Bedlîs
Yek ji bîranînên ji bo helbestvanê mezin Cegerxwîn hat li darn xistin jî li Tetwana Bedlîsê bû. Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê ji bo 38’emîn salvegera mirina Cegerxwîn li avahiya rêxitina HDP’ya Tetwanê çalakiyeke li dar xist.
Hevserokê Rêxistina Yeşiller Sol ê Bedlîsê Murat Şahin axivî hu got, “Ji bo em pêşengê têkoşîna xwe Cegerxwînî ji bîr nekin me çalakiyeke wisa li dar xist. Ji bo berxwedan, sirgûn û komkujiyên hatin eser kuran ji bo pêşerojê bêne ragihandin keda Cegerxwîn pir e.”
Paşê Serokê HDP’ya Bedlîsê Ahmet Sagniç axivî û got ku Cegerxwîn ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan saz bike di hemû jiyana xwe de têkoşiya ye. Sagniç wisa got, “Ji bo kurd bibin xwedî sitatuyê Cegerxwîn pir xebitî. Heta dema li Sûriyê bû di nav partiyên azadiyê yên kurdan de cih girt. Ji bo kurd bibin xwedî hişmendiyê berhev nivîsandin, di wan de li ser azadiyê sekinî.”
Piştî bernameyê xwendekarên Komeleyê helbestên Cegerxwîn “Jîn û Hebûn”, “Ey Xabûr” û “Evîna Dil” xwendin û çalakî bi nîşandayîna sînevîzyona ku li ser Cegerxwîn hatibû amadekirin bi dawî bû.
MA
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Sancar bi helbestek Cegerxwîn bibîr anî û bang kir
- Şeva bîranîna Cegerxwîn: Divê em siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin