Ji bo guhdarîkirinê:
Êvarekê dema Narîna Evdo bi temenê ku hê bi bêgunehiya zarokatiyê di çavên xwe de dijiya û bi xew vekiribû re, fahm kiribû ku cîhana wê bi tevahî dê bê guhertin û ji ya niha cudatir be. Dema kenê germ ê diya xwe, awirên kûr ên bavê xwe, dengê xwişk û birayên xwe, bi dilovanî di germahiya malê de pêçabû dît, dizanibû dotira rojê wê her tişt bêdeng be. Bêdengiyek wisa kûr ku parçeyek xemgîniyê dê di hundurê wê de bihêle, mîna tîre marekî xezeblêhatî di her şaneya laşê wê de asê bihêle.
Wê şevê bi nazikî, bi rihê zarokatî, bi çavên tijî jan, ji bo parastina laşê xwe yê biçûk li quncikeke malê, di hembêza xwişk û birayê xwe de xwe vehesandibû. Firokeyên bê mirov li ser asîmanê mala wan mîna stêrkên birqok teqemenî barandibû. Ji xeynî wê hemû endamên malbatê; dayîk, bav û heşt xwişk û birayên wê yek bi yek biribûn û ew bi tenê hiştibûn. Dîmena ku çavên wê dîtibûn, bi vê kabûsa herî xirab re tarî bûbûn. Jiyan ew qas hovane û bê rehm bû ku di rihê wê de mîna rûbarekî berxwe nedîtî herikî bû. Di wê kêliyê de bêhna mirinê ya sar wiha nêzîk bûbû, lê li hember vê nêzîkatiyê bi hêzek nedîtî û efsûn xwe li jiyanê girtibû.
Piştî bîst rojan çavên xwe vekiribû. Li ser bedena xwe ya biçûk û nazik şikestin, birîn û şopa derbên kûr ku hebûn dîtibû. Lê şopên berxwedan, biryardarî, hezkirina jiyanê û xewna pêşerojê jî hebûn. Ev şopên kûr ku dê li ser dest, ling û rûyê wê dirbeke mayînde bihêlin, nikaribû hêza giyana wê ya têkoşîna jiyanî bişikanda. Hêza tevahî artêşên cihanî, bêdengiya erdnîgarî û wehşeta qetlîamê çiqasî wê hejandibû jî, vîn û hêviyên di nava wê de mîna bişkivîna kulîlkan tov reşandî xwe li jiyanê girtibû.
Ew roj hatibû û xwe li ser kursiyeke bi teker dîtibû. Rojnamegerek mîqrofon dirêjî ber devê wê kiribû û bi dilekî taswas jê pirsî bû:
“Tu Narîn î?..”
Narîna Evdo tevahî hêza xwe dabû ser hev, kenekî efsûn bi ser lêvên xwe xistibû û bi awirên hêzdar li rojnameger vegerandibû:
“Belê ez Narîn im!.. Narîna Evdo, ya Rojava, ne ya Bakur!..”
Rojnameger şaş û metel mabû û bê hemdê xwe gotin ji devê wê pekiya bû û gotibû:
“Çawa!..”
Narîna Evdo bi heman hêz û qudretê lê vegerandibû:
“Narîna Bakur jî wekî min bêguneh bû, lê xwediya wê hebû. Wê tevahî heskiriyên xwe li dû xwe hişt û çû. Lê hezkiriyên min tev çûn û min bi tenê hiştin. Bêxwedî mam. Cejn û Newroz li min herimandin. Tê vê peyama min jî di çapemeniya bêdeng, ker û lal de ragihînî, ne wer?..”
Rojnameger bi heybetiya şaş û metelbûnê ket sekrata ricifbûnê û bi yek carê gotin guherand û got:
“Keçê, tu ji vir derkevî tê biçî ku, an jî tu dixwazî bibî çi?”
Gava çavên xwe yên nazik, bedena xwe ya biçûk, birîndar û bi laşê xwe yê qels, lê bi hêza baweriya xwe ya xurt li rojnameger nêrî û bersiv dayê, her çend li rûyê bi pirsa guhertoya seqemî rast hatibû jî, lê bi hemî bedewiya xwe mîna şitlên kulîlkên zer-mest kenek efşûnî belav kir û forand. Ken bi tîrêjên roja ku di nav wan de derbas dibû kir hêzek ku dinyayê bihejîne. Û gotinên ji nava lêvên wê bû nêrîn û xwestekek herî pak û xurt ku xwe bide der, gotibû:
“Ez dixwazim herim malê!.. herim dibistanê!..”
“Tu herî dibistanê tê bibî çi?”
“Ez dixwazim bibim doktor!..”
Narîna Evdo tenê xwe li jiyanê nagire, hêvî û xewnên xwe jî dibîne û rave dike. Rojekê, hêdî hêdî wê baş bibe, şopa bi demê re çûye bi hestên xwe re bihûne û bi berxwedan, hêvî û evîna di nava xwe de bi van nêrînên hûnayî ji holê rake û bin ax bike. Tenê dixwaze bibe doktor!.. Biryar ji berê ve daye ku li Rojava bibe giyanek, bibe awirek, bibe jiyaneke nû ku cîhanê li ser maseya emeliyatê derman bike û ji nû ve xwebûnekê biafirîne.
Bi van ramanan û vê giyana xwe ya biçûk, lê bi berxwedana xwe ya mezin wiha xwe li jiyanê digire. Û roja wê bê, birînên xwe yên kûr ku hêdî hêdî qalik digire, wê bikewîne. Birîn û êşa malbata Evdo û gelê xwe wê wiha derman bike, ta ku tevahî xaka Rojava ji vê êşa xedar xilas bibe. Ev roj jî dê bibe Cejn ku heyfê ji roja ku cejn û Newroz pîroz nekiribû hilîne û wê pîroz bike.