logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin
  2. Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne
  3. Va ye bernameya FîlmAmedê
  4. Keleha Necimê tê restorekirin
  5. Li Şanoya Bajêr 4 lîstik hene
news-details

Dibe ku covîd-19 bibe fetlonekeke dîrokî

  • Dîrok: 27/03/2020
  • Beş: Covit-19

Şengul Ogur

Bi vîrûsa koronayê re li hemû cîhanê atmosfereke nû peyda bû. Korona ji niha ve bandora xwe li ser tevahiya jiyana me dike û wisa xuya dike bandorên vê vîrûsê ya li ser jiyana me wê hêj girantir û berfirehtir be.

Korona ne ku me tenê nexweş dike, dikuje, me dixe karantînayê. Korona me gav bi gav ber bi jiyaneke dî ve dehf dide. Rengê jiyana me diguherîne. Bandorê li ser ekonomî, polîtîkaya cîhanî dike, bandorê li reftarên civakî dike, psîkolojiyekê bi xwe re tîne. Bandorê li ser baweriya bi ewle û diyarbûna dahatuya nêz û dûr dike. Psîkolojiyeke wiha çêbûye ku êdî wekî beriya koronayê em pê ne bawer in ku sibehî em ê û an jî nasên me wê sax bin, sibehî wê xelayek çênebe. Korona êdî ji gelek aliyan ve ketiye nav jiyana tevahiya mirovahiyê û mohra xwe lêdide.

Dema ku mirov dêhna xwe dide rêveberina vê talokeya global mirov dikare bibêje ku rêveberineke pir kambax e. Bersiva rêveberiya dewletî ya li dijî koronayê li şûna kêmkirina bandorên wê, bandorên wê hêj bêhtir giran dike. Ji ber ku ev tolûkeya global baş nayê rêvebirin li tevahiya cîhanê tirs û xofek mezin çêdibe. Ev tirs jî berê civakê bi rengekî girseyî dide malzemeyên mezaxtinê, civakê ji hemû qadên civakî, hilberandinê dûr dixe, civakê di nav malan de hepsî dike.

Rêveberiya dewletî li pêşberî vîrûsa koronayê heta niha tenê bi dilqê jendirme, polîsê dest li jop e. Tenê bi qedexekirina derketina derve, bi ragihandina ‘rewşa awarte’ ‘tevdîr’an digire. Ji encamên heta niha yên van ‘tevdîr’ên dewletê diyar e ku ev ne tu tevdîr in û her roja ku diçe ev vîrûs bêhtir berbelav dibe, bêhtir nexweş dike, dikuje, jiyana civakî bêhtir asteng dike û dike ku bi xwe re krîzeke aborî ya cîhanî bîne.

Heke rewş wiha bidome dibe ku di demeke ne pir dûr de li hemû cîhanê rêjeya mezaxtinê ji ya hilberandinê zêdetir bibe û encama vê jî li tevahiya cîhanê bibe xela. Encamên dûrketina ji qada hilberandinê wê ji encamên rasterast ên koronayê girantir bin. Talûkeya herî mezin ev e. Ji ber ku, dema ku civak ji qada hilberandinê hate qutkirin û rêjeya mezaxtinê ji ya hilberandinê zêdetir bû, piştî demekê wê zemîna teqînên civakî çêbibe.

Di rewşeke wiha de jî dewletên ku li bara koronayê tenê bi dilqê jendirma û polîsan tevdigerin, tenê fermana qedexeya derketina derve didin, rewşa awarte radigîhînin, wê hêza xwe ji bo çewisandina teqînên nav gel bidin şixulandin, ango wê tekane îşê xwe yê ku tê de ‘hoste’ ne, bikin. Rewşeke wiha jî li hemû cîhanê wê bi xwe re rejîmên otorîter, totalîter, dîktatorî bîne. Dema ku bi sermeyadaran re fikr û fikara ku wê ewlehiya sermiyana wan nemîne çêbû, dema ku bi desthilatdaran re fikr û fikara ku wê ji desthilatdariyê bikevin çêbû, ji bo ku sermiyan û desthilatdariya xwe biparêzin wê dereng nemînin ku bi carekê re berê xwe bi hemû hêza xwe bidin serkutkirina civakê.

‘Bersiva’ dewletan a li dijî koronayê deriyê krîzeke aborî ya cîhanî û guherîneke radîkal a polîtîk a cîhanî vedike û helbet ev du rewşên pêkan jî bi xwe re dikarin me bi carekê re li nav şerekî cîhanî bi cih bikin. Ji ber vê jî îhtîmal heye ku vîrûsa covîd-19 bibe fetloneke dîrokî.

Bêyî ku em dirêj bikin, em dikarin bibêjin, corona dibe ku bibe hinceta pêvajoya dawî lê anîna serdemekê û avakirina serdemeke nû.  Heke korona bibe ‘hincet’eke wiha, gelên cîhanê çi qasî hazir in ku hilweşîna serdemekê û avabûna serdemeke nû di ber azadî, wekheviyê de bi kar bînin ne diyar e. Gelên cîhanê divê îhtîmaleke wiha piştguh nekin, ji ber ku berdêlên piştguhkirina îhtîmaleke wiha ji bo gelên cîhanê dibe ku pir giran be.

Bila dîrok bi gelan wiha nedê gotin: Dema ku em dikirin karantînayê, dema ku rewşa awarte radigihandin ji me ye ku dixwazin me ji koronayê biparêzin lê me nizanîbû ku xwe hazir dikin qira me bînin!

Ji rojnameya Xwebûnê hatiye girtin

Parve Bike

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Covit-19 - Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Nivîsên Nû
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
news

Di 'Şapat'ê de paradoksa bindestiyê

  • Çorê ARDA
news

MIN GEZKE

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

'Emê li welat cixareyê qedexe bikin'

ad

Siyasetmedarên Katalan ên hatin berdan: Emê têkoşînê bidomînin

ad

"Zext" li ser dikê ye

ad

'Gorulmuştur' ji Yewnanistanê bi du xelatan vegeriya

ad

Hakêmê Kûpay Cîhanî eşkere bî

ad

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Roja Alzheimer a Dinyayê, ne bîra xwe, ne bîra neteweyî winda nekin

  • 21 09 2023
news

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

  • 21 09 2023
news

Va ye bernameya FîlmAmedê

  • 21 09 2023
news

Keleha Necimê tê restorekirin

  • 21 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname