logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin
news-details

Li Hesekê êrîş li dijî gelan e

Hesekê bajarê biratiya gelan e, bajarekî mozaîk e bi hemû pêkhateyên xwe. Tevahiya civaka Sûriyê ya dewlemend di bajarê

  • Dîrok: 22/08/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

HENÎFE HISÊN

Hesekê bajarê biratiya gelan e, bajarekî mozaîk e bi hemû pêkhateyên xwe. Tevahiya civaka Sûriyê ya dewlemend di bajarê Hesekê de dikarê bê dîtin. Ev pirrengiya vî bajarî di vê pêvajoya şoreşa Sûriyê de malovaniya projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê dikir û hîn jî dike. Bi rikeke mezin ketiye pêşbirka demokrasiyê ku bibe nimûne li tevahî Sûriyê. Ji ber baweriya wê bi jiyana hevbeş û biratiya gelan heye, her ku diçe ev proje heyatî dibe. Dema ev proje pêk were ji milekî ve statuya kurdan mîsoger dibe, ji milê din ve jî modela çareseriya pirsgirêkên li tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn. 

Îro di kesayeta şerê li Hesekê de, dixwazin vê projeyê têk bibin. Hêzên li herêmê û hêzên cîhanî yên ku temsîla plana statukoparêz û projeya Rojhilata Navîn a mezin dikin. Hêzên cîhanî ku dixwazin herêmê dîzayn bikin, hemû hewldana wan ew e ku bi awayekî pragmatîk hemû hêzên heyî bixin xizmeta planên xwe û bikşînin ser xeta xwe. Ev dewletên herêmê ku dagirkerên Kurdistanê ne, faktorên statukoparêziyê ne. Êdî dawiya desthilatdariya xwe dibînin û ji serketinên kurdan û gelên herêmê pir aciz in. Ji bo wê heta ji destê wan tê xwe didin bikaranîn. 

Gelên bakurê Sûriyê di nava van salên şoreşê de mohra xwe li bin serketinên mezin xistin. Mînaka wê ya dawîn jî rizgarkirina Minbicê bû. Bêguman Minbicê gelek formul guhertin, yek ji kelehên DAÎŞ’ê bû, hat fetihkirin. Gelên li Minbicê û bi taybet jinên Minbicê hatin rizgarkirin, êdî rizgarkirina herêmên Bab, Cerablûs û herêmên Şehba ket rojevê. Ji bo wê, hemû hêzên herêmê careke din tevî hemû dijminatiya di navbera wan de jî careke din li ser tunekirina kurdan û destketiyên wan hatin cem hev û xwestin vê berxwedanê asteng bikin. Ev êrîşa li ser Hesekê bi temamî di encama lihevkirina dewletên Îran, Tirkiyê û Sûrî de hatiye kirin. 

Hêzên koalisyonê û Rûsya jî ji vê êrîşê re bêdeng maye, yanî çavên xwe lê girtine, ji ber ku ev li hesabên wan jî tê. Niha mirov dikare planên wan bixwîne, mîna ku çawa di hemû pêvajoya şoreşê de Tirkiyeyê xwest şerê xwe yê bi PKK'ê re li Rojava bike. Lê Kobanî ev plan pûç kir, niha jî Îran dixwaze hevkarên xwe çêke û şerê xwe çawa heta niha li tevahiya Sûriyê kir, niha jî dixwaze li Rojava bike. Dîsa rejîma BAAS ku li ber avê diçe destê xwe davêje mar, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, bi aqilê Îranê careke din bi Tirkiyeyê re li hev kir. Jixwe, daxuyaniya berdevkê artêşa wan ya doh tam bi zimanê tirkan bû. Ji bo Tirkiye nehêle hêzên me navbera Cerablûs û  Ezaz vekin, bi DAÎŞ’ê re li hev kiriye û wan herêman radestî çeteyên girêdayî xwe dike. Koalîsyon jî çavên xwe li vê yekê digire, cîhan jî tev bê deng e. Li hemû bajarên Sûriyê balafir lê didin, her kes qiyametê radike, lê dema mijar Şêxmeqsûd û Rojava be her kes kerr, kor û lal e.

Koalîsyona ku di hemû astan de hevkariya hêzên me dike û bi hev re îmze avêtin bin serketinên mezin, niha bê deng e. Ji ber ku Tirkiyeyê bixin bin kontrola xwe, dixwazin bi dirêjahiya sînorê Cerablûs û Ezazê 15 km fireh radestî çeteyên AKP’ê bikin. Ji ber ku ew jî naxwazin statuya me bê mîsogerkirin, dixwazin me wekî leşkerên xwe bi kar bînin. 

Lê em jî ji van hemû hêzan re dibêjin, kurd ne kurdên sedsala 20’an in, kurd îro pêşengiya şoreşa Sûrî û Rojhilata Navîn dikin. Herêm wê li ser destê kurdan demokratîk bibe. Rojava û bi taybetî Hesekê dibe model, ji bo wê jî hemû hêzên herêmê har bûne. Dîsa bila dewleta Sûrî ya xayîn ku di her firsendê de xedir li kurdan dike zanibe ku piştî wan balafir rakirin ser gelên me, êdî têkoşîna me ket qonaxeke nû. Wê kurd vê yekê ji bîr nekin û qebûl nekin. Serketin jî wê ya gelê me be.

jindasilan@gmail.com

22.08.2016, Yenî Ozgur Polîtîka 

Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Kadîr Stêra êdî bo me dinivîse

ad

Şêr şêr e: 1-0

ad

Talabanî bû Cîgirê Serokê Enternasyonala Sosyalîst

ad

Piştî Ronaldo Messi jî got 100

ad

Heyeta KCD'ê diçe Silêmanî

ad

Şampiyonî dawî ji xewê şiyar nebû: 1-5 (Vane golên maçê)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Di Kûpaya Cîhanê de maçên herî zêde gol hatine avêtin

  • 19 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname