Têbiniya Diyarnameyê:
Bi nûkirina rûyê nû ya malperê re me nikarî xwe bigihînin hin nivîsan û yên ku me karî xwe bigihînin me kişandin ser vê rûyê nû.
Li gor vê nivîsên nivîskarê me Arjen Arî me dan ser hev û hemû di vê rûpelê de di bin hev de em pêşkêşî we dikin...
***
Yê ku peyv ji ezman daxist erdê: Cegerxwîn
25. 10. 2007
Arjen Arî
Ji bo salvegera 23'yemîn koçkirina Seyda
Bi bangdana li dû hev, dîkên xweşxwên berî hilatina rojê mizgîna rojeke din didin bûnewerên xewar û xwazêya nivistî. Niha derdawên konê şevê bi destên spêdeya zend-spî ji ser mala xakê tê danhev, bîsteke din Tor çarmedor dê têkeve bin destê tacîdariya rojê.
Wî qewmê ku bi hilatinê re berê xwe dida rojê û roj dixist kefa destê xwe û ayîna xwe dikir, niha bi dû çend qametan de destên xwe ber bi jor ve vedike, diayên dawî li xwe û ummetê bela dike, bi amînê re guhkên tejkên limêjê heta limêjeke din lê diqulîpîne?
Bavê Şêxmûs jî vê siharê wekî hemû bawermendan piştî limêj û diayên dûdirêj û selewat û silav vedanê, sakoyê xwe yê li erdê raxistî da hev, li ser piya çend caran destê xwe yê rastê di ser rûyê xwe re bir û anî, pêlava gizlewêd a ji paş ve bi du pişkokên spî nîşankirî bi ser lingê xwe ve kir, û berê xwe da kerên li hewşê devên wan di cuheran de winda.
Kerên ku ketibûn ser kaya bi ceh mîna ku zanibûn dê bidin ser rêyeke dûdirêj carcaran firinî ji firnikên bêvilên xwe dianîn û dîsa li cuheran vedigeriyan.
Koça wan ne koçeke giran bû: Çend dest livîn, sêl û dergûş 'kûz û çend firaxên tutya'
Barê herî giran pahra kerê boz bû. Bavê malê bi alîkariya Şêxmûsê xwe ferdên ard û kîsên birxul li ser pişta kerê boz rast kir, da bar pişta ker neêşîne navteng şidand, du zewr li werîs dan û berê xwe bi kerên din ve kir?
Teşta sifr î çarmedor-sor û binî neqr-neqrî li ser bar ne diedilî. Ya herî bêkeys teşt û dergûş bû. Bav li dêya Şêxmûs vegeriya, bi dilekî peneber, pirsî:
- Hûrme, dergûş bi cih nabe. Ka em wê nebin?
Dêya ku ji berî bangdana dîkan de li ser piya hewş û hûndirê xanî mîna gêrikekê tevdida, bi hûçkê kiras pozê xwe paqij kir, keserek veda û bi dengekî mişt gilî û lava, got:
- Ev textik landika van zarokên bi pêya ketî ye. Warê me dimîne, ma em dergûşa zarokên jî bihêlin ji van zaliman re?
Zalimên dikirin ku ev malbat serê vê sihara zû zevî û xanî û rez û werzên xwe li şûn xwe bihêle û ji ber zext û zordariyê gund terk bike û terkedinya bibe, merivên dê û bavê Şêxmûs bûn.
Pêşiyan belasebeb negotibûn "ya ku meriv dike, dujmin nake!" Di wê hîna ku xirepiş bi gund ketibû de, ne ji hêla dê, ne ji aliyê bavê, musilmanekî Xweda nehatibû li deriyê wan nadabû û negotibû "bavo, we xêr e" hûn ê bi kû ve biçin??
Birêwîkirin li hêlekê; pismamê wan ê ji heft bavikan de yê hev, pala xwe dabû şênca hewşiyê li hewşê, çixara qaçax di nava lêv û tiliyên xwe de dibir û dianî, bi du guhên miç, dengê pêlav û siman dipa, da mîna gûrekî sibatê dade hewş û hûndirê xalî!
Şêxmûsê 13 salî ku niha berê wî ketibû war û welatên di xewnên şevan de nedîtî û ne bînayî, ji ber ku ji merivên xwe yên di tenga xwe de pir hez dikir, di vê kêlîka ku bi dû dê û bavê xwe de dabû ser rêya çûn û nehatê de, hemû çivîkên dijminahiyê ji hêlîna dilê wî firiyabûn, ji niha de pêlên bêrîkirinê qerexên dilê wî dipelandin, hemû şanên laşê wî yê rexl didan ber xwe, û mêjiyê wî bi hestên wî re ditevizand.
Li serê wê stûkurê, Şêxmûs dîmenê Hesarê; qesra mala axê, gasîn, kaniya jêr, spîndarên pel lerizok"bîh û tûreşkên porgijk"bi nerîneke mişt bêrî di kevalê çavên xwe de bi cih kir, keserek zarokane veda, li vî evrazê ku du qevzên din bavêje dê nema Hesarê bîbîne, hemû bîranên xwe ji nava tar û taxan dan hev, piştî du sê xilolîkan, pişta xwe da Hesara zaroketiya xwe.
Çavên Şêxmûs ên ku niha dixwestin mîna kaniyekê biherikin bi ser coyên rû de, li yên xalan çûbûn. Keskine nefelî, bi biriqîn û awirşîrîn bûn. Divn û dêmên xwe jî ji wan wergirtibû. Lê bi qama xwe li hêla apan çûbû; navmil fire, bi zend û bend, teyê bigota pêlewanek e.
Hê di vî temenî de ku destê xwe diavêt tehtekê, te yê bigota wê ji kokê de, ji erqê binî de dê hilbike!
Yê ku gotiye "heyîn hêz e, çi qasî rast gotiye!"
Tuneyî bi ser tahtên çiyan de neyê, pişta mirov dişikîne!
Ku bêxwedîtî jî bi ser tuneyiyê de bê, mîna lehiya lêmişt li berê; Xweda mû'înê meriv be!
Ereb dibêjin, "dilê her kesî bi sêwiyan dişewite, lê her kes zikê wan têr nake!"
Şêxmûsê ku hê têr li kolanên Amûdê negeriyabû, di binê çavan re tolaz tolaz li qîzeke esmer bi dilbijokî nemeyzandibû; ji hemû tax û mihelên Amûdê pêşî Girê Şermola nas kir, girê komcivîna miriyên Amûdiyan..
Şêxmûs di salekê de, li dû hev pêşî bav bi dû re dêya xwe spart bextê xaka arîyî yê Girê Şermola?
Piştî mirina dê û bavê peyva ereban rast derket: ne xwişkê ne bira?nekarîn hembêza xwe ji vî naşî re bikin landika jiyîn û hedanê..
Jixwe xwişkê xwişka ku Şêxmûs bi heza lawekî jê hez dikir û bi çavê dêya xwe lê dimêzand, xwest wî bike şivanê çar kulekên xwe!. Şêxmûs ne yê şivantiyê bû û ne jî yekî ku karibe bibe hemalê minetê. Piştî sê çar heyvên bi nanûzikê, rojekê şiva di destê xwe de mîna ku li bextê xwe bihejîne, bi vir de wir de daweşand, du sê caran bi kerb tu kir erdê, çend kulekên di çêreyê de jî şûm û bêcir da ber heytîn û şivê û berê xwe da mala xwişka xwe.
Ne dema bêriyê bû ne jî wexta hatina malê. Kulekên ku dabûn pêşiya xwe, rast ajotin hewşî, tûrikê bi milê xwe ve, di ser stûyê xwe re anî û bi bahc bi ser xwişka xwe ya ku zîq zîq lê dinerî de, hilbû:
- Hişte tûrikê te. Gepa nanê te serê te bixwe! got, û ne berger, ne dijûn, ne heyran û qurban?çi deng nebir xwe; li yek tûşê berê xwe da bi hêla Bakur de?
Xwişka ku pêxwas bi dû ketî, piştî demekê rawestiya, bêhna xwe berda û mîna ku nexwaze kesek bi dengê wê bihese, di ber xwe de:
- Sêwîke heram, tu yê li ku binivî, li ku bixwî vexwî? got û bi gavine jovan vegeriya mala xwe!
Piştî "heft heşt salan hin bi hin" û "têr-ezab" Şêxmûsê ku navê xwe bi dû navê Hesarî de dê bike Cegerxwîn û di nava xêrxwaz û xêrnexwazan dê bibe "Seydayê Helbestê"; îcaza xwe werdigire û li Hasda Jor "ser bi şaş" û bi "cibepoş" dest bi melatiyê dike. Îlm, zanîn ew tiştê ku Şêxmûs daye dû ye; lê belê melatî? Di demeke kurt de, ne dîn; "dîndarên serdemê; şêxen bejik î rih-xweşik, terîqetên xîzanxapînok, meleyên rihbost û zikexur, axayên pevy-ferman û serîbir'xulq û derûnê Cegerxwîn ditengijînin; ew jî ji behc û kerban nezanên bindestên ji aqilê xwe razî, riha ta ta hinetîtkî dide ber devê guzan, serî ji bin şaşikê derdixe û temberiya xwe bi paş de diqulipîne.
Ew, êdî li gorî gelek kesan merivekî "dîn e", "kafir e", "yekî ji rê derketî" ye!
Jixwe piştî "feqîtiya Feqî", "melatiya Mela" û "seffartiya Xanî" "dînitî bû ya ku Cegerxwîn xwe radikêşayê. Şikestina serhildana Şêx Seîd û du-sêbarekirina Mem û Zînê, kir ku "dîn" bibe "dînekî" ku bi qeyd û merbedan jî neyê zeftê!
Ehmedê Xanî bi ?naqosa mezin? nikarîbû kurdan şiyar bike!
Wî jî biryar da, ku bi ?ceres? û bi sewta helbestê li deriyê her kurdî bide!
Vê viyanê, bindestiya qewm û e?wametiya xelkê kir ku piştî koçberiya ji Hesara bav û kalan vêca dev ji Cehinnem û Çêlekê berde, bêt li Qamişloka ku wê demê di bin dagirkeriya frensiyan de, li Taxa Xerbî bi cih bibe!
Lo gorî Çêlek û Cehinnemê Qamişlokê navendek e. Navendeke hewn û sebra her cûre mirov, ji her ol û ayînê, ji her qewmên ji ber devê şûr filitî! Di nava van mirovên her yek ji hêlekê, penaberên Bakurî jî cihekî girîng digirtin. Berî ku bê û li vî bajarokî bi cih bibe, ermenan, asûriyan, navê Cegerxwîn bihîstibûn û di mitaleya dîtîna wî de bûn.
Çendî di 1945'ê de dîwana wî ya yekemîn bê çapkirin jî, Cegerxwîn mîna "reşkê şevê" helbest bi helbest li Kurdistanê digere! Yek ji wan helbestkarên ku bi helbesta xwe di ser sînoran re keviziye, di nava kurd û tirk û ereban de hatiye naskirin e Cegerxwîn!
Li hêlîna mîna Serhedê ne wekî şaîrekî, nola dengbêjekî tê naskirin.*
Bi baweriya min murîdên helbesta Cegerxwîn ji yê Şêx Ehmedê Xiznewî jî pirtir bûn.
Yek ji wan murîdên pir, ku min di salên 70?yî de nas kir Ehmed Kurdî bû. Kurdî ji Seyda bêhtir helbestên Seyda ji ber dizanîbû. Wê demê jî bîra wî ya zexm ya vî mirovî ez heyirandibûm: Pîra Torê, Kîme Ez, helbesta çîrokî ya ku ristek jê "bû qidqida mirişka/dika xwe da enîşka?"
Hişê min ku min neşehetîne, cara ewil min di destê Mûsa Anter de dîwaneke wî dît!
Wê gavê ez "peyrewê" Nazim û Ahmed Arîf bûm. Û pir di bin bandora helbesta Nerûda de mabûm, bi taybet helbesta bi navê ?Almerîanin Kani/Xwîna Almerîa!
Piştî girtin û hepsitiya bi qasî şeş heft rojan û peyva Mam Mûsa ya ku di rêwitiya trênê de aresteyî min kir "Ma tu jî lavoo"! hişê min hate serê min û min jî weke Seydayê xwe da ser rêya "sê car faîlat".
"Sê car faîlat" li gorî baweriya Seyda di nava şêwaz û qalibên heyî yê şiîra dîwanê de ristesaziya herî hêsan e. Ku em nexwendetiya kurdan, çarkenarî û bandora zimanê degirkeran, û bi taybet ji ber olê karteka zimanê erebî ya li ser jiyana civakî bigrin ber çavan, em ê ji erdê heta bigihe ezman Seyda mafdar bibînin di hilbijartina zimanê sivik û zelal yê ku bo helbesta xwe hilbijartiye.
Jixwe peyva wî ye "min peyv ji ezmanan daxist erdan!"
Wî danexistibûya "peyv" hê jî dê di nava çar dîwarên medreseyan de, di nava refikên kitebxaneyên mela û aliman de di taritiyê de bimaya!
Neheqî jî li helbestê bê kirin, dawiya dawî bo helbestkarekî zimanekî bir raz û mişt hêma û pirr-wate; û zimanekî zelal ê fesîh ku her kes jê fam bike, hilbijêriyek e. Ev hilbijêrî li gorî nêrîna mirovî ya li helbest û hunera helbestê; û rewşa civakî, aborî, sîyasî?û çandî dikare cuda cuda be.
Ehmedê Xanî xwestibe bi afirînerî û hunerbaziya xwe rihê Mela, Feqî, Herîrî "hey" bike, Cegerxwîn jî carcaran bi Mela re ketiye "heft û heştê"! Lê wî, berê dengê helbestê ji dol û nawêlan razê dagerandiye, ji ziyan û ziwana biyan xalî kiriye û spartiye hêza bangê!
Banga Cegerxwîn, bi qasî banga li kurdan bangeke li mirovahiyê ye. Li herêma Serhadan, Serhediyan ku ew wekî dengbêjekî naskiribin û bi nav kiribin, dengê wî negihiştibe guhên wan jî banga wî bo "reşikên bindest" e, bo têkoşerên li Asyaya Nêz û Dûr e"û heta ku bigehe erdnîgarên din"
Lê, çi dibe bila bibe, Cegerxwîn ji kurdbûn û kurdayetiya xwe qevzekê jî xwe nade paş!
Tê gotin ku helbestkar bê welat in! Ev gotin raste rast li bejn û bala Cegerxwîn tê. Kurdistan parçe parçe be jî welatekî wî heye: Ew geh li Başûr li rex Sebrî Botanî bi kincên pêşmergeyan têkoşerekî kurd e, geh li Gîlala di dîwana nemir Barzanî de xweşsohbet e, geh li Rojhilat li Sine û Mehabad e, geh li Bexdayê mamosteyê Zimanê Kurdî ye.
Li hepsa Mezê jî gellek caran bûye mêvan!
Heyranê Heval Stalîn be jî, Îştirakiyetê biparêze jî ji dil û can, ew û Ba'hsî li hev nakin di biwarê çareseriya Pirsa Kurd de!
Ku saziyekê nasnameya hemwelatiyê gerdûnê bidayê jî, wî "nemiwatintiya" li Qamişloka Binxetê nedida pê.
Şaîrekî mîna Cegerxwîn bi axa xwe ve hişk girêdayî û temenek siê gorî bindestiya kurd û Kurdistanê kiribe, dikare navê wî Hejar be, dikare Ehmedê Xanî be?
Ew, Cegerxwîn bû.
Di navbera Bateyî û sedsala xwe de pira herî qayîm.
Bi qasî hezkiriyên wî dujminên wî jî pir bûn: El Muxaberat, şêxen qewm-firoş, axayên kedxwir û hevpişkên dijmin, û xîzanên nezan?
Dîtina wî piştî salan bû nesîbê min.
Havîna 76'ê bû çûm seredana Seydayê xwe.
Mala wî ya li Hara Xerbî ji kelpîç û axê, nizme, hima bêje weranxaneyek bû.
Dema ku min xaniyê wî û yê hin siyasetmedarên wê demê berawerdîhevdu kir, serê min ji ber xwe ve berjêr bû, min ji xwe jî ji şa?irtiya xwe jî û ji kurdayetiya xwe jî fihêt kir.
Şopên wê fihetê hê jî di dil û derûnê min de xwedî dews e. Min feqirtiya şa?irekî xwediyê şi?ira ?Kîme Ez? qebûl nekiribû. Lê di wê xizaniya eşkere de maqûliya wî, bi xwe bawer axaftina wî, rûniştina wî ya mîna ya esilzadeyan ez bi ceger kiribûm û kiribû ku bi du sê peyvan li tevî sohbeta wî bibim. Di nava guftûgoyê de çendî bi avirên xwe dipirsî bê ez bi çi karî mijûlim jî, min nedixwest mijar dagere ser helbestê û min nediwêriya qet bi helbestkariya min bihese! Heke gotibûya "ka helbestekê bixwîn!" Ez ê wê kêlîkê bimrama. Wê kêlîkê te xencerek li mêlaka min bida, xwîn dê ji min nehata!
Min di wê saet û nîvê de her çavên xwe ji çavên wî revand!
Çiqasî bi çurisînbûn!
Tayekî reş jî di nava porên wî de nedixuya.
Porekî ev çend çîl ?spî, bi tov û bi paş de şehkirî incex karibû yê şaîrekî bûya.
Di dema xatirxwestinê de, daqûlî destên wî bûn, erza min şikand, "Ez ev çend extiyar im ku tu tê destên min" rûyê min ramûse, xorto" got. Min bi siyanet hinarkên xwe gihandin hinarkên wî. Li devê deriyê hewşê, dema ku min xatir jê xwest, min ev jê re got:
Seydayê min, min û qewmê min efû bike! Xweda emrekî dirêj bide te. Bi soz be dema tu bimrî ev qewm tirba herî spehî dê jo bo te ava bike?
Cegerxwînê ku li devê derî bi rodroşambirê li bejna xwe maqûlekî rojavayî dianî bîra mirov, bi bişirîn pirsî:
- Tu ji ku zanî, kuro?
Min zanibû.
Ji ber ku vî qewmî ne ji zindiyan ji miriyan hez dikir!
*Agahiya Kawa Nemir
14/08/2007/Amed
*****
Ax bi kurekî xwe şa dibe û Dîcle dilorîne
15. 10. 2007
Arjen Arî
Kîjan sal bû, baş nayê bîra min?
Li Sitilîlê li bexçeyê ku ji xwe re kiribû mîna keviyek ji keviyên bihuştê, yan jî li Nisêbînê li mala Firat Cewerî?
Bi îhtîmaleke mezin li mala Firat bû: Li ser firavînê li hêlekê kufletê malê li hêlekê Mûsa Anter, Firat û ez?
Xwarin dereng mabû û birçiyên mîna yên li dora sifreyê xelek, her kesî ji texma xwe de êrîşî girar û tirşikê dikir.
Min birçitî jî ji aliyekî de kefçî dadihişt savarê, ji layekî de jî helbesta ku yekî girtî ji girtihê bi xetên dest diyarî Mûsa kiribû, dixwend. Mûsa û Firat li milê min ê rastê wekî ewropiyan hem hûrik hûrik dixwarin, hem jî ketibûn nava sohbeteke hûr û kûr. Guhên min ji sohbetê di navbera wan de bêhtir li ser helbestê bû. Destên min ne ji xwarinê dibûn, ne jî ji helbestê.
Di navekê re navekî bala min kişand: Mihemedê Dirêj!
Mûsa ji Firat pirsî bû, "Mihemedê Dirêj çi dike?"
Piştî ku salan sal li hev pêçan û ez jî bi dû "birîndariya birayê mirinê" re bêyî dilê xwe bûme Diyarbekrî, min "Mihemedê Dirêj" li bajarê qedîm û kone, bajarê cîranê çemê li ber miçiqandinê û "hawar di gewriyê de mayî, li Diyarbekrê bi rû û bi rû, bi bejn û bal nas kir!
Mûsa rast gotibû; Mehmed Uzun têra xwe dirêj bû!
Sal 1998 bû. Mehmed bo îmzekirina pirtûkên xwe hatibû Amedê. Li tevî kek Ramazan Alan û şaîr Hîcrî Îzgoren hema bêjin heta destê êvarê xelaseka bernameya Uzun, li keviyekê me arê sohbetê xweş kir. Wê rojê roja 25.04.98'ê romana xwe "Siya Evînê" îmze kir û da kurê min Behzad.
Siya Evînê!
Evîna Memdûh Selî Begê Wanî!
Rûpelên romana ku berî deh salan min xwendibû, min di ser hev de qulaptin. Di beşa ku qala mirina Mehdûh Selîm dikir de, Memhed mîna ku qala mirina xwe dikir:
????????????
"Çavên wî yên stûr ew çend vekirî ne ku ew wekî du lûlûyên stûr dixuyin. Bîbûkên reş yên çavên wî, bêhereket, li jor dinihêrin. Wekî xewnekê. Rûyekî aram. Qermîçekên salan lê. Porekî spî û nîvweşiyayî. Lêvên guvaştî. Çermê vekişiyayî yê rû. Stûyê qermiçî.
Merivekî kal, bi qasî mistekê.
"Memdûh Beg, Memdûh beg"
Ew nabihîse. Ew tu tiştî nabihîze êdî, bi rê ketiye, koç dike. Li dorê, jina wî Wildan Xanim û çend xort. Li ber serî jî pise pisa pîrejinekê. Pîrejin Qur'an dixwîne.
Çar aliyên dîwêr bi refên kitêban ve tijî. Kitêb, kovar, rojname û kaxiz. Li ser refina çend lewheyên zerbûyî; du sûret û du bergeh. Di navenda odê de jî ew; Memduh Selîm Beg.
Ew di nav xewnekê de koç dike. Ew bi xwe, li ser cîhê xwe dirêj bûye û ber bi cîhekî nare. Lê, tişt, cih û wextên têkel bi ser wî re tên. Ew di nav tişt, cih û wextên têkel de de koç dike. Rabirdû û niha ketine nav hev; deşt, çiya, zozan, newal, daristan bi hew re bûne yek; derya û asman gihîştine hevûdu, meriv, heywan, lawir û celeb bi celeb mehlûqat reng û rûçik diguherînin, dikevin dewsa hev. Lê tirs tune, sarî û germî tune, heyecan tune, hîs û pejn tune. Deng jê dernakeve, nefes li naçike, qîrîn jê ranabe, pîqîn pê nakeve.
Ew dere.
Devereke rengîn. Heye ku daristineke xweş, yan jî zozaneke hûnik e...?
Goristana Deriyê Mêrdînê li wê sernişûvê têra xwe bi darûber e. Wekî bajarê qedîm ê raserî xwe, ew jî dêrîn û kone ye: Kevn nû, bi kêl bê kêl"bi sedhezaran gornên di rex hev de"
Li xelaseka rastê, li perê bilandahiya ku piştî du qevzan dibe kêjêk, gora Mehmed
De binêre heyran, têkeve temaşa Pira Deh Derî û Geliyê Dîcleyê!
Ax bi kûrekî xwe şa dibe niha, û Dîclê di ber re dilorîne.
15.10.2007/Amed
*****
Jiyan; tu pûşê li ber devê êgir
12. 10. 2007
Arjen Arî
Mirinê, te Memet Uzun jî bir!
Sihara zû, pîştî sê çar qurtê ji kahweya tahl û du sê hilmên mişt yê ji çixareyê, bêyî ku avekê li dev û rûyê bikim, bi lez min berê xwe da ser maseya xwe ya ji ya Mayakovskî firehtir û mezintir!
Heta ku kompîtur vebû û xêrhatin da min, çixareya di arîdankê de vezilayî ta bigihe boçikê, bû xwelî!
Min di xwe re nedît ku yeke din vêxim.
Jixwe her çixareya ku vêxim mîna pûşê tu êgir pêxî, bêyî ku tahmekê jê bikim û jê têr bibim diqede!
Her ku xanima min dibîne ku yekê ji yekê vêdixim, bi awirine mişt pirs berê xwe dide min û dibêje, "erê"te dîsa agir bi cixareyê xistiye!?.
Ji bo ku xwe biparêzim û di vê babetê de pê re nekevim heft û heştê, ez jî her xwe bi vê hevokê diparêzim:
Erê! heta ku ew jî agir bi min xwe!
Jixwe, nivîsa bi navê "Ezmûnek Testî û Pêşniyarên Tewşo Mewşo" hema bêje min destê siharê qedendibû, û wisa, bêyî ku careke din di ser re biçim û bêm, mîna ku bixwazim ji stûyê xwe derxim, min ji Cemîlo* re şandibû.
Lê çîrokeke min a nîvco mabû: Girtî
Ji qewla Suzan Samancî çîrok; "xwişka pordirêj ya helbestê" her ku min dixwest "porê wê bi ser wê
de kur bikim" û bixwazim bişibînim çîrokê, wê dixwest bibe helbest! Di gel ku ne carekê ne deh caran min jê re digot tu yê bibî çîrok, wê fitlek li xwe dida û bi xwe re berê min jî dida çalên helbestê! Vê siharê jî li min wisa kir. Min jî bi kerb pê li qipçoka girtinê kir, mîna navê wê min ew jî girt, û min berê xwe da dinyaya înternetan; ka leşkerê tirk quliptiye pişt sînor an na!
Mala Xwedê ava, min dît ku hê bi timametî dîn nebûne, min jî bêmitale berê xwe da deriyê Diyarnameyê:
Li qorziya hêla rast, min dît ku xoşewîst Medenî Ferho ? yek ji wan kesa ye ku min dihesidîne genciniya peyvên xwe- bi nivîseke din ê babet-ziman li tevî nîqaşa ku didome bûye. Xweda heye, bala min pir kişand. Li gorî wî "nivîseke dirêj", li gorî min ji "miştaxeyeke bi berke" bi carekê têr nebûm; cara duyem noqî "xils û heb û gwêşiyên" gotarê bûm. Di wê hînê de, di wê kêliya ku min dikir dawa xwe bidim ber "mewîjên" lib libî, bû zire zira telafona malê! Bêhemdê min peyva "lahewlawela" pekiya ji devê min. Neçar, rabûm ku sewtka telefona mîna giriyê zarokek qebîh bibirim, min dest avêt destkê telefonê:
- Elooo.
- Baba, tu li mal î?
- Belê canê'm!
- Baba, Memet Uzun miriye!
- Na looo!
-Belê baba?
Xemgîniya di dengê Behramê kurê min de dişibiya xemgîniyeke kurê ku li ber mirina bavê xwe bikeve!
Ez ji vir serxweşî û sersaxiyê didim xanima Memet Uzun, Zozan û şîrînên ber dilê wî Zerya û Alan,û dibêjim Xweda wî bi rehma xwe şa bike, kuleke mezintir nede mirov û dost û hevalên wî.
11/10/2007 / Amed/
*****
Xewneke xwe?
15. 09. 2007
Arjen Arî
Derengê şevê dema ku min e-nameya xwe vekir û lê nerî, piştî xwendina du sê e-nameyan û bersivandinan, vêca min li deriyê Diyarnameyê da. Ronî'yê (bê)War bi "Darik", serê "dêrik" di nava "heft tiştên ku ji hev têr nabin" radikir, pênc tişt didan alî, û bi diduyê mayî re berê xwe dida "çaverêtiya" zarokan?
Wekî nûçe, beyana Şaredarê Şaredaran kir ku di ber xwe de biponijim:
Li gorî nûçeya Diyarnameyê, Rêzdar "arîzeyek" mişt gilî û gazinc amede kiribû, û li hêviya Serokomarê nû Abdullah Gul bû, ku "teşrîfî" "fetha" bajarê "keleh" bike!
Bi qasî ku min ji vir û wir şopand, bajarê bi sûr û çarmedor ?keleh?, li balefirgehê bi daxuyniyekê veguherandibû "qeleyê" û xwe jî kiribû "qalecî"!
Tirsa min ew e ku bi hatina Gul re "qelecî" golek din bixwe!
Şîrovekirina vê serdanê, bila ji şîrovekar birêz Ahmet Aktaş re bimîne, da ez dagerim ser sedema heremolîbûna xewa xwe:
Xwezî min vî wextî, vî wextî ku stêrk kit kit xilmaş bibûn de, li deriyê Netkurdê neda!
Sernûceya Netkurdê ya ku xewa min a revokî revand ev bû:
"Serokomarê Iraqa Federal: Durustbûna dewleteka kurd a serbixwe li herêma Kurdistana Iraqê ne mimkûn e!"
De were û razê!
De were û negaze!
De were ji vê "mirîşkê"re nebêje "qaz e!"
Mamê maman vê "nemimkûniyê" jî wiha rave dike:
"Ji alî cografî, siyasî komelayetî û aborî ve hîç îmkanek ji bo dirustbûna dewleteka kurdî ya serbixwe li Iraqê tune ye."
Pêşiyan gotine, "di newalên kûr de ranezê, da tu xewnên kûr nebînî!"
Xewna geyê bihar e.
Ya kerê boz qîvar e.
Ya "serî" axeke "çar nikar e!"
Ji vê axa "çar nikar" li derdora Lîcê dibêjin, " biçûk hewisî, mezin reqisî!"
Mamê ku li hêviye ye kurdên ku mîna min "xewn" ji xwe re kirine nanê tisî, "xewnê" li xwe "heram" bikin, negengaziya "xewnê" wiha vedibêje:
"Ez her gav ji wan kurdên neteweyî yên ku doza serbixweyiyê û ragihandina dewleteka serbixwe dikin dibêjim, eger me serbixweyiya xwe ragihand û Sûriye, Îran û Tirkiyeyê ne ku şer li hemberî me derxist belkî tenê abluqe li hember me îlan kir em ê çawa bijîn, çawa biçin derve, alavên jiyanê em çawa bibin û bînin."
Dibêjin "mêrik li mahneyekê bû, rabû ji jina xwe re got tu hevîr dikî, lê çima tu quna xwe dihejînî?"
Sedem-mahneyên (ne)Mamê min ne bi tenê xewa min revandin; kir ku hişê min sohbeteke di navbera şa?irê gewre Hejar û Barzaniyê nemir de bûyî, bîne bîra min:
Di rojeke ku Hejar û Nemir li ser ?çarenûsê?sohbet dikin de, Hejar baweriya xwe wiha der dike: "Ne ji mafê kudan e ku ji xod-muxtariyetê pêve doza daxwazeke din bikin!"
Pêşewa, bi nazenînî dipirse:"Bo çi Hejar?"
Şaîrê bi nav û deng û li ser Kurdistanê mirî, vê bersivê dide: "Kurd ku serxwebûnê bixwazin, dê bênefes bimînin; behra wan nîn e!"
Barzanî, hebekî matmayî, hinekî heyirî li Hejar dinere, û vê dibêje: "Qey tu nizanî ku sînorê Kurdistanê digihe Behra Spî, Hejar!"
Ez ne şehitim, sala 93 bû.
Abdulah Keskîn edîtorê rojnameya Welat e, hevpeyvînekê dike bi Sekreterê Giştî yê YNK?ê Mam Celel re.
Hevpeyvîn hevpeyvîneke dûdirêj bû; lê pirsek û bersivek di bîra min de her ma:
Keskîn, dipirse: "Mam Celal, bo Kurdistaneke yekbûyî, bi al, serbixwe hûn ê çi bibêjin?"
Mam Celal xwe bi qapanî vediparimîne, û dibêje:
"Xewnek xweş e" xewnek xweş e!?
Wisa dixuye ku Mam Celal nema "xewnên xweş" dibîne!
Û bi ser de dixwaze ku qewmek ji vê "xewna xweş" bê par bimîne!
Ez ê doza pahra xwe bikim, min şol bi Mam Celal nîn e!
13/09/2007/Amed
*****
Sê nav: Hesarî, Seyda, Cegerxwîn
10. 09. 2007
Arjen Arî
Ne ji bo ku di pirtukan de bême hepskirin dinivîsim
yan jî ji bo şagirtên binevşê;
bo yên ku dê biçin û bên,û pêdiviya jiyînê:
weke avê, weke heyvê,û pergala ku nayê guhertin
û bo nan,bo şerabê,û dibistanan
û gîtarê,û hacetên destan.
Pablo Nerûda
Hemdemê Seyda Cegerxwîn helbestkarê Amerika-Latînî, "albatrosê" helbesta Şîlî Nerûda ne di destpêkê de; piştî demeke dûdirêj navê Pablo Nerûda li binê helbesta xwe bi cih dike.
Jixwe Nerûda paşnavê helbestkarê Çekî Jan Nerûda ye. Nerûda ji vî navî û ji vî helbestkarî pirr hez dike.Ev hez dike ku Nerûda li şûna navê xwe yê resen Ricardo Neftali Reyes Basoalto navê Pablo hilbijêre û paşnavê Nerûda bike nav û nasnameya helbestkariya xwe.
Çi di wan deman de çi niha/îro, gellek şaîr û nivîskaran nav û paşnavine remzî/çêkirî/ê hinekên din? ji xwe re hilbijartine.
Ev rewş di Şiîra Dîwanê de yekcar eşkeretir e.
Di şiîra kilasîk de kêm şa?iran navên xwe yên resen hilgirtine rêz û malik û bendên helbestê.Ev şêwe helbest,yanî helbesta kilasîk bi qasî qalib û şêwehuner û hunerbaziya helbestkarên xwe, bi navên şaîrên xwe yê remzî/mahlasî jî balkêş e.Bikaranîna navê mahlasî,ne tenê taybetiyeke helbesta kilasîk î kurdî ye;şaîrên Ereb,yên Faris û yên Osmanî jî ev yek kirine.
Di helbesta kilasîk î kurdî de hin şîran çendî navên xwe ye tewaw; weke Hecî Qadirê Koyî, Şêx Riza Talabanî, Baba Tahirê Uryan/Hamedanî dîwan li dû xwe hiştibin jî;van şaîran di rist û malik û çarîn û bendan de navek bi tenê:weke Koyî,Tahir,Riza bikar anîne. Bi baweriya min ji helbestkarên kilasîk î kurdî yê ku di şiîra xwe de sê nav li dû hev; carinan cuda cuda,carinan di bendekê de li dû hev;pirr caran li ristê daraştî bikar aniye Mele Şêxmûsê Hesarî ango Cegerxwîn e.
Cegerxwîn çîroka bidestxistin-belkû bikaranina vî navî-di helbesta xwe ya bi navê ?Ez û Gûndê Hesarê? de weha eyan dike:
??????..
??????..
Ji sala bîstûçara
Ketim rêza hişyara
Ji bo jîn û felatê
Ketim nav kêferatê
Ji çîroka Mem û Zîn
Navê xwe kir Cegerxwîn (Şefaq,Rp.96)
Seyda di rist û malik û çarîn û bendên helbesta xwe de, herî zêde çendî wekî mahlas Cegerxwîn bicih kiribe jî, di gelek helbestan de em li navine din yên remzî/mustear/li xwe kirî rast tên:Weke Şêxmûs(navê resen),Mûsayê Hesarî(cihê ku jê ye,gundê wî)Hesarî û Seyda!
Ku;em hemû helbestên Cegerxwîn raçav bikin,em ê li gelek cihan rastî vê rastiyê bên:
Ez Mûsayê Hesar im
Ji we tevan dilsar im
Lê ez bi we nikarim
Ez nizanim çi bêjim (Ronak,Rp.28)
Wekû ji çarîna li jor jî diyar e; Cegerxwîn di destpêka şaîrtiyê de mîna şaîrên berî xwe:Hamedanî, Herîrî, Xanî, Koyî? hewl daye navê xwe yê resen(Şexmûs) û navê gundê ku jê ye(Hesarê)di şiîra xwe de wekî remz bi cih bike,bi kar bîne.
Ev serencam heta çaxê ku biryara bikaranîna Cegerxwîn dide,dom dike:
Ne gernas im ne egîd
Ez Şêxmûs im bê mirîd
Lê dilewkim wek berîd
Ez nizanim çi bêjim (Ronak,Rp.28)
Şêxmûs û Hesarî yê ku piştî xwendina Mem û Zîn biryarê dide ku navê Cegerxwîn li xwe bike,bi pêvajoya helbestê re mahlaseke din bi dest dixe:Seyda!
Şêxmûs û Hesarî û Cegerxwînê ku piştî demekê di nava gel/xelkê de bi çavê "seydatiyê" lê têt meyzandin- ku ev yek jî ji hêla gel ve pejirandin û pesenkirina şaîrtiya wî ye-êdî di ristê de navê/remza Seyda li gel Hesarî bicih dike:
Ê ko bê kuştin cihê wî bihişt
Dîwana Seyda jê re diyarî
Cegerxwîn bimrî negihê doza xwe
Gorî serê we pîrê Hesarî (Ronak.Rp.69)
Kêfa Cegerxwîn weke mahlas, ji Cegerxwîn bêtir ji Seyda re têt ku vê remzê di gellek helbestên xwe de geh di malika dawî de,geh di du-sê malik û bendan de bicih dike:
Di xezel û qesîdeyan de di malika dawî de:
Ji rengê sihrê harûtî te reşçavê xwe kil da ye
Kevanê ebriwê reştûj bi ser xalê de hildaye
?????????????????
?????????????????
Ditirsim ez bêjim lê dilê xanim nexweş bî pê
Meraqa maçeke Seyda mexeyde hêj di dil da ye (Kî me Ez,Rp.220)
***
Kî dizanî ka çira yar xwe ji min wer dûr dikî
Awirek çavên belek dil perçe perçe hûr dikî
?????????????????.
?????????????????.
Min ji wan çavên belek sed sed ah û nalîn roj û şev
Lê evin pêlan didi,wek Dicle û Xabûr dikî
Ma ji vê xûnxwariyê cerek kesî karek diye
Ez bi qurban bo çi Seyda dilkul û rencûr dikî! (Kî me Ez,Rp.244)
***
Dilo mizgin li te şabe,ko dektora birînê hat
Derefşa Kawa hilgêve şahînşaha evînê hat
?????????????????..
?????????????????.
Evîna ber dilê Seyda ji lêvan şerbet û mey da
Perî bû yan zerî bû, di roja cejn û înê hat (Kîme Ez, Rp242)
***
Xeyda ji min xeyidye nizanim bo çi hew tê
Zanim ji ber diya wê, ne ez diçim ne ew tê
?????????????????
?????????????????
Ristan ji mir dibêjî şekir ji dev dirêjî
Ceger li min dipêjî,ji dil me nal û tew tê
Padîşahê hebûnê carek were tu rûnê
Seyda mekûj bi çûnê,soza te bê derew tê (Kî me Ez,Rp.29)
***
Ji bo ko roj herî ava li dil carek bibî şevreş
Du biskên wek şev atarî bi ser dêman de berdane
??????????????????
??????????????????
Ji bo dil heyverona min tu derman î se bona min
Wejîn û kuştina Seyda di lêvên wek şekir da ne
???????????????????
??????????????????? (Kî me Ez, Rp.250)
Di bendên çarînî di çarîna dawî de:
Welat va me ez şewitîm
Da ko tu zû rûgeş bibî
Ez tême kuştin çarkenar
Da ko tu zû dilxweş bibî
????????.
????????.
Gazî dikir min xwendawar
Her dem li van min kir hewar
Hêvî ji kê bikim niha
Seyda jî wer bê hiş dibî (Aştî,Rp.52)
***
Berî çil sal me ew xwest û
Bi xeyd go:sêwiya nakim
Me go:Bê cî û bêar im
Kenî,go:Bê ciya nakim
?????????.
?????????.
Me rîş û cibe avêtin
Du gund ava kirin carek
Go:Seyda ev çi dolab in
Nizanî gundiya nakim! (Aştî,Rp.58)
Di du sê malikan de:
Ne tenha pîr buwe Seyda berê rojê li ava ye
Meger jar û birîndar e ji tîrên herdu çava ye
?????????????????..
?????????????????.
Her gernas di vê rê de tê kuştin her dem û gavan
Belê Seyda siwarê wan hemî gava û nava ye (Kî me Ez,Rp.280)
***
Şerab û şerbeta sêva ji lêvên erxevanî da
Bi wan destên spî dilber bi cama zêrveşanî da
?????????????????
?????????????????
Li pêşber min kete kursî evîna dil ji min pirsî
Go: Seyda qey tu natirsî? Me bersiv pêhlewanî da!
???????????????????..
???????????????????..
Go: Ev rast e, tu Deyda yedilê xemgîn tek ey daye
Te mal û can û mil daye,belê wek Berdeşanî da
Bihayê wan şevên tarî evîndarî û xemxwarî
Ji Seyda re du sêvên sor diyarî û nîşanî da
?????????????????
?????????????????
Ji lew Seyda evîndar e diristê de pesindar e
Gelek pesnê xweş û şêrîn,gelo ma kî nizanî da? (Kî me Ez, Rp314)
***
Di du sê bendan de:
????????.
????????.
Go: Bêje ka Seyda çi ye
Bêxan û mal û bê ci ye
Bê pera û bê xercî ye
Min go.Ji Şahan qencî ye
Daxwaz me dêmê gurcî ye
Lê ên wekû narincî ye
Min dil ji wan re birçî ye
Heta nedî naçim ji rê
?????????.
?????????.
Min go: Bi qurbanê nebî
Dil bigirî carek,tewbe bî
Seyda li ber der kole bî
Her dem li dîwana te bî
Heta spîdê ranebî
Guhdarê fermana te bî
Herçi tu bêjî her we bî
Ey gewher û taca serê (Kîme Ez.Rp.225-226)
***
Cegerxwînê ku Seyda ye ango Seydayê Cegerxwîn
Piştî ku di nava gel de weke şaîr namîdar dibe û têt naskirin, helbestên Cegerxwîn ji hêla kurdperwer û dildarê helbesta kurdî ve têne jiberkirin,li gund û navçe û bajarên Kurdîstanê mîna çîrok û stiranên gelerî di mewayeke kurt de dibin malê gel.
Ev rewşa "rastewxo"taybetiyeke helbesta Cegerxwîn e.
Cegerxwînê ku xwe ji medreseyê "qewirandiye" û "cib û şaş" avêtiye û "şiîir ji ezmana daxistiye erda bi helbesta xwe serdemeke nû dide destpêkirin:Ev serdem di helbesta kilesîk î kurdî de serdema bicihkirina welat û welatperweriyê ye.
Wê demê bi qasî ku ji hêla hin derdoran bi navê "dîn", "bêdîn", "ji rê ketî", "kafir?" têt binav kirin jî,ev yek nikare bibe sedema ku helbestên Cegerxwîn li gel şiîr û qasîdeyên Xanî û Cizîrî ji hêla feqîyan ve neyên gotin û neyên jiberkirin.
Li vir divêt em ji bîr nekin ku Dîwana Cegerxwîn a yekem "Agir û Pirûsk" di sala 1945ê li Şamê têt çapkirin.
Yanî Melê Şêxmûsê ku di 24 saliya xwe de navê Cegerxwîn li xwe dike piştî helbestkariyeke dûdirêj,piştî 21 salên xitm dibe xwedî dîwan.
Jixwe dibe ku ji vê rastiye be; Cegerxwîn nexwestibe di hişê guhdar de şaşiyek pêk were,di helbesta xwe de remza Seyda geh bi tena serê xwe, carinan li gel hev, pircaran li ristê daraştî bikar tîne,û vê yekê dike qalibeke taybet yê rista helbesta xwe:
Seyda rast û ronî ye
Lewra Cegerxwîn namîdar
Zana dizanin ew kî ye
Ên ker dibêjin kafir e (Agir û pirûsk,rp48)
Seydayê rast û rastbêj yê ku bi navê Cegerxwîn têt naskirin êdî bêmitale û bê xem herdû remzan;Seyda û Cegerxwîn li gel hev dike yek kes:
Heçî maçek ji lêvan bir
Wekû sed maç ji laleş bî
Li ser pê ger bidî Seyda
Ewê dilxweş û rûgeş bî
?????????.
?????????.
Şeva tarî li min kir ro
Bi ken berjor kirin ebro
Me maçek xwestibû wê go:
Ji bo Seyda bila şeş bî
Cegerxwîn ko ji wan lêva
Vexwarî şerbeta sêva
Serî bir ber piyên wê ve
Jixwe wê mest û bê heş bî (Aştî.Rp.122)
***
Di destên min de melhêb e
Didêrim bêndera kayê
Cîhan tev toz û dûman e
Hemî jîn çûye ber bayê!
?????????
?????????
Eger Xeyda bidî Seyda
Ji lêvan şerbeta sêva
Ji rêve dê qiyamet bî
Li Misr û Şam û Bexdayê
????????.
????????.
Cegerxwîn e bixwîne ey
Delala nazik û dilber
Tu van ristên xweş û şêrîn
Bi saz û cumbiş û nayê (Aştî.Rp.106)
***
Evîn tu şêrîna min î
Şahî û mizgîna min î
Sorgul li ber bîna min î
Bê te me kengî tê tebat!
Seyda tu rêzanê min î
Seyda tu pêzanê min î
Hoste û hozanê min î
Peyvên te wek qend û nebat
??????????
??????????
Evin şewat û nuhtin e
Sed wek Cegerxwîn suhtine
Dermanê vî derdî t une
Her dem divêtin kêferat (Aştî.Rp.111-112)
***
Li gel vê şêwaza li jor, Seyda di gel ku remza Cegerxwîn bi kartîne,vê karanînê ne weke remzê; di wateyeke din de li ristê belav dike:
Di malikên xezel û qesîdeyan de:
Mala me xerab kir te bi hatin û çûnê
Wer rûne li nik min berî bimrim wer rûnê
???????????????
???????????????
Maçek bide Seyda û bi carek tu mexeyde
Sed heyf e ku dil bi kul herê bin ax û nebûnê
Hingî wekû sax e bere dilxoş û ciwan bî
Lê kengî serî danî bi carek meçe şûnê
Seyda ku ceger xwîn e ji tîrê birûwên reş
Dil jar e li ser sorgulê dêmên te dixûnê (Ronak.Rp.185)
***
Li min bişkîn du çavên fitneengêz
Bihara dil were em bibne hembêz
?????????????.
?????????????.
Bi wan destên spî mizde birînim
Bere Seyda wilo nemrî were têz
????????????.
????????????
Ji derdê te ceger xwîn e dinalî
Li ser bejna te çêkirine wî ev rêz (Kî me Ez,Rp.311)
***
Cejn e îro dûrîdest im lê dilim naxweş çi ye?
Ev cîhan yekser ji min re bê te ey mehweş çi ye?
??????????????????.
??????????????????.
Ez di vê rê de biriştim ceger û dil bûne xwîn
Min ji nû zanî evîna serxweş û bêheş çi ye (Kî me Ez,Rp.206-208)
***
Heval meyzê cîhan îro du bend û perçe û doz e
Li alîkî şefeq hilda, li alîkî reş û toz e
??????????????..
??????????????.
Meger Seyda ji tîr û avirên yarê ceger xwîn e
Belê pir payedar im ez ku tîravêj e amoz e (Kî me Ez, Rp.279)
****
Di bendên çarînan de:
Min ji nêv bostanê jînê
Her tenê yarek heye
Sohtime wê ez bi dînê
Dême ruhsarek heye
Wê ceger xwîn kir bê dînê
Agirek da ser birînê
Ah ji destê vê evîne
Pêt e dijwarek heye (Kî me Ez, Rp 247-248)
***
Li ser te dîsa qîr û şîn
Dîsa ji nû ve derbûn birîn
Cerg û hinav tev bûne xwîn
Bibihîze xweş dengê me jî (Aştî, rp 36)
***
Ji we ceger bi xwîn im
Çil sal e dil birîn im
Tarîxê rê me daye
Bêtir ji we dibîn im (Aştî, Rp. 34)
***
Welat bi min şêrîn û Zîn
Dil daye ber dax û birîn
Hetta ceger min bûye xwîn
Min dil tijî pêt û şewat (Aştî, rp14)
***
Li ser çiyan nal û girîn
Gûhdêrê qîr û deng û şîn
Bi berf û serma bin.bes e
Dîsa ceger tev bûye xwîn (Aştî, Rp.46)
***
Gava me ew gul bîn kirin
Sed kul di dil de şîn kirin
Can û ceger tev xwîn kirin
Wê nêrgiza yekta û ter (Sewra Azadî. Rp.208)
***
?????????.
?????????
Ger çi ku min bazar e dil
Pêt û birûsk û ar e dil
Paytext û warê yar e dil
Ahî ji destê te evîn
?????????.
?????????.
Em dê vexwin wer dîn bibin
Pir serxweş û bê dîn bibin
Can û ceger tev xwîn bibin
Ahî ji destê te evîn (Ronak Rp.164-166)
Digel vê şêwekariyê,Seyda di vê biwarê de şêweparêziyeke hişk nahimîne; di birrek cihan de weke ku hinek bangî wî bikin,û ew wan bi rist û malikan bibersivîne Cegerxwîntiya Seyda/Seydatiya Cegerxwîn derdixe pêş:
Tîran tu direşênî li dil begler û mîrê
Dil gazî û nalîne ji ber gezme û tîrê
??????????????.
??????????????.
Seyda Cegerxwîn e ji derdê te dinalî
Daxwaz çiye zan î me ji vê gazî û qîrê (Kî me Ez, Rp.198)
***
Lebxunçe û dêmsorgul û ebrû te ji nûnê
Ma dê çi bibî ger tu werî qasekê rûnê
???????????????
???????????????
Maçek ji du lêvan bide Seyda û du sêvan
Piştî ko mir û çû megrî qet meçe şûnê
??????????????..
??????????????..
Seydayê Cegerxwîn e dinalî wekû hayê
Sotiyê ji dil her weku êtûn û qalûnê (Kî me Ez, Rp.307)
***
Dev û lêvên şekerî bes bike inwanê xwezî
Çi dibî ko ji sereya cerekê bê bi dizî?
??????????????..
??????????????..
Seydayê Cegerxwîn rûstemê meydan bî çi karî
Dêwê spî ye çerxê felek destî bi gurz daberizî! Kîme Ez,Rp.210
***
Seyda Cegerxwîn bes bibêj
Çîrok gelek dûr û dirêj
Hingî tu gazinan dikî
Serê wî bêtir gêj dikî (Aştî Rp.86)
Ji bilî vê şêweya li jor,Seyda Cegerxwîn di gellek helbestên xwe de,di birrek malik û çarînan de di malikekê de Seyda,di yekê de Cegerxwîn bicih dike:
Di malikan/beytan de:
Bi min mizgîn gihiştî ko tu hatî
Li ser çavên me hatî pût û lat î
????????????
????????????
Bi lêvan dil bir,û sêv danê Seyda
Serî sor û binî gewr û xelatî
???????????
???????????.
Cegerxwîn şa bike carek bi hembêz
Li ber destê te ez rûnim bi Tatî*Kîme Ez,Rp.261
***
Li Seyda ger tu bipirsî can qelabendê Siweyda ye
Ji min carek mexeyde da nebêjim ko tu Xeyda ye
???????????????????
???????????????????.
Di piştî kot e dil kuştî ji nû tê serxweşî xanim
Ji lêva şerbeta sêva didî Seyda çi feyda ye?
????????????????..
????????????????.
Hemî kes dilbijê wê bejn û bala wek neya avî
Tenê ê ko perîşan û ceger xwîn maye Seyda ye
Ji roja ko me dil dayê me can da destê zîbayê
Cegerxwîn daye nav dafan di benda zilf û qeyda ye (Kî me Ez, Rp.310)
***
Bi ahê herdu biskên xwey di reş ke
Dilê xemgîn biyek maçê tu xweş ke
Ji jana te cihan mişt bûye îro
Li Seyda jî bibarîne du peşke
???????????..
???????????..
Wekî roj î,te ronî daye her kes
Gelo Seyda xwedî par û bi pişk e
????????????.
????????????.
Cegerxwîn im nema zanim çi bêjim
Tenê zanim dilê yara me hişk e (Aştî.Rp.117-118)
***
Di bendên çarînan de:
????????.
????????.
Te maçek da bi şîranî
Me can û dil li ser danî
Û gawir hêj dibê kanî
Te qatek da bi sed qatî
Bes e Seyda çine gazin
Di dil de tîr,rim û bazin
Me xew nayê çilo razin
Di vê cengê de: Şah mat î!
Xerabat im li meyxanê
Me mey da Ehmedê Xanê
Cizîrî firke fincanê
Ji kûp û kûzikên Batî
Cegerxwîn bes bike forta
Tu pîr î lê wekî xorta
Te dil da ber şiv û rota
Bi xwe kohê Erarat î! (Ronak.Rp.167,68,69)
Cegerxwîn di serdema xwe de bi helbesta xwe ne tenê li ser erdnîgara Kurdîstan;bi tewahî li Rojhilata Navîn û li derûdorê babelîskeke helbestî rakiriye.Piştî Ehmedê Xanî yek ji navdartirîn helbestkarê kurd e Cegerxwîn.Û wî bi zarê xwe yê şîrîn, fesîh û zelal sebebê hêsan- zimanî û zelal-ristiya helbesta xwe, ji ber ku bi van malikên li jêr pêşkêşî me dike;bivê nevê rêya rexneya hûnerî li ber rexnegiran digire:
Dil vegeriya ji nezma xweş lugat
Hate ser nezma ku sê car faîlat
Wextê min dî qewmê kurdî pirr delal
Ew di nêv ehlê cîhan de bê heval
Ba sexawet ba diyanet ba hiner
Min li goşê lewhê qelbim kir xeter
Ko beyan kim esl û ewsafên di wan
Milk û hikm û padîşah û her zeman
?????????????..
?????????????.
Ez dizanim ehlê çend esrên berê
Bê teesib guh nade ne vê dirê
????????????.
????????????.
Vê ji yaran hêvî sed carî dikim
Zêde sed şukrî ji heqbarî dikim
Ko hezar û sêsed û hem çil û heşt
Bu ji Mûsayê Hesarî ev nivişt (Kî me Ez, Rp.318-319)
Malikên helbesta Seyda yên li jor,kêm zêde sedemên Ehmedê Xanî yên bi kurmancî nivîsina Mem û Zînê tîne bîra me. Jixwe min di nivîseke xwe de gotibû:her helbestkar bi qasî xwe tevahiya helbestkarên berî xwe ye.Cegerxwînê ku di rista helbesta xwe de raste-rast û eşkere gotibe:
Ne peximberê me ne Mezdek û Manî
Yek rêberê me heye Seydayê Xanî...
?.êdî ew Xanî ye,Cizîrî ye, Bêkes e, Hejar e ?û li dû welêt axîn û keser e,li dû yarê de qîr û hawar e;Şêxmûs e,Hesarî ye,Seyda ye,Cegerxwîn e:
Ji dostê re çi rêkim ez diyarî?
Diyar e yar dixwazî min bi yarî
???????????..
???????????..
Bi wan lêvên şîrîn go:Rabe Seyda
Tu serbest î, ji min çibkî,dikarî
Me talan kir ber û bîstan bi carek
Kenî û go:bes e rabe Hesarî!
Me go:Gorî Cegerxwîn bû, di vê rê
Bi dest nayê wekî îro tu carî (Ronak.Rp.145)
*****
Ev erdnîgarî ji zaliman hez dike!
26. 08. 2007
Arjen Arî
Wêneyek: Çar kes, benên stûr " û stûyên bi ser milan de xilyayî?
Pê mîna ku bixwazin ji laşê daleqandî xwe vebirin, di hundirê şal û pantûran de rip î rast, berê her yekî li hêlekê, pêlavên di pêyan de sernişûv ew e ku ji ligan de nakevin!
Weneyekî din heye di hundirê wêne de: Bi sedan kes yek di pêşiya yê din de li qada pêşandana dardevekirinê, destê hinekan li ber rû, yên hinekan şemitîne binê bêrîkên mîna ku bêbinî bin!
Ev çend rehet in hinek; bi telefonên xwe yên mobîl geh ji bergehê, geh ji qamê, û geh jî ji kêlekê de dardevekirina çar mirovên dardekirî di mêjî û bîra xwe de jî "bi dar ve dikin"!
Kêlî diçin û bîstik dide dû bîstikê.
Zêdebûn dişibe xelekên kevirê ku li avê kevê!
Yek li ba jin jî hatine temaşeyê. Ne ji çarşefên reş ê qîrî be, kî zane ku jin in?
Bo îbretê wergirin li îbreta ku dikare bi serê wan de jî were, dinêrin.
Dinêrin; bêmane.
Dinêrin; bi awirine vik û vala!
Dinêrin; mîna ku mirî li zindiyan binêrin!
Li Rojava, welat û desthilatên ku hêza rêveberiyê ji navê Xwedê werdigirtin û dêr û qeran hevpişk; yek xwediyê şûr yê din xawênê kitêbê bû, di serdema qirnê 16'emîn de ma!
Wan, yanî Rojavayî ne wisa bi hesanî; bi kefteleftek pir, bi şer û pevçûn û berizînên navxweyî; piştî herikîna co û çemkên xwînê, azar û qir û qelenake pir, gihîştin asta îroyîn ya ciwakî, aborî û siyasî ?
Li gorî baweriya îslamî, Xweda erş û ferş bo xatirê Mihemmed Mistefa xuliqandiye.
Mihemmed Mistefa hem evdekî sereş e, hem jî sereşekî hilbijartî!
Xweda ji nava ew qas evdên heyî Wî wekî qasid hildibijêre, û Qur'ana Pîroz ayet bi ayet dinizilîne bîra Wî ya jiberker!
Ku bala we "mitalexwiran" kişandibe hûn ê bibînin, ku qewmên rojhilatî tev xwediyên pêximberekî ne. Di nava van qewmên mayî de yê ku bêrêber dixuye, bi qasî ku hîmê yek-Xwedatiyê ji hêla baweriya ola wan ve hatiye avêtin, lê belê pêxember û pirtûka wan ne 'meşrû'; û di Qur'anê de qala wan nayê kirin, mixabin dîsa kurd in!
Li vê herêma ku ji roja roj de dergûş û landika xwîn û êş û azarê ye de, cihû ji hêla qasid û rêberan ve dîsa ji qewm û nijadên heyî/mayî dewlemendtir in. Wekî gelek war û babetên din, cihû di vê biwarê de jî bi sê pêxemberan:Dawid û Mûsa û Îsa dorê nadin nijadên din.
Ji roja ku evda tenêtiya Xwedan hilbijartin û parastin, hewldana parastin û xwedîlêderketinê, bû sedema arîşeyên dûdirêj û nakokiyên kûr û dûr?
Xweda li Rojhilat, heşa hê jî "pêlîstokek" e!
Û li jor 'selikan çênake; dibîne bê kî û ne kî bi navê wî yê ezîm, destên xwe yên bi xwîn di xwîna kê û ne kê de dadikin.
Xwîn bi xwînê nayê şûştin, gotine pêşiyên mê yên têr-aqil!
Bi qasî çem û kaniyên li ser vê axê pir, xwîn hatiye herikandin li vê palê li vî çiyayî?
Bi destê kê? Bi destê yên ku dibêjin "paqijî ji îmanê ye"!
Wisa dixuye ku hinin dixwazin "îmana" xwe bi xwînrijandin û kuştina hinên ne li gorî dil û berjewendiyên xwe, qayim bikin, bikemilînin.
Ev erdnîgar ji zaliman hez dike!
Doh na, pêr bû; Esedê mezin ji pençeşêra xwînê, emr da haziran!
Melik Huseyn hata ku mir, Ezazîl ji çûn û hatina di navbera erşû ferş bi "bêhnefişkê' ket!
Pêşiyan gotine 'tîra Xweda di zaliman de naçe!'
Temenê van zaliman çendî dirêj e!
Hemû kolan û binkolan, hemû hêlûhol û meydan; her şeqem, her duriyan; li ber deriyê her dibistanê, her saziya desthelatî welhasil her serê qevzekê peykerek an sûretekî ji rûyê lihefeke kurmancî mezintir yê zalimekî?
Ev erdnîgar ji zaliman hez dike!
Di bin destê desthelata zaliman de em jî hînî zalimtiyê bûn!
Zalimên ku dikarê zilmê li jina xwe bike!
Zalimê ku dikare "bo çar qirûşan" birayê xwe bikuje!
Zalimê ku "xwîna hinekan vexwe", tîbûna wî neşke...
Berî 28 salan bû; Xumeyniyê Rêber wekî yekî "rizgarker" ji Frensayê hat û bû "Emr ul Alah"! Li tevî xelkê Eyran; hizb û partiyên wekî TÛDEH, PDK-Î, ZAHMETKÊŞAN ji ber destê zilma zalimên "ser bi "aş" dan "qaqa reş"!
Tûdeha ku wê demê li herêmê hizba herî bi hêz û zexm bû, di dema Xumeynî de bû çîrokeke hebû nebû!?
Ew jî nebes; hêz û hizra fundamantalist pî?tî pergala Komara Îslamiya Eyran her ku çû bi hêztir bû, her ku çû bû xwedî derûdor û hevalbend!
Li gor bîr û baweriya hin "bejik-alimên" îslamê, cîhad ne qediya ye.
Wisa xuyaye ku ev cure alimok heta ku yek sere?ê ku nebûbe misilman hebe, dê cîhad li dar be!
Tişta ku Hizbullah di herêmê de kir, ne derew e ne vir e; ne kêmtirî zilma bi destê "micewrên" Komarê hate kirin e!
Lê navçe û bajarên gorîdar yên wekî Nisêbîn, Elîh, Silîva, û hinekî jî Qoserê, nişteciyên ku "temenekî dirêj" û "jiyaneke qirêj" xwestin ji Xwedayê xwe, êvareke înê mûmek bi tenê jî bo "qurbaniyan" vênexistin!
Bi gotineke din; her kes bi êşa xwe re ma!
Hişmendiya "her çi ku çû tu mede dû" û "silav li sifra haziran" bû "manteliteya hevbeş" ya vê civaka ku dikaribû/dikare bo seyekî an mirîşkekê "qira" hev bîne!
Bi qasî birek gotinên din; peyva "Xwedê nehêle" jî lewitî bi dubarekirinê!
Li gorî serjimêriya ne fermî, di mabeyna salên 1991 û 97'an de 653 kes li nava Nisêbînê, li vê kolanê li wê kolanê, ronîvro li ber çavên mirovên hutm li erdê hatin ramedandin!
Dîsa, li gorî serjimêriya ne fermî, du mirov filitîn ji guleyên wan. Yek ji yên "filitî" ez im, yê din jî dibêjin yekî seyîd e!
Nan û ava me hê hebû ku ji ber devê lûleyên Teqarof û Heştûnîvê em filitîn.
Di zivistana sala 92'yan de bi qabanekî hêla çepê kun-kunî serad, bi çar birînan giham nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle.
Li ser maseya rontgenê du berik ji kincên min weşiyan. Polis bi min ve zeliqîn û gotin, "Ka yelekê te yê ku fîşek tê re naçe?"
Ya rast dixwestin vê bêjin:Tu çawa nemirî?!
Pêşiyan gotine, "yê ku Xweda wî nekuje, nayê kuştin"!
Yê ku dikuştin bi qasî ku dizanibûn xwîna kuştiyekî sed devehê di temenekî de, di rengekî de ye, dîsa jî dikuştin!
Dîmenê ku bû deliveya vê nivîsê wêneyek bû, wêneyekî ku şenqa çar mirovan "teşhîr" dikir.
Îranê dûr e, û çûna li wê bi xeter û tirs e!
Lê Nisêbîn, Farqîn, Elîh, Qoser.
Her û wer du sê saet rê ne ji cihê herî dûr.
Ku rêya we bi van waran bikevê, pejna marê ku doh di hinekan bihurî û bi gelekê mina min veda, û hê jî li kolanên wan navçeyan digere, û her êvar xwe li stûna deriyê malekê dipêçe, dê bê we!
Esseh dê bê we!
*****