Diyarname
Piştî ku Pinar Gultekîn hat kuştin li Tirkiyeyê beşek mezin a jinan û her wiha hin mêran piştgirî dan Peymana Stenbolê ku ev peyman jinan diparêze. Li ser vê yekê di tora civakî de taga#İstanbulSözleşmesiYaşatır hat vekirin û li dinyayê jî ev yek deng veda. Ji lîstikvanên sînemayê Nicole Kidman, Eva Green, Charlize Theron, Michelle Pfeiffer, Juliette Lewis, Demi Moore, Jessica Biel, Florence Pugh, Jennifer Aniston, dîsa lîstikvan û stranbêj Evan Rachel Wood û Christina Aguilera jî piştgirî dan jinan. Gelek navdaran li ser hesabên xwe yên tora civakî meseleya Gultekîn anîn ziman, peyam belavkirin û piştgirî dan Peymana Stenbolê.
Navdaran bi taybetî wêneyên xwe yên reş û spî belav kirin û pêre jî peyama xwe.
Li Tirkiyeyê beşek oldar û çapemeniya alîgirê wan ji aliyê neyînî ve meseleyê digire dest û ji hikumetê dixwaze ku ji peymanê vekişe.
Peymana Stenbolê di sala 2014'an de ketiye jiyanê, 32 welatan ew îmze kiriye. Peyman, li dijî şîdeta li hemberî jinan hatiye sazkirin, jinê diparêze.
Li dinyayê bi ser van tagan re mesele belav bû?