Hûn veciniqîn? Ev çi ye hûnê bêjin...belkî bakuriyên ku bûne evîndarê soranî, wê bêjin ev bi soranî ye.
Lê yên haydar wê hêrs bibin.
Ên ku bixwazin hêrsa wan zêde bibe bela nivîsê bişopînin...
Di serdana xwe ya Huner Muzikê de, berhemên dawî, diyarî dane min, mala wan ava..di nava wan de berhema Agirê Jiyan(ê) jî -De Were- hebû, ez bawerim kevn e...
Straneke ku berî niha jî N.Akbal şaş xwendibû, hebû...Çend caran min lê guhdarî kir ew her dibêje; 'min hemberiya yeka kur e...'
Yanê çi?
Li hemberî wî yeke porkur rûnistiye? Nizanim, yan jî kurek, lawek li hemberî wî ye...
Ne hemû jî....ew bi xwe wiha ye. Min xem deryayak kwîr e...yanî xemên min mîna deryayeke kwîr e..
Ji xwe gotinê pey wê jî wekî wê şaşbûn...erê Agirê Jiyan(ê) yek ji albumên ku herî zêde tên firotan?!
Ez vegeriyam Almanya û min riya xwe bi MÎRmultimedya yê xist, berhemên dawî diyarî dan, mala we wan jî ava-ez bûm parsek bibûrîinim-
“seva keçkê yaralime...seva WÎ ez sevdalîme” li bin stranê tekst Kawa nivîsiye ku bi xwe jî di berhema xwe de dixwîne..stran bi xwe ya herêma Pazarcikê ye..lê wer diyar e Kawa “peyvên nuh” lê danîne..encax li ser pelên CD “Şeva Wî” nehatiye nivîsandin..tenê xwendiye.. werhasilî ezê tenê tistekî bêjim: Keçik nêr e yan mê ye? Yanî Wî ye yan Wê ye?
Hemî (û) yara xelkê hatin tu nehatî...yanî du yar hene yek a wî ye, yek jî a hemû xelkê ye...ev jî straneke di berhema Diyar de..peyv ên wî ne..encax li ser pelên CD hatiye radeketkirin -Hemû yarên xelkê hatin....-
Ev sê nimûneyên pir biçûk bûn.
Li gorî nêrînên hinek hevalan çê yan xirabiya reklamê tune ye, bila ev jî reklamek ji min be ji bo hevalên min..
Eger mirov qerbalixiya enstrontan û harmoniyên zêde ji nav van berhmên dawî derxîne, melodî tazî û bê tam dimînin...mîna ku li ser melodiyên kevin, gotinên berê hinekî jor û jêrî hevkiribin û pêşkêş kiribin.
Mirov tiştekî nuh -ji bilî stranên gelêrî- nabîne.
Hinek stran mîna ku yek di ser serê wan re sekinîbe û bi zora silah dibêje; Weha bêje. Lewma jî ne ji dil, sivik bêtam û nayên xwarin.
Şoreş, şehîd, rêberiyetî û şervanî ne ew qasî hêsan e ku bi gotinên wiha hêsan bêne xwendin. Bi nêrîna min ku mirov nikaribe tiştekî bike, ne şerm e, lê ya şerm ew e ku mirov bêje ez karim û bike lê neyê xwarin û bibe cihê pêkenînê. Bi vê yekê hem nirxên neteweyî hem jî xwe biçûk dixe.
Ji xwe ev kompleksa (bana aittir) yên min in- berheman tune dikin..li gorî dengên xwe ku bi rastî xwedî taybetiyên cuda ne, nivîsên tije û melodiyên têr hebin, wê demê berhem serkeftî dibe lê çima divê ku berhem yên wan bin? Çima ez nizanim lê ez tiştekî din dizanim, di nêrîna min de tu metirsînên wan li ser çand û strana kurdî tune ne. Wiha jî tu berpirsiyara xwe nabînin, ji bîr dikin ku ji her hêlê de çand û zimanê me tên talankirin..kî ku di vê yekê de israr bike, bi nêrîna min ew hevkarê vê talanê ye.
Ne tenê çend keç û xortên 15-20 salî ku piraniya wan bi kurdî nizanin, yan jî bi tama zimanê xwe nizanin li mirov guhdar dikin, di vê civatê de mirovên hayedar, rewsenbîr û bîrawir jî hene. Divê ku di amadekirina berhemekê de hesabê wan jî bê kirin, nirxandina herî rast a wan e, her wiha divê hesabê dîrokê û çanda talanbûyî hebe.
Her wekî dema amadekariya repertuwar, hesabê Çepik û dîlana guhdaran tê kirin.
Her wekî dema hesabê ku; ez karim vê stranê li vir jî li wir jî bixwînim!?
Her wekî hesabê gelek tistên din.
Ez ne wekî gelek kesan çi dixwazim wê dinîvisînim, ez çi difikirim wê dinîvisînim û dibêjim jî.
Tevî hemû tiştî, berhemên nuh pîroz bin, serkeftin jî ji berhemdaran re.


