Li ser eniyê wiha hatiye nivîsandin: wê çarenivîsa te bi destê bêçareyan bê nivîsandin...
Yanî ew çarenivîs bi xwe ye..
Wê pirs bi destê bê çareyan bêne çarekirin.
Ew..çarenivîsarên bêçare, nezan in
Û nizanin ku nizanin, hîn kambaxtir, wê nezaniya xwe, bi nezanî wekî zanebûnê dizanin..
Ew, ku çareyên wan heba wê ji xwe re çare dîtiba...
Du tiştên balkeş hebûn, lê piştî ku min nivîsa Helîm xwend, min mijarek da alî, û bi yekê ve mam... Ziman.
Lê ne ew goştê di devê me de. Ew peyv û hevokên ku bi rya wî goştî ji nav lêvên me dipekin...diweşin.
Piştî ku ez bi Bavê Nazê re xebitîm û şûn de, ez fêrî gelek tiştan bûm, yek ji wan jî, ew bû ku bikaranîna peyvên biyanî, ne kemasiyeke mezin e, di her zimanî de, gotinên biyanî hene, ji xwe teknolojiyê hemû ziman nêzîkî hev kirine, ya pewîst ew e ku gramatîk rast be. Helbet ev, dema ku ew peyva tu dixwazî bikar bînî, tu peyda nekî, yan jî di zimanê te de tune be.
Lê tiştê ku ez dixwazim bêjim, kuleke mezin e di gewdeya zimanê me de, ew jî bi destê nivîskarên kurmancî vebûye.
Ji xwe pêşkêşvanên hinek tv’yan, nizanin ku nizanin, kurmancî ser û binê hev kirine...
Û mijar ev e;
Piştî serdana nivîskarekî/ê yan jî “xwe nivîskar dîtin”ekî/ê ji Hewlêrê re, karê yekemîn ew e ku di peyvên xwe de xwedêgiravî Soranî bi kar tînin, lê ew nizanin ku ew ne soranî ye, ew erebî ye.
Mînak; Muhawele.wezii(Wedaa)basit.teqriban,cemaat,lefandin û .......
Ez ji binî ve li ser peyvên soranî naaxivim -ku pir bi kar tînin- ji ber ku ew ji şeweyekî kurmanciyê, kurmanciya jorîn e.
Dikarin bi karbînin û gotûbej li ser nabin.
Pirs ev e, ku ew kompleksek e, ji bo ku xwedêgiravî diyar bikin ku ew bi Hewlêrê ve girêdayî ne.
Heya ji wan tê, gotin û peyv û gelek jî caran şêweyê ku li wir tê nivîsandin, bi kartînin...
Soranan xwe qanî kirine ku edî tu pirsgirêk li cem wan di ziman de nema ye, pir bi hêsanî rayedarên payebilind dikarin wiha bibêjin: binisbet tetewrate axir li sahey Iraq u xarici.....
Eger ev hevok ji devê raydarekî kurdên bakur derkeve, ez bawerim wê pêşî bibin nîşana wan ku nezanin ku nizanin ew nizanin...
“hevok ku bi kurdiya kurdên Tirkiyê –yên asîmîlebûyî- bê gotin wê wiha be.. son gelişme li iraq sahasi u dis....”
Niha ew nivîskarên ku bi rêzimenekî ji hev ketî, bi gotinên nevnetewî, erebî û tirkî nivîsên xwe dixemilînin, li ser ekranan, xwedê giravî, ziman û çanda me diparêzin...
Li gundê koran, yê bi çavekî dibe padîşah..
Çima em kor in...
Di hejmara kovara Serxwebûnê ya meha gulanê de, gotarek bi navê “çanda civateke, nasnameya wê ye” hebû.
Çand, ziman e..stran e çîrok û roman e, û....
Carekê li albumê stranbêjan guhdarî bikin, çiqasî bêhna kurdî ji wan tê?
Carekê malperên kurdî vekin, ciqasî paqij in?
Carekê li pêşkêşvanan guhdarî bikin, çiqasî bilêvkirin û rêziman û peyv rast in?
Carekê li bernameyên li festîvalan binêrin -mîna Dêrsimê- çiqasî rengê çanda me ye?
Û ew hemû xwe zane dibînin, bi nezanî, nezaniya xwe wekî zanebûn pêşkêşî me dikin.
Gelo ew in nasnameya me...?
Ku ew çanda îro heyî nasnameya me be, demekî em kor in, ji ber ku ew çand bi çavekî ye.


