logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Vaye encamnameya Şêwra Yekîtiya Netewî

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) rojên 26-27’ê mehê li bajarê Silêmanî li Otela Highcrest "Şêwra Neteweyî ya Başûrê K

  • Dîrok: 27/01/2018
  • Beş: Nûçe

SILÊMANÎ

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) rojên 26-27’ê mehê li bajarê Silêmanî li Otela Highcrest "Şêwra Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê" li dar xist. Di şêwrê de zêdeyî 300 kesên nûnerên partî, aliyên siyasî, parlementer, mamosteyên zanko, nûnerên rêxistinên medenî, lêkolîner, kesayetên serbixwe, rewşenbîr, oldarên başûrê Kurdistanê amade bûn. Ji parçeyên din jî nûner beşdarî şêwrê bûn. Di encama nîqaşên du rojan de biryar hatin girtin û ew biryar wekî encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê hatin eşkerekirin. Vaye xal bi xal ew biryarên hatin girtin:

Ne dijî neteweyên din e
-Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê beşeke neteweya kurd in û bi hev re neteweya kurd pêk tînin. Yekîtiya kurdan ji bo vê jî divê miheqeq were kirin. Yekîtiya Netewî ya Kurdan dijberiya tu neteweyek nake û dikare qezenceke mezin ji bo demokratîzekirina Rojhilata Navîn bîne.

Pêdiviya dîplomasiya hevbeş
- Divê em dîplomasiyeke hevbeş ya azadîxwaz ya Kurdistanê pêşbixin û dîplomasiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê bibe çavkaniya dîplomasiya hevbeş ya neteweyî.
-Divê stratejiyekî netewî û nîştîmanî ya hevbeş di rojeva me de hebe. Di vê de jî Kurdistaneke azad û demokratîk e ku hemû pêkhateyên Kurdistanê jî bikarin di navê de xweserî û taybetmendiyên xwe bijîn.
-Pêwîstiya gelê kurd ji her demê zêdetir bi hêzeke parastinê ya hevbeş heye û ev jî tê wateya avakirina artêşa hevbeş. Êrîş li ser her pêkhate û parçeyeke Kurdistanê pêk were, wekî êrîşa li dijî tevahî Kurdistanê bizane. Ev jî dikare bi hêzeke parastinê ya hevbeş parastina Kurdistanê bike.

Dijî şerê navxweyî ne
-Em li dijî her cure şerê navxweyî ne. Divê siyaset û îdeolojî jî li gorî formatekî tendûrist be.
-Em êrîşên ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê wekî êrîşa li ser hemû Kurdistanê dizanin. Ji gelê Kurdistanê û raya giştî dixwazin xwedî li Rojavayê Kurdistan derbikevin. Em bi heman awayî piştgirî didin têkoşîna gelê me yê li herêmên nakokî li ser hene yên Başûrê Kurdistanê û dibêjin divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk werin çareseri kirin. Her wiha em ew destdirêjiya li ser van herêman bi tundî şermezar dikin.
-Em hemû destdirêjiyên dewleta Îran yên li ser Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin. Em piştgiriya têkoşîna gelê Rojhilat û hemû gelên din yên Îranê dikin. Em ji bo berjewendiyên gelê xwe daxwaz ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku nêzî hev bibin.
-Em ji bo beşdarbûna hemû xebatan piştgiriya wekheviya jin û zilaman dikin.

Bangek ji bo çapemeniya kurd
-Em ji hemû ragihandinan dixwazin ku li dewsa hizbayetî berjewendiyên neteweyî esas bigirin.
-Em ji hemû beşdarvanên şêwra neteweyî daxwaz dikin ku ji bo van xalên ku hatine destnîşankirin bi berpirsyariyên xwe rabin. Yên ku vê carê beşdar nebûne yan jî nekarîne beşdar bibin jî vedixwînin kongreya netewî ya Kurdistanê ku di dema pêşde biryare were lidar xistin.
-Ew 21 xal û prensîbên KNK'ê ji bo yekîtiya netewî eşkere kiribûn divê her aliyek û kesayetek vê bikin bingeha xebatên xwe û ji bo pêşxistina fikrê demokrasî û netewî bixebitin.
-Em ji hemû rewşenbîr, hizb, alî, akademîsyen û rêxistinên medenî daxwaz dikin ku zêdetir bawerî bi gelê xwe bidin û fikrê neteweyî pêşbixin.
-Em wekî Şêwra Netewî ya Başûrê Kurdistanê silav li berxwedanên zindanan dikin û piştgiriya têkoşîn û xebatên wan dikin.
-Heya Kongreya Netewî ya Kurdistanê jî pêk were wê xebatên bi vî awayî bi şêweyên cuda cuda berdewam bikin û xebatên amadekariyê jî werin meşandin.
-Ji bo pêşxistina yekîtiya netewî ya Kurdistanê roleke girîng dikeve ser milê jin û ciwan û rêxistinên medenî. Di warê pratîkî de jî divê zêdetir bixebitin û hewl bidin peywendiyên navbera rêxistinan de xurttir bikin.
-Divê rêz dayîn a hev a  hemû bawerî, netewe û pêkhateyên li Kurdistanê hebe û zimaneke baş ya bikare bi hev re bidin bistînin pêşbixin.
-Xwepêşandan, nerazîbûnên li hember desthilata herêmî beşereke demokrasiyêye. Her destdirêjiyeke li hember vana pêk were û xwîn were rijandin em şermezar dikin.

Avakirina edaleta civakî
-Avakirina edaleta civakî û dabînkirina jiyana xelk beşeke yekîtiya neteweyiye. Eger beşeke gelê te bê nan û bê xizmetguzarîbe, bêkar û pêşeroj be yekîtiya netewî jî pêk nayê.
-Em wekî Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê piştgiriya xebat û têkoşîna rewa ya Bakurê Kurdistanê dikin.

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

1700 kesî xwe tazî kir

ad

Belgeyên li ser Dêrsimê gihîştin meclisê

ad

Wênesazên Mexmûrî li Silêmaniyê pêşangehê vedikin

ad

Antropolojî

ad

Tûrnûva eyro bi maçêke dest pa kena

ad

Mardînê li Enqereyê winda kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname