logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Kevneşopiya 120 deqîqeyî didome

Di Kûpaya Cîhanê her roj maçeke bi 120 deqîqeyî heye! Pêşî bi maça Brezîlya û Şîlî ev kevneşopî dest pê kir û dûre tîmên

  • Dîrok: 01/07/2014
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2014

Diyarname

Di Kûpaya Cîhanê her roj maçeke bi 120 deqîqeyî heye! Pêşî bi maça Brezîlya û Şîlî ev kevneşopî dest pê kir û dûre tîmên din dan dû.

Niha maçên Dora Duyem ên Kûpaya Cîhanê têne lîstin. 16 tîm ji bo derbasî çarîk fînalê bibin bi hev re dilîzin. Du xalên balkêş di van maçên dora diduyan de derketin pêş: Yek jê di maçên koman de gelek gol dihatin avêtin, di van maçan de gelek hindik gol têne avêtin.

Xala din jî ji 6 maçan 3 jê di 90 deqîqeyan de tu tîm bi ser neket û maç derbasî dema zêdek bûn. Di sê rojên ku her roj du maç ji bo derbasbûna çarîk fînalê hatin lîstin de her roj maçek çû dema zêdek û 120 deqîqe hate lîstin. Ev kevneşopî di roja yekem (28 pûşper 2014) , maça Brezîlya û Şîlî de dest pê kir. 90 deqîqeyên maçê bi 1-1 bi dawî bû. Di 30 deqîqeyên zêdek jî rewş neguherî û maç derbasî penaltiyan bû. Di penaltiyan de Brezîlyayê bi 3-2 Şîlî têk bir.

Di roja duyem (29 pûşper 2014) de vê carê Kosta Rîca û Yewnanistan li pêşberî hev bûn. 90 deqîqeya vê maçê jî bi 1-1 bi dawî bû û encam neguherî. Di 30 deqîqeyên zêdek de jî tîman ev wekhevî nekarî xira bike û maç derbasî penaltiyan bû. Di penaltiyan de Kosta rîka bi 5-3 Yewnanistan têk bir.

Û roja sêyem (30 pûşper), di vê rojê de jî Almanya û Cezayîr derketin pêşberî hev. 90 deqe 0-0 bi dawî bû û maç derbasî 30 deqîqeyên zêde bû. Almanyayê di 15 deqîqeyên pêşîn ên zêdek de golek, di 15 deqîqeyên din de golek din avêt. Di deqîqe 119'an de Cezayîrê bersiv da (2-1) lê têrê nekir. Bi vê encamê Almanya derbasî çarîk fînalê bû û Cezayîrê ku di dîroka xwe de yekemîn car ji koman derketibû û derbasî nava 16'ên serketî bûbû, got ji me ew qas.

Xala din a balkêş jî ew e, her roj du maç (li gor saeta Tirkiyeyê) saet 19.00 û 23.00'an de hatin lîstin, maçên ku derbasî dema zêdek bûn û 120 deqe hatin lîstin hemû jî maçên saet 23.00'an bûn. Hem sê roj dû hev her roj, hem jî her roj di maçên 23.00'an de ev rewş derket holê ku heta niha di dîroka Kûpaya Cîhanê de tiştek wisa nehatiye dîtin.

Du maçên dawîn yên dora duyem dê 1'ê tîrmehê di navbera Arjantîn û Swîsre, Belçîka û DYA de bêne lîstin.

Wekî notek: Heta niha Brezîlya, Kolombiya, Fransa, Almanya, Hollanda û Kosta Rîka derbasî çarîk fînalê bûn. Ji van tîman Brezîlya û Kolombiya (4'ê tîrmehê dê bilîzin), Fransa û Almanya (4'ê tîrmehê dê bilîzin), Hollanda û Kosta Rîka (5'ê tîrmehê dê bilîzin) di çarîk fînalê de bûn reqîbên hev. Du serketiyên maçên Arjantîn û Swîsre, Belçîka û DYA dê ji bo çarîk fînalê bibin reqîbên hev û ew jî 5'ê tîrmehê dê maça çarîk fînalê bi hev re bilîzin.


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Kûpaya Cîhanê 2014 - Nivîsên Dawî
news
  • 15 07 2014

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

news
  • 13 07 2014

Fînal: Wê Arjantîn an Almanya bi ser bikeve? Û vane hin îstatîstîk

news
  • 13 07 2014

Bundchena brezîlî û Puyolê spanî kûpa anî, Almanyayê ew girt

news
  • 09 07 2014

Panzêr ketin Brezîlyayê û ew tar û mar kirin

news
  • 08 07 2014

Favaroyên Kûpaya Cîhanê derdikevin pêşberî hev

news
  • 05 07 2014

Arjantînê Belçîka, Hollandayê Kosta Rîka şand mala wê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rojnamegeran der barê Arinç de doz vekir

ad

Li bajarên kurdan dê kîjan partî bi ser bikeve?

ad

19 tîmên bajarên kurdan dilîzin

ad

Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”

ad

Barzanî: Ji bo pêvajo bi serbikeve divê Ocalan azad be

ad

Ji çend waran ve nivîseke li ser êzîdiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname