Di nav me de, beramberiya têgîna “makeziman”ê (ana dil) têgîna ”zimanê zikmakî” tê bikaranîn. Bi ya min ev navlêk navlêkeke çewt e û wateya “makeziman” nade.
Wateya peyva “zikmakî” di tirkî de rasterast “doguştan” e. Mînak, di kurdî de em dibêjin, “ev zarok ji zikmakî de şeht e (bu çoçuk doguştan sakattır)”. Ji bo vê jî dema ku em dibêjin “zimanê zikmakî” em dibêjin, makeziman ê mirov, zimanê ku mirov ji zikmakî de pê diaxive ye. Lê tu zarok “ji zikmakî de” nizanin biaxivin. Yanî tu zarok bi ziman ji diya xwe nabin. Heke ji vê “zikmakî (doguştan)” yê mebest ew be ku zimanê ku piştî zarok ji dayik bû, hîn bûbe be, dîsa jî çewt e. Loma dibe ku zarok piştî ji dayik bû, ji ber hin sedeman (wekî pişaftinê) zimanê diya xwe yan jî bavê xwe hîn nebûbe lê dîsa jî makezimanê zarok, zimanê dapîr yan jî bapîrê zarok e.
Ji bo vê jî divê em têgîna “zimanê zikmakî” bikar neynin. Her wiha têgîna “zimanê dayikê” jî çewt e. Loma ji “zimanê makî” mebest ne ew e ku em behsa zimanê ku dayika zarok pê diaxive dikin. Dibe ku dayika zarok bi zimanê dayika xwe nizanibe jî lê dîsa jî makezimana zarok zimanê pîrika wî/ê ye. Ev rewş her wiha ji bo bav jî diyar e; yanî ku bav bi zimanê bavê xwe nizanibe jî, zimanê zarok yê bavê bavê wî ye û ev jî bo zarok makeziman e. Tu têkiliya makezimanê bi zayendê re nîn e. Ji makezimanê mebest ne zimanê ku dê yan jî bav pê diaxive lê zimanê ku bav, bapîr, kalik yan jî dê, dapîr û pîrik pê diaxive ye.
Piştî van diyarkirinan em dikarin werin ser navlêka rast. Biya min divê li şûna “zimanê zikmakî” yan jî “zimanê dayikê” em “makeziman”ê bikar bînin.
Di vir de peyva “mak” ê tenê zayenda mê diyar nake. Wateya peyva “mak”ê binyad, hîm e yan jî destpêk e. Yan jî “ya ji berê de” ye. Heke ji “zimanê makî (ana dil)”ê mebest destpêk, ya ji berê de, binyad, hîm be, yanî zimanê bingehîn yê mirov be, zimanê bav û kalan be, dê û dapîran be- û biya min mebest ev e- divê em navlêka “zimanê makî” bikarbînin.


