Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo 14'ê Reşemî Roja Çîrokê ya Cîhanê li Navenda Çanda Cegerxwîn a Kayapinara Amedê çalakî li dar xistin.
Çalakî ku ji aliyê Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Remziye Arslan, endamên komeleyê Vedat Çetin û Îsmaîl Dîndar ve hatin organîzekirin û roja 16'ê mehê li Navenda Çanda Cegerxwîn bi diruşma "Çîrokek her kesî heye" li dar ketin. Di çalakiyê de nivîskarên ciwan qala çîroka xwe kirin û paşê hevdîtineke bi xwarin li dar ket.
Ji çalakiyan, di gotûbêja ku Omer Faruk Baran bi rê ve bir de Elide Zerri, Piştivan Halepçeyî û Şevger Çiya amade bûn û axivîn. Ji bajarê Silêmanî Piştevan Helebçeyî li ser çîroknûsiya herêma Soran axivî.
Rexnegira çîrok û romanan Ayşegul Tozoren jî di gotûbêjeke din de bi ser çîroka "Mermer Kanatli Kuşlar" (Çûkên bi baskên mermer) a Mahmut Yamalak (wî cezayê muebetê xwariye û girtî ye) re qala rewşa "wêjeya muebetê" kir.
Nivîskar, paşê di xwarineke ku Berendama Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Midûra Çandê Cevahir Sadak Duzgun jî amade bûn de hatin ba hev.


