logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Axa bê cin

  • Dîrok: 19/02/2014
Ji Başûr re, Rojavaye, ji Bakur re Başûr e û ji Rojhilatê re, Rojavayê Rojava ye, axa min...
Li gundan her dem Odeya herî mezin mazûbaniya mêvanan dikir, lê axa min a herî biçûk, mazûbaniya mezinan dikir...
Jinan nanê wan dipêjan, mêran ew dixwendin û zarok bi navê wan mezin dibûn..
Li Rojhilatê Dêrikê, ewr belavbûn, sayî ma, ezmanê wir..kon tenê ji seyranan re man, êdî avahiyên bilind hene..Dibe wan ewran di şeveke xapînok de xwe gihandibe hev û di koşeyeke dûr de xwe veşartibe û li benda roja xwe be..lê niha ezmanê Rojhilatê Dêrikê sayiye...
Bakurê Efrînê hîn jî ewr hene, her çiqasî niha reqereqa tavan nayê jî, lê bêdengiyeke bi saw serdestî wir e..
Ewrên li Rojhilatê Dêrikê bê dengê Tavên Bakurê Efrînê re girtin ser deşta bê derî..û ji Efrînê heya Dêrikê keliya..
Cinê vê Axê tunene ku bîra vê rojê bibirana..
Ji her çar hêlan de destên sor ketin hustê vê axê. Hinek derî li ber nan, hinek li ber avê û hinek jî li ber nefesê hatin girtin...

Tevî ku ji her deverê bêhtir vê axê limêj kiriye, lê dîsa jî Şûrê Omer di ser serê wan re bilind e û doza Eşhediyê lê dike..tevî ku axa herî têr e, lê hemû mehên wê Remezan bûn, dîsa jî bi kafirbûnê têne tawanbarkirin.
Çiqas pirin gunehên vê axê..
Hinek ji bo "Cuda" nebe wê dişewitînin, hinek ji bo bibe misilman wê serjêdikin, hinek ji bo jê re herin sicûdê, xwe dikin xwedayê wê..û hinek ji bo van tohmetan pûç bikin, bi hêsirên dayikên xwe, 3  gaz hizarê spî dikirin û bi axê ve dibin ax..

Ev axa ku deşt e, fêrî jiyana çiyan bûye. Ji Amedê fêrî berxwedanê bû. Ji Helebçeyê fêrî jiyanê bû, ji Mehabadê fêrî silava Alê bû...
Hemû çîrokên vê axa li binya xeta jor e, li ser teqîna mayînan û derbasbûna sînoran in.
Axeke qurre ye, axa min. Hinekî jî bi xwe bawer û pozbilind e...Ji serokan tije ye, ji nivîskaran lehî ye, ji hunermendan derya ye,lê ji kurman jî ne xalî ye..
Hinekî jî kawikiye, Cinên xelkê yên li ser singa xwe, cinê xwe dibîne..

"Ma ne dema li parçeyên din şer û girtin û talan bû, xelkên wir dihatin vir, niha jî dora me ye". Ev e bersiva pirsa ku bêyî tu bipirsî: Çima hûn vê axê berdidin?
Kawikiye, dil paqij e ev ax û mirovên wê, wan pariyê nanê xwe bi mêvanan re par ve dikirin, di dema tunebûna nan de, niha, mêvanên berê, mazûbanên niha, kurtêlên xwe wekî pakêtên girtî, davêjin ber "Sêwiyên Sûrî" yên ku bê qeyd û merc temenê xwe bi wan re parvekirin, lê niha ji bo nîvê temenê mayî jî ji jiyana xwe re bikin sî, wan kedî dikin.
Cinê vê axê tunene ku bizanibin çi dolab digerin..

"Derewan" jî dike ev Ax..nayê şewitandin, nayê serjêkirin, tenê pevçûnek di navbera "hinek" kurd û "komek" çekdaran de ye!!!!Divê ax sor, serî ji gewde cuda, malên şewitî, bên dîtin, divê ew çav ne çavên wê axê bin, yên ku wan dibîne, divê ne bi zimanê wê axê bê gotin..
Kes ji êşa vê axê bawernake, lê ji bîr dikin ku dema êş digihê zirveya xwe, tenê bi zimanê xwe mirov diqîre..
Cinên vê axê hebana wê serên jêkirî ax bi ax bigerandana, wekî Etaran wê êşa xwe bifrotana derdorê, bê hember, her êşek û bi carekê bawerî.

Hin Nivîsen Nivîskar

Salek...

  • 31 Berfanbar 2013

saleksalek tije derew, salek tije rastî,salek tije civînên bê encam,salek tije berxwedan, tije serhişkî,salek tije bawerî, tije bi xwe bawerî.Salek tije vekirin û girtina...

ŞIQAM

  • 21 Kewçêr 2021

Şiqam yan sîle. Her çiqasî ku ev wekî zoreke fîzîkî tê naskirin, lê ew bi xwe tije wate ye. Ji dardekirinê, ji gulekirinê jî bi watetir e. Her demê...

Zaravayên stranan

  • 23 Berfanbar 2008

 Stran, ne wekî roman. çîrok û gotaran e; hinekî wekî helbestê, ku helbest parçeyekî stranê ye, sînoran derbas dike. Yanî di hêla gramatîk...

Hemû Nivîsen Hekîm Sefkan / Tava Heyvê

Hekîm Sefkan / Tava Heyvê kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Şandeya Kurd a Bilind nûnerê min e'

ad

“Pêlên Eşqê” bi Latînî derket

ad

Rojnamegerên navdar jî ji karê xwe dibin

ad

Li Los Angelesê rewşa dawî çi ye?

ad

'Zerre' û 'Jîn' bi ser ketin

ad

Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname