AMED
Li Amedê piştî serdegirtina malan 5 kesên ku hatibûn binçavkirin, ji Midûriyeta Şaxa TEM'ê ya Amedê sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Ji nav 5 kesan Abdullah Topdemîr û 2 kesên pêre serbest hatin berdan. Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Ahmet Bolkan û ciwanê bi navê Mazlum bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin. Bolkan û Mazlum bi sedema endamê YDG-H'ê ne û li ser navê YDG-H'ê tevlî çalakiyan bûne ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya ku "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Her wiha Boltan ku endamê KURDÎ-DER'a Amed û Komeleya Ozgur Yurtaş a Taxa Mevlana Halît e û ku peyamên agahdarkirinê jêre li ser telefonê ji van saziyan çûye, di dadgehê de wekî delîl li hemberî wî hatin bikaranîn.


