Diyarname
Festîvala Fîlman a Enqereyê îsal di navbera 20-30'yê mehê de lidar dikeve û di festîvalê de çend fîlmên derhênerên kurd jî hene.
Festîvala Fîlman a Enqereyê îsal 28'emîn car roja 20'ê mehê deriyên xwe vedike. Di merasima veikirinê de Xelata Kedê ya Azîz Nesîn dê bidin Îzzet Gunay, Xelata Çinarê Hunerê dê bidin Ahmet Say û Xelata Ragihandina Girseyê jî dê bidin Sendîkaya Lîstikvanan. Îsal festîval li sê cîhan li Kizilay Buyulu Fener, ÇagdaÅŸ Sanarlar Merkezî û Enstîtuya Goethe fîlman nîÅŸan dide.
Fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlm di nav de li dor 400 berhem dê derkevin pêÅŸberî temaÅŸevanan.
Fîlmên derhênerên navdar, yê Michelangelo Andonioni "Rêwî", yê Ingmar Bergman "Kenên Åževa Havînekê", "Dîmenên Li dû" yên Andrzej Wajda jî di nav de gelek fîlmên biyanî jî hene.
Îsal di çarçoveya pêÅŸbaziya kurtefîlman de yekemîn car bi mijara "Mafên Jinan Mafên Mirovan e" dê kurtefîlm bêne nirxandin û xelatkirin.
Ji derhênerên kurd ên xwediyê fîlmên metrajdirêj Kazim Oz bi fîlmê xwe yê nû "Zer", Tayfur Aydin bi "Qijika ReÅŸ", Ali Kemal Çinar bi "Gênco" beÅŸdarî festîvalê beÅŸa pêÅŸbaziya neteweyî dibin. Di nav kurtefîlman de jî kurtefîlmên derhênerên kurd hene.
Vane fîlmên PaÅŸbaziya Neteweyî:
‘Album’, (Mehmet Can Mertoglu)
‘Babamin Kanatlari’, (Kivanç Sezer)
‘Genco’, (Ali Kemal Çinar)
‘Kaygi’, (Ceylan Ozgun Ozçelik)
‘Koca Dunya’, (Reha Erdem)
‘Marti’, (Erkan Tunç)
‘Ruzgârda Salinan Nilufer’, (Seren Yuce)
‘Ruya’, (DerviÅŸ Zaim)
‘Qijika ReÅŸ’, (Tayfur Aydın)
‘TaÅŸ’, (Orhan Eskikoy)
‘Zer’, (Kazim Oz)
Ji bo agahiyên zêdetir:
http://www.filmfestankara.org.tr/tr/