Diyarname
Di sala 2010'an de jî bi mîlyonan wêne hatin kişandin, lê em vê wêneyê wekî "Wêneyê Salê" hildibijêrin.
Roj 30.12.2010. Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul çûye Amedê. Piştî merasiman, li dor nîvrokî hatiye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Li Amedê bi pankarta bi kurdî û tirkî "Birêz serokomarê me hûn bi xêr hatine bajarê me" hatiye pêşwazîkirin. Û li avahiya şaredariyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ferhenga Zana Farqînî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê diyarî serokomar kir. Ferheng "zimanê nayê zanîn", zimanê ku nahêlin bibe zimanê duyemîn jî hate diyarîkirin. Û ev jî wêneyê wê kêliyê ye. Êdî parçeyeke ji "zimanê nayê zanî" di nav refên pirtûkxaneya Koşka Enqereyê de jî cihê xwe girtiye. "Ziman nayê zanîn" lê êdî ew hatiye dîtin.
Ji ber van di nav bi mîlyonan wêneyan de em vê wêneyê yê wê kêliyê dikin "Wêneyê Salê" û pêşkêşî we dikin.
**
Nûçeyên li ser Sala 2010'an
- 2010: Li Tirkiyeyê sînemayê rekor şikand
- 2010: 57 Rojnameger hatin kuştin