Hilbijartina 7’ê mehê bû sebeb em careke din têkiliya demokrasiyê û ziman bifikirin. Qewimîn û morala tê jiyîn desîseyek e ku demokrasî di heman demê de ji bo ziman jî derfetên mezin diafirîne. Hilbijartin bi tenê bûbe sebeb ku însan bi moral bin helbet rojekê gavên demokratîk werin avêtin ê ziman bêtir bi rih û can be.
Yên kurdî bikar nedianîn bi kurdî diaxivin
Do (11.06.2015) li Alsancakê, li çayxaneyek bûm şahid, komek kurd, (ji ziman û rewşa wan xuya dikir ji zûde bû li Îzmîrê bi cî bûne) bi kurmancî hilbijartin şîrove dikirin. Hûn ê bêjin qey merîfetek pir mezin e! Belê, merîfetek e, bi awayek normal, heman kesan li Alsancakê bi rihetî bi kurmancî neaxiviyana û heta ji bo baş bi tirkî biaxivin wê hewl bidana.
Dîsa, roja li dû hilbijartinê jinikekê digot, gere em êdî bi serbestî bi zimanê xwe biaxivin.
Ev mînak bûn sebeb ez têkiliya ziman û meclisê ya ji bo moralê û li rewşa statuyê bifikirim.
Bi tevî morala tê jiyîn ger di demên pêş de di meriyetê de ziman bi hiqûqa fermî û bi hiqûqa xwe bigeşe dê statuyek zînetî mijara gotinê be.
Qedrî Yildirim wê çi bike?
Berî hilbijartinê birêz Qedrî Yildirim gotibû ez ê li meclisê serokomar û serokwezîr hînî kurdî bikim. Helbet em vê wekî henekekê têdigihijîn lê ku kesek wekî Qedrî Yildirim bibe sebeb ku hin xebat û çalakiyên di meclisê de bi kurdî wekî bulten werin weşandin ev çêtir û xweştir e!
Ger em hin polemîk û gengêşiyên di çarçoveya ziman-siyasetê de bi bîr bînin em ê karibin bêjin, li mekanek Kurdistanê her ku bi kurdî were axivîn jî ger problemên demokratîk hebin ev dibe sebeb ziman lawaz bimîne di mehneyek fireh de. Berevajî, ger li mekanek din hewlên ji bo demokrasiyê sereke bin û ziman di meriyetê de cî nede xwe ev jî dibe sebeb ziman bi halek kêmlaşî bijî. Hem ziman hem demokrasî, belê, ez jî wekî we difikirim ku kurd aniha vê têkoşînê didin.
Hukmê hilbjartinê wê li ser rewşenbîrî hebe
Hukmê hilbjartinê wê li ser rewşenbîrî hebe
Wê hukmê vê hilbijartinê li rewşenbîrî, nivîskarî û entelektueliya kurdî hebe; wisa, bi gelemperî beşên mijara behsê, wekî, nirxek moralê, rastiyek meşhûrbûnê, her xwe spart hêz û partiyan çi dîrekt çi jî îndîrekt. Xuya ye ku bi koalîsyonan re ê gelek tifaq û nêziktêdayîn biguherin. Piştî guherînan bawer dikim ku wê entelektueliya me derbarê problemên entelektuelî yên esasî de bifikire, li ciyê xwe yê esasî bisekine, li hemberî hemî partiyan bi heman mesafeyî cî bide xwe, bi gotina Umberto Eco, bi derxistina krîzan re karibe ji alî fikrî ve alternatîfan ve keda hişî tevlî demokrasiyê bike.
Nîşe:
Mijara nivîseke din referans bû. Ez ê ji mijarê bêtir di çarçoveya bîrxistinê de (berî niha jî bi awayek min behsa vê babetê kiribû) wekî nîşe hin tiştan lêkim:
Têgeha ‘ji rêzê’ di edebiyatê de rastiyek e; ev têgeh ne ji bo piçûkdîtina xwendevan e, ji ber awa û nêziktêdayîna xwendevaniyekê ev têgeh tê bikaranîn. Ew cure xwendin, xwendineke sayakî, bêlêpirsîn û bê analîz e.
Ji bo hin nivîsan jî em dikarin têgeha ji rêzê bikarbînin; heke nivîs bi îda û tespît bin û bêyî referans bin nivîsên wisa nivîsên ji rêzê ne.
Di civakên wekî civaka me de xemên ji bo referansan an tune ne an jî kêm in. Min di bîranînekê de xwendibû; rehmetî Mahmût Baksî li welatek, li zanîngehekê tevlî konferans an jî panelekê dibe. Tiştinan dibêje. Kesek, jê dipirse, referansên te çi ne? Rehmetî nikare bersiv bide.
Mixabin, bi tevî ew qas derfet û geşedanan jî heman problem bêtir di nivîsên ceribî û nirxandinan de xwe didin der. Qalib û biwêjên wekî, ji kêlekê ve diavêje, ji ber xwe ve dibêje, çi were devan dibêje, min got û çû, tu bêje hema çer lê hat… Belesev ne meşhûr in!
Ev adetek çanda devkî ye; di çanda devkî de çi bihata gotin piştî wextekê ew dihate ji bîr kirin. Bi gotineke din derew ba jî dihate ji bîr kirin. Di çanda nivîskî de nivîsa we weida nabe, nayê ji bîr kirin û wê rojekê çi bi erênî çi jî bi neyînî be derkeve pêşberî we.
Ev hal carna bêyî hemd an jî ji romantîzm û coşê xwe bide der jî hin caran bi hesabê sîmsarî ev têne kirin. Sebebek din jî, siyaset û hukmê meylên siyasî ne.
Yên sîmsarî dikin tu gotina me ji bo wan nîn e! Lê ku bi hesabên siyasî nêzikahî li metnên edebî were kirin di serî de xirabî li nivîskêr tê kirin.


