navê Kawayê Hesinkar hebûye û Dehaq ji bo êş û mar an jî ejderhayên milên xwe zarokên wî jî daye serjêkirin. Dema dor hatiye zarokê wî yê dawî, Kawayê Hesinkar serî hildaye û xeber şandiye Ferîdûn re ku ew jî bi rê bikeve li hember Dehaq şer bike û li ser textê wî cihê xwe bigire. Wiha jî bûye û Dehaq ji text dûr xistine û ew dîl girtine, li zincîran xistine.

Bi kurtî danberheva her du vebêjan 
Niha Astyages ê ku Herodotes vedibêje, di vebêja Fîrdewsî de Dehaq e, yanê Fîrdewsî keyê Medan Astyages an jî Azî Deheq pêşî dike Ereb û pişt re dixe xizmeta şeytên. Astyages û Dehaq, her duyan jî zarok dane serjêkirin, her du jî li pey zarokekî ne ku ew zarok rojekê piştî rûxandina serweriya wan ê  li ser textê wan rûne.
Harpagosê bo heyfa zarokê xwe hilde bi Kyrosê (Kûruş) bav Pers re hevalbendî kir di vebêja Fîrdewsî de dibe Kawayê Hesinkar; wî jî ji bo ku kurê xwe yê dawî nede serjêkirin serî hildaye û xeber şandiye Ferîdûn ê ku bibe key û bi wî re hevalbendî kiriye.
Ferîdûnê piştî rûxandina serweriya Dehaq li ser textê wî rûnîştî, xuyaye Kyrosê ku Herodotes vedibêje bi xwe ye. Çîroka her duyan hema hema eynî ye. Di her du vegotinan de key jidayîkbûna wan de li pey e ku wan bide kuştin; her du jî ji hela malbateke gavan ve tên xwedîkirin û hwd. 

Propagandayek nexweş li hemberî Astyages
Bi vî avayî bi dîtina min binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di çîroka ku Herodotes vedibêje de ye. Bi qasî hezar û pênc sed sal piştî Herodotes Fîrdevsî ev çîrok, ev vebêjî hilgirtiye, di pirtûka xwe ya bi navê Şahname de kiriye mîtolojiya neteweya Persan/Farisan. Di mîtolojiya ku Firdewsî avakiriye de mîtolojiya me ya kurdan ya herî girîng a her kurd pê tevdigerin Mîtolojîya Kawayê Hesinkar ketiye para me.
Herodotes di pirtûka xwe ya bi navê “Dîrok” de ev çîrok dûr û dirêj vegotiye; di dîrokê de bûyereke bi vî rengî heye yan Astyagesê keyê Medan bi rastî zarokek daye serjêkirin û goştê wî zarokî bi bavê zarok daye xwarin, em vê yekê baş nizanin lê ez dibînim ku bi vê vegotin û çîrokê dîrok tê reşkirin û propagandayek nexweş li hemberî Astyages an bi kurdî Azî Deheq hatiye meşandin. Ev propagandaya nexweş di pirtûka Fîrdewsî ya bi navê Şahnameyê de zêdetir e û îro em vê yekê wekî mîtolojiya Persan û a Kurdan bi nav dikin.
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

  • 26 Sibat 2021

Di gera xwe ya Kurdistanê de Evliya Celebî di berhema xwe ya bi navê Sehayatnameyê de ji serî heta dawî li her heremê rastî kurdên êzdî tê, qala wan bi...

Nivîsên Kazim Polat ên di beşa SERBEST de hatine weşandin

  • 04 Sermawez 2009

Nivîskarê me Kazim Polat berî dest bi vê quncikê bike carinan ji me re nivîs dinivîsand û ev nivîsên wî di beşa SERBEST de dihatin weşandin. Vane lîna wan...

Bûyera Elî Tûmikan

  • 27 Berfanbar 2021

Bûyera Elî Tûmikan cara yekem min ji hevalekî tirk bihîstibû lê wî jî bûyer bi kûrahî nezanîbû, gotibû “Sed sal berê li...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

diyarname podcast#H.KovanBaqî# #diyarname #3deqe#nivîskar#

news

diyarname podcast# #diyarname #3deqe#diyarnamenûçe#nivîs#nivîskar

news

Bandora vî fîlmî li ser pirtûkan û li ser ziman

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news

"Mazgal"

news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes

news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

news

ELETEWŞÎ

news

'Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê'

news

Hogir Berbir: Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û

news

diyarname podcast#nûçe #çand#wêje#pirtûk#xwendin

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes 

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Îstatîstîkek balkêş: Herî zêde jin pirtûkan dikirin

ad

Roja 1'ê Gulanê dê destûra derketina Taksîmê bê dayîn

ad

10 salên dawî de 10 fîlmên zêde pere kar kirine

ad

Denîz Nakî bang li Mesût Ozîl dike

ad

Di 2007'an de 184 ji ber şîdetê mirin

ad

Siyasetmetdarên kurd nehatin berdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

  • 29 07 2026
news

Bandora 'Odysses' li ser zimanê yewnanî û pirtûka wê

  • 29 07 2026
news

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

  • 29 07 2026
news

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

  • 30 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname