Diyarname
Teatra Mencel êvara 26'ê mehê li Wanê promiyera lîstika xwe ya nû "Mirin û Keçik" li dar xist.
Teatra Mencel ku li Wanê kar û barên şanoyê didomîne îro lîstika Ariel Dorfman "Mirin û Keçik" ku ji aliyê Cemil Oguz ve ji bo kurdî hatibû wergerandin derxistin ser dikê. Lîstika trajîk-dram a yek perdeyî ji aliyê derhêner Nazmî Karaman ve hatiye amadekirin û bi rê ve birin. Temaşevanan eleqeyeke baş nîşanî lîstikê dan.
Di dema derbeya li Şîlî de jinek têne binçavkirin û rastî îşkenceyên giran tên. Piştî ku derbe bi dawî dibe û welat asan dibe jina ku ji ber fikrên xwe yên polîtîk rastî îşkenceyê hatibû, rastî îşkencekarê xwe tê û vê carê ew wî digire bin lêpirsînê. Helwesta jina ku îşkencekarê xwe digire bin lêpirsînê dê çawa be? Dê wî bikuje û tola xwe jê bigire yan efû bike? Dê encameke çawa derê? Lîstik bi zimanekî trajî-dram lîstikê, derûniya keçikê, yê îşkencera û rewşa wê demê baş tîne ziman.
Ji MA'yê hatiye girtin
**
Nûçeya Eleqedar:


