logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Şaîrê berxwedanê: Letîf Helmet

  • Dîrok: 19/10/2013
Dema li bakur behsa helbesta modêrn ya bi zaravayê soranî tê kirin yekser navê nemir Şêrko Bêkes û Evdila Peşêw tê bîra her kesî. Bê guman ev tişteke asayî ye. Lewra heta niha tenê helbestên wan li vir hatine belav kirin û wekî dîwan çap bûne. Lê em baş dizanin ku bi dehan helbestvanên baş yên bi zaravayê soranî dinivîsin hene. Lê em bi ser wan ve nehatine. Ev jî bi ya min kêmasiyek mezine ji bo me û helbesta kurdî. Lewra, her yek ji me di wê baweriyê de ye ku helbesta kurdistanî encax bi nasîn, şirove, sentez û lêzêdekirina helbesta heyî pêk tê.
Letîf Helmet, yek ji wan şaîran e ku kariye pencereyeke nû ji helbesta kurdî (ya zaravayê soranî) re vekiriye. Wî berî şaîrên manîfestoya Riwangê amade kirine berê helbesta kurdî daye modernîteyê. Hem di hêla naverok, hem mijar û hem jî şêwazê de guhertinên berbiçav pêk aniye. Di vî warî de Ferhad Şakelî wiha dibêje: “Di nav helbestvanên îro yên Kurdistanê de, ez bawer nakim kesek bi qasî Letîf Helmetî, xwedan behreya şiîrî be. Di destpêka salên 1970’ê de, ew wekî taviyeke barana biharê barî û bi dirêjiya çendîn salan, bûbû diyardeka edebî di ferhenga kurdî de, rexnegir û rojnamegerên kurd jî, bi xwe û helbestên xwe ve mijûl kiribûn.”
Dema min helbestên Letîf Helmetî xwendin ez baştir pê hay bûm ku Şakelî çendîn xwedî maf e ku pesnê Letîf Helmetî bide. Berî her tiştî Letîf Helmet bi doza gelê xwe ve girêdaye. Hemû helbestên wî li ser êş, azar, xewn û paşeroja gelê wî ye. Mafdar e; bi salan e welatê wî li bin pencên dagirkeran de wêran dibe, birayên wî tên zindan kirin, kuştin, koçber kirin û bi hezaran birayên wî hê jî ji bo azadiya gelê xwe li çiya, gund û bajaran bi her awayî li ber xwe didin, dixwazin wekî hemû gelan jiyanek azad, aştiyane bijîn. Ew ne dijminê tu gelan an kesan e, tenê dixwaze wekî her neteweyî li ser axa xwe bi aramî bijî. Dema vê rastiya tehl dijî û dibîne û bêdengiya serdestên cîhanê tê bîra wî, wan aştîxwaz, peyamnêrên sextekar, demokrasî û peyamên wan wekî derewan bi nav dike û tifî wan dike; 
“Kê ev stran ji bo min vegêra!?
Kê roja xweziyên min, avête gewriya şêra!?
Gotin û galegal hemî derew in.
Civata Gelên Yekgirtî û serbestiya mirovî derew in.
Yasa... Wekhevî... Biratî...
Rewşenbîrî... xwepêşandan... Aştî...
Hemî propagande ne û derew in.
Dê vêca ey barûta tole û rastiyê
Di bahoza paytextê ronahiyeka nû de.
Tevan bipirtikîne,
Di wê xoştiviya têt û nayê de.”

Letîf Helmet, însanekî dilpak, cegerdar, mirovhez û xwedî bîr û baweriyeke şoreşgerî ye. Bi her helbesta xwe ya wekî ava ji zozanên welatê wî derbûyî zelal, herikbar û paqij êş, derd, kul û xemên gelê xwe yê belengaz û hejar dinivîse. Ne tenê eşkerekirina rastiya tê jiyîn her wiha handana serhildanê jî dike û berê gel dide şoreşê. Ev şoreş ne tenê li hember dagirkeran e her wiha li hember axa, began e jî;
“Min navê mîna parseka bikim û
Strana ji bo axa bêjim.
Da min nekuje, da bihêle di koçka wî de bipeyivim.
Ez ji we re dibêjim: Pirr rengî, mikyac e.
Ez ji we re dibêjim: Biazirin...
Ji dij nexşe û bacê.
Yaxî bibin ji meydan û geracê.
Mirov mîna amîreta dikeve herracê.
Yaxî bibin ji satûra sor bûyî bi xwîna Helacî.
Yaxî bibin ... Yaxî bibin
Ji Xudayê vî bajarî, ji Hecacî.” (11)

Belê Letîf Helmet, bi her awayî însanek rastgo, dînemêr, cegerdar, dilsoz û evîndarê gelê xwe ye. Ew di jiyana xwe ya rojane de her wekî mirovek ji rêzê jiyaye û wekî wan bi hejarî û rebenî jiyana xwe domandiye. Par dema min ew li “Konferansa Helbesta Kurdî” li Hewlêrê dît, min ji cil û bergê wî tê derxist ku ew çendî însanek ji rêzê û jar û hejar e. Lê ewqas jî nefspiçûk, sohbetxweş û mutewazî û xwedan helwest bû. Min kêm însan bi qasî wî bi helbesta xwe re bigunce û li hev bike dîtiye. Ango ew di helbesta xwe de çi bibêje, bi gor wê jiyaye û dijî. Ez dibêjim ku ev helbesta li jêr nîşaneya vê angaştê ye;
“Hejarîno...
Ger we hest kir, dengê min yê we nîn e.
Rengê min, yê we nîn e.
Ger we hest kir, xema min ya we nîn e.
Devê min yê we nîn e.
Helbestên min bidirrînin.
Mîna peykerekê kirêt, min biherrifînin.
Ger we hest kir, mîna we ne birçî me.
Ger we hest kir, li dervey zinca we dijî me.
Ger we hest kir, burjuwazî me.
Navê min, mîna jenga parey birrenin
Ger we hest kir, mîna we zehmetkêş nîn im.
Mîna hewe kaniya xem, jan û êşa nîn im.
Ger we hest kir
Min di dilê xwe de bikujin
Bi hevokeka mezin binivîsin
Şaîrekê tirsinok û derewîn mir...” 

Belê Letîf Helmet, şaîrekî hemdem, xwedanhelwest, dilsoz û dilpakek yê gelê xwe û helbestê ye. Dema mirov helbesta wî dixwîne hêz û şiyana mirov ji bo jiyanê digihe pîleya herî bilind. Çêj û tehma helbest û peyva kurdî dilrehetiyê dide laş û canê mirovî.


Nîşe;Min ev gotar li ber “helbesta hevçerx ya başûr” ku Xelîl Duhokî amade kiriye û di sala 2005’an de ji bo min rêkîrî bû girt. Ez spasdarê Xelîl Duhokî me ku ew û çend kesên din li min da naskirin.
 
berkenbereh@hotmail.com
 
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Dîroka helbesta kurdî-IX

  • 24 Avrêl 2009

Dîroka helbesta kurdî-IXQonaxa Hawarê Mehfura mirin min bi ken raçandJînê ez xapandim, min kes nexapandMîr Kamûran Alî Bedirxan Dawiya sedsala 19’emîn...

ÎRO

  • 25 Tîrmeh 2012

Dîyarî rojavayê dilê min yê îro bi azadiyê esmanê min nexşandî" ÎRO Min serê êşa xwe gurandberê bayê xwe guhertmin bi...

Çirûskên nûjeniyê

  • 24 Sibat 2009

Çirûskên nûjeniyê                         Dîroka helbesta...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Talebani emeliyet bû û ji nexweşxaneyê derket

ad

Ganî kirmanckî bibo ziwanê domanan

ad

5 mîlyar heb telefon diçin ser sergoyê

ad

Li Duhokê bi çek êrîşî YNK’ê kirin

ad

Wezîrê Tirkiyeyê bi Yaşar Kemal re hevdîtin çêkir

ad

Di lîsteya hilbijartinê de vaye rêza partiyan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname