logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Serokê TYB'ê: Divê dest ji astenkirina weşangeriyê berdin

Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimekê vebû. Serokê Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) Metîn Celal Zeynîoglu got: "Gere dest ji

  • Dîrok: 08/11/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz


Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimekê vebû. Serokê Weşangerên Tirkiyeyê (TYB) Metîn Celal Zeynîoglu got: "Gere dest ji astengkirina weşangeriyê berdin. Divê her kes kîjan pirtûkî bixwaze bikaribe xwe bigihîne wê pirtûkî."

33'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê bi merasimekê vebû. Fûar heta 16'ê mehê dê li dar be. Ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê li dor 850 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Di fûarê de gotûbêje, panel, çalakiyên zarokan, guhdariya helbestan jî têde li dor 270 çalakî hene. Ji bo vekirina fûraê li Salona Karadenîz merasim li dar ket. Di merasimê de li ser navê welatê mêvan Macaristanê Wezîrê Çavkaniyê Mirovan* Zoltan Balog, Kordînatorê Giştî Denîz Kavukçuoglu, Serokê TYB'ê Metîn Celal Zeynîoglu, nivîskar û Şêwirmendê Fûarê Dogan Hizlan. mêvanê rûmetê Atilla Dorsay û gelek kesên din amade bûn.

Şîna birîna 6 hezar zeytûnan

Axaftina destpêkê ji aliyê Kavukçuoglu ve hate kirin. Kavuukçuoglu got ku her sal 450-490 hezar kes tên serdana fûarê, di nav van de gelek xwendekarên dibistana seretayî hene ku ev yek ji bo me gelek girîng e. Kavukçuoglu got ku ew zarok gelek qelebalixê dikin lê bila weşangerên me aciz nebin, xweşbîn tevbigerin, yekemîn hevdîtina van zarokan û pirtûkan gelek girîng e.

Kavukçuoglu bal kişand ser qezayên di dema kar de, qezayên madenê, mirina penaberan di nav behrê de û li Somayê birîna 6 hezar darên zeytûnan kir û got ku ew di şîna vê yekê de ne.

Denîz Kavukçuoglu got ku çalakiyên fûarê baş in, ji bo mirov demê xweş derbas bibe, zindî be, huner û muzîkê bigiri nava xwe ev yek girîng in.

'Zagona Torbeyê asteng e'

Serokê TYB'ê Metîn Celal Zeynîoglu jî di axaftina xwe de diyar kir ku li gor endustriya çandê ya dinyayê Tirkiye salê bi çapkirina 47 hezar cure pirtûkan di nav dinyayê de di rêza 11'emîn de ye, di nav welatên pêşdikevin de jî ligel Meksîka û Brezilyayê ji sê welatan yek e di warê weşangerî de pêşdikeve.

Zeynîoglu xwest astengiya li pêşiya weşangerî bêne rakirin û got: "Divê dest ji sînordanîna pêşiya azadiya weşangeriyê de berdin. Gere her kes kîjan pirtûkî bixwaze bikaribe xwe bigihîne wê pirtûkê." Zeynîoglu bal kişand ser 'Zagona Torbeyî' ya di meclisê de derbas bû jî kir û got ku ev zagon astengî derdixe pêşiya înternetê, weşangeriya ku di ser înternetê re kar dike jî jê zirarê dibîne, lewma ev zagon li pêşiya weşangerî astengiyeke mezin e.

Serokê TYB'ê qala pirrengiya weşangeriyê kir, diyar kir ku weşangeriya ku ne rengîn be pêşnakeve. Serokê TYB'ê Zeynîoglu wisa got: "Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê zagona raçavkirina ser weşangeriyê derxist, ev yek dibe reqîbeke gelek mezin ji bo weşangeran û weşanger dê nikaribin li ber vê reqabetê bikin. Pêşnûmaya li ser fikir û hunerê ev du sal in amade ye lê nabin meclisê û ez ditirsim bêyî ku ev pêşnûma here meclisê kevin bibe."

Ji mêvanan Dogan Hizlan qala, mêvan di fûaran de kîjan pirtûkî bixwazin dikarin xwe bigihînin wir, mêvanê rûmetê yê fûarê Atilla Dorsay jî kêfxweşiya xwe ya ku ev rûmet dane wî anî ziman. Dorsay li ser 100'emîn salvegera sînemaya Tirkiyeyê diyar kir ku sînemaya tirk di asteke baş de ye, derhênerên afirîner derketine holê. 

'Pirtûkên baş derdikevin'

Dorsay her çiqas zêdetir wekî rexnegirê sînemayê tê nasîn jî wî heta niha li dor 50 pirtûkî nivîsandine. Dorsay li ser wêjeyê jî wisa got: "Li Tirkiyeyê pirtûkên baş derdikevin, gelek jê di warê firotinê de digihîjin reqemên gelek baş be, yên 100, 150 hezar heb têne firotin jî hebe ku hin ji van pirtûkên baş in jî. Mînak pirtûkên Ahmet Umit, yên Zulfu Lîvanelî. Dîsa gelek nivîskarên nû yên baş jî van deman derdikeven holê. Wekî Emrah Serbes, Hakan Gunday. Min mêze kir di warê firotina pirtûkên klasîk ên tirkî de jî pêşketinek heye. Pirtûka 'Kurk Mantolu Madonna' ya Sabahattin Ali ligel ku bi ser weşandina wê re 70 sal derbas bûye jî wê rojê di nav lîsteya pirtûkên herî zêde têne firotin de di rêza duyemîn de bû."

'Ez hêvî dikim derbarê Macaristanê de hûn bibin xwedî fikir'

Wezîrê Çavkaniyên Mirovan ê Macaristanê Zoltan Balog jî qala kêfxweşiya xwe ya ku Macaristan wekî welatê mêvan hatiye hilbijartin kir û got: "Ez hêvî dikim bi pirtûkên li ser Macaristanê ku wergera wan bê kirin hûn derbarê Macaristanê de bibin xwedî fikir."

Balog ku got wan sernavê "Ji bexçeyek ber bi bexçeyeke din" hilbijartiye, diyar kir ku kesên qet neçûne Macaristanê jî dê bikaribin pirtûkên macar bigirin destên xwe.

Balog qala girîngiya wergerê jî kir. Wezîr Zoltan Balog qala girîngiya wêjeya zarokan jî kir got: "Niha di destê zarokan de amûrên elektronîk hene, bi tiliyan dilîzin. Gelek girîng e ji dêvla van amûrên elektronîkî em pirtûkan bidin zarokan û ew rûpelên wan biqulibînin."

Weşanxaneyên kurdan

Di fûarê de nêzî 10 weşanxane û saziyên sivîl ên kurdan jî stand vedikin* û her wiha du çalakiyên bi kurdî jî hene.

Fûara ku li TUYAP'a Beylîkduzu li dar e heta 16'ê mehê didome û yên bixwazin herin fûarê dikarin bi metrobusê xwe bigihînin fûarê. TUYAP li ber rawestgeha dawî ya metrobusan e.

 

***

 

*Li Macaristanê Wezareta Çavkaniyên Mirovan tê wateya "Wezareta Çandê" 

 

Nûçeyên eleqedar:

**- Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de çalakiyên kurdî û weşanxaneyên kurd

- Mêvanê rûmetê û welatê mêvan ê Fûara Stenbolê 

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo bîranîna Seyîd Riza "Cîgeram"

ad

REYNA, REWŞA ZIWANÊ MA SER O

ad

Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

ad

Moliére Kurdî Dipeyive

ad

Wêneyê Rojê ji Mêrdînê hat

ad

4 belgefîlm li benda we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname