Diyarname
Fotoyên nû yên lîstikvana efsanewî ya sînemayê Marilyn Monroe ku aîdê salên 1960'î ne û wê wekî jinek biheml nîşan didin derketin holê.
Monroe di salên 1950'î de mohra xwe li sînemaya DYA'yê da. Wê gelek dixwest zarokek wê çêbe. Niha fotoyên ku derketin holê nîşan didin ku ew biheml e. Monroe sê caran biheml çêbû lê bihemlbûna wê neçû serî û wê fotoyên xwe yên vê serdemê her ji çapemeniyê veşartin.
Ev fotoyên niha derketine holê di 8'ê tîrmeha 1960'î de ji aliyê Frieda Hull ve li New Yorkê li derveyî Studyoyên Foks hatine kişandin. Monroe bi kincên di fîlmê "The Misfits" de lixwe kiribûn dixuye. Di vî fîlmî de ligel Clark Gable û Montgomery Clift lîstibû.
Monroe ji Frieda Hull re gotibû ku bavê zarok kî ye. Wê demê Marilyn Monroe ligel Arthur Miller zewicandî bû lê ji bo Hull eşkere kiribû ku bavê zarok Yves Montand e ku ji fîlmê "Let's Make Love" de bi hev re lîstibûn.
Ji bo fotoyan: GALERÎ-Marilyn Monroe