• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Moliére Kurdî Dipeyive

Dîrok : 14 10 2012 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik

Berhemên li ser þanoyê hatine wergerandin bi çend hêlan ve sûdewer in. Ji wan a yek mirov haydarî berhemên wêjeya cîhanê dibe û pê re jî digihîje çêja wêje û çanda gerdûnî. Ya duyem jî bi wergerê du ziman -zimanê jê tê wergerandin û zimanê lê tê wergerandin- bi hev re nola ku bikevin gulaþa man û nemanê tên hemberî hev û hev qewîn dikin. Kawdana zimên gur dibe.
Di vê nivîsa xwe de ez dixwazim li ser rêzepirtûkên ji hêla birêz Yakup Karademir ve ji fransî ji bo zimanê kurdî hatine wergerandin û beþa þanoyê ya vala dadigire, bisekinim.
Ev pirtûk di bin navê berhemên giþtî yên Moliére de hatine çapkirin. Ji wan sê pirtûk li ber destê min in. Û ji Weþanên Aramê derçûye. Pirtûka yekem ku bi navê “Tartuffe” -Sofiyê Sextekar-, ya duyem bi navê “Çikûs”, ya sêyem jî bi navê “Nexweþê Nexweþan” e. Di navbera salên 2003 û 2006’an de çap bûne. Rêzepirtûkên ji pênûsa bi hêz a nivîskar Moliére ê sedsala 17’emîn  de jiyaye hatiye nivîsin, bi gelemperî li ser têkiliyên mirovan û þaþiyên hin kesên wê demê bi me, bi zimanekî xweþik dide nasîn. Dema mirov ji van pirtûkan yekê dixwîne mîna ku meriv di civatek kurd de rûniþtîbe û hin qisedanan guhdar bike bi mirov aþîna tê. Rewþên rojane û bûyerên li ser hîmê berjewendiyên kesane hatiye hizirîn û qet tu sedsalê jî dev jê nayê berdan, bi zimanek hêsan tê vegotin. Ev rewþ jî ji hostatiya wergêr Karademir a bi serkeftî ve girêdayiye. Ji bo em baþ fêhm bikin ku Moliére çi kirdanê mêran e û di dema xwe de çawa li hember xeletiyan rawestiyaye ez ê pirtûka wî ya yekem ku ji Weþanên Aramê derketiye bi we tevî mijara wê bidim naskirin da ku hûn jî yên din bi nûgeriyek mezin bibînin û bixwînin. Hela di pirtûka Çikûs de lehengê bi navê Harpagon ji bo berjewendiyê xwe dikeve çi reng û dilqî, ancax mirov bixwîne ku bibîne… 
Pirtûka Moliére ya bi navê “Tartuffe”-Sofiyê Sextekar bi pêþgotinek dirêj ku ji hêla serwerên wê demê ve li ser Moliére çawa pêkutî û zor hatiye kirin ku ji bo neyê ser dikê çi dek û dolab lê hatiye gerandin dest pê dike.
Þano ji pênc perdeyan pêk tê û bi serboriya malbatek ku ji hêla mêvanek -Sofiyê Sextekar- jê nayê hezkirin ve çawa tê zivêrkirin, di bin navê sofîtiyê de çawa li ser mirovên dilpak ên alîkariya wî kirine dek û dolab hûnandiye tê vegotin.
Merivek ji malbatek begzade yê ku bi navê Orgon rojek li dêrê dema di îbadeta xwe de ye pêrgî mirovek parsek û dike ku ji nêza bimire tê, piþtî hevnasînê dilê wî pê diþewite û wî mirovê parsek û hejar yê bi navê Tartuffe tînê û li mala xwe dike mêvan û dihewîne.
Keça xwediyê malê -keça Orgon- tevî ku dildarê xortê bi navê Valére ye, Orgon dixwaze  bi zorê wê bi Tartuffe re bizewicîne. Lê keça Orgon Mariane ji ber zext û zora bavê xwe bêdeng dimîne, ji dêvla wê ve qewraþa wê Dorine bi hemû hêza xwe ve bi Orgon re li hember vê zewaca bêdil a Mariane yê derdikeve û bi Orgon re dikeve devjeniyê. Orgon tevî ku berê zewaca keça xwe ya bi Valére re pejirandibû û soz dabû jî, jê vedigere û sextekariyê dike. Orgon bavekî zorker, xedar û ewende jî serhiþk e. Keça wî Mariane bi dilek evîndar û birîndar di nav dualîteya girêdana bi bav re û hezkirê xwe Valére î de dimîne.
Qewraþ Dorine car caran hiþê Marianeyê jî tevlihev dike. Dema li hember bavê Marianeyê bi dilniya parêzvaniya wê dikir û ji wir jî diçû cem Marianeyê jê daxwaz dikir ku bi Tartuffe re bizewice û bikeve nav jiyanek din ya begzadeyan. Di nava vê xiricira tevlihev de dema Valére pêdihese ku dergistiya wê Mariane dê bi Tartuffe re bizewice bi wê re dikeve nav nîqaþan ta ku tên tixûbê ji hev veqetînê. Lê bi alîkariya -xulama Mariane yê- Dorine dîsa li hev tên û bi hinek dek û dolaban dê biryara ku bav ji bo zewaca Mariane ji bo Tartuffe dabû xera bikin, dixebitin. Birayê Mariane Damis jî li hember vê zewaca ji hêla bav ve biryar hatiye dayîn e. Lê Dorine her diçe fesadiyê gur dike û her kesî bi hev dide sorkirin. Jina Orgon Elmire gava ku biryara vê zewacê dibihîse ji bo ku betal bike bi Tartuffe re dipeyive, lê îcar jî hiþê Tartuffe diçe ser doxînsistiyê û dixwaze dêmariya Marianeyê ji rê derbixe. Bi qasî ku Tartuffe dest bavêje derpiyê jina hevalê xwe Orgon, çavtarî dibe. Elmire vê rewþê napejirîne û xwe þûn ve vedikiþîne. Tartuffe’ê doxînsist û sextekar dibeje: “Ez qumaþê derpiyê te dest dikim û çiqas nermik e” û lewçetiya xwe didomîne û dixwaze Elmire’yê bi dest bixe. Lê Elmire vê yekê napejirîne û dibêje demildest tu yê ji bo zewaca Mariane û Valére’î bixebitî. Tartuffe ji bo  Elmire’yê ji hêla evîna derewîn ve têke dafikê dipeyive û li ser evîn û sipehîtiya wê pir tiþtan dibêje. Ev tiþtên tê gotin hemû ji hêla Damis’ê birayê Mariane’yê ve ku xwe di jûr a piçûk de veþartibû tê bihîstin û ev rewþ sofîtiya wî ya sextekar bi awayeke eþkere radixe ber çavan. Damis pir bi hêrs e û dixwaze tiþtinan bi serê vî qilîçî -sextekar- de bîne lê dêmariya wî Elmire nahêle. Lê dîsa jî doxînsistiya Tartuffe ji bavê xwe re dibêje. Mixabin ku bav ji Tartuffe bênamûstir derdikeve û ji dêvla ku Tartuffe ji mal biqewirîne an jê re tiþtek bibêje, lawê xwe Damis bi derewçîtiyê, sextekariyê û bênamûsiyê tawanbar dike.
Orgonê ku qet bîrnedibir ku Tartuffe dest dirêjî jina wî bike, dema li xwe mikur tê wiha dibêje: “Erê birayê min, ez mirovekî nebaþ im, ez tawanbar im, ez gunehkarekî dilreþ fesadekî dera han im, nemerdê herî mezin ê rûdinyê me, jiyana min hemî bi rûreþî û leke ye; temenê min hemî bi sûc û xirabiyan derbas bûye.” Piþtî li xwe mikur hatina Tartuffe jî, Orgon dilê wî xweþ dike, bêxîretiya xwe qet nahîne bîra xwe, lawê xwe Damis ji malê diqewitîne û hemû mal û milkê xwe jî, ji bo li ser Tartuffe tapû bike pêþniyazek lê dike û Tartuffe’ê sextekar li benda tiþtekî wiha ye û welê bersivê dide: “Ez dikarim bibêjim çi, emrê Xwedê di ser her tiþtî de ye.”
Dema bûrayê Orgon Cléante vê pêþniyazê dibihîse tavilê bi Tartuffe re dipeyive û xeletiya hatiye kirin bi bîr dixîne ku dev ji tapûkirina mal û milkê wan berde û ji navbera bav û law xwe bide aliyek, lê ev destwerdana bûrayê Orgon li xweþa vî çelaqî -sextekarî- naçe.
Orgon di vê navberê de di amadekariya daweta Tartuffe û keça xwe de ye. Lê keçik lava û dexalet ji bavê xwe dike ku tiþtek wisa neke. Ji xeynî wê dêmariya wê Elmire jî tiþtê ku  Tartuffe ji wê re li ser evîn û hezkirinê gotibû, bi bîra Orgon dixe da ku Orgon dev ji wî sofiyê sextekar -qilîç- berde, lê nafîle ye.
Gava Orgon bi sextekarî û bênamûsiya Tartuffe baweriya xwe nayne, jina wî Elmire ji bo ew rastiyê bi çavê xwe bibîne û bi guhên xwe bibihîze planek li dardixîne. Mêrê xwe Orgon di bin maseyek de vediþêre û di tenêbûnek de gazî Tartuffe dike û herdu li ser evîn û hezkirinê dikevin mijûliyan. Dema peyvên wan ber bi bin doxînê ve geþ dibe, Orgon ji bin masê hildipeke û wiha dibêje: “Na li cehnimê jî mirov nikare li kesekî wiha rast bê.” (rûp.105) û dixwaze tavilê ew ji sî û sitara mala wî dûr bikeve, lê wisa dixuye ku ji ber tapûya mal û milk li ser xwe çêkiriye Tartuffe naxwaze ji wir dûr bikeve. Dema Orgon hînî rastiya kesayetiya Tartuffe’ê sextekar dibe êdî pir av di bin kayê re derbas bûye û wiha dibêje: “Heyhat! Li paþ perdeyek dînî bi zareke ewende þîrîn, mirov dilekî ew çend reþ, rihekî ew qas kirêt veþêre! Û min ew gava ji nêza dimir, li parsê digeriya girt anî…” Çend roj þûnde mirovek xerîb di dest de peyman û biryara mehkemê ya ji bo valakirina malê ragihîne Orgon tê malê û nîqaþ çêdibe, lê biryara dadgehê ji þûr tûjtir e. Tartuffe bi ser de jî ji mala Orgon sindoqa ku ewraq û belgeyên hevalekî wî yê ji dûgelê fîrar kiriye dibe radestî rayedarên mehkemê dike û ev rewþ bi biryara girtina Orgon dawî dibe. Orgon ji ber ku neyê girtin bi dizî ji malê direve û xwe li cihek ewle vediþêre. Di beþa dawiyê de bi qisedanên Tartuffe mirov têdigihêje ku ew nola ku sixûrê mîrek ketiye pey Orgon. Lewre di cihek de wiha dibêje: “Tiþtek ji karê ku mirov ji alî meqamekî bilid ve hatibe wezîfedarkirin bi qîmetir tune ye.”
Di dawiyê de dek û dolabê sofiyê sextekar derdikeve holê, mîr -hikumdar- hemî belgeyên mal û milkên Orgon li Tartuffe hatibû tapokirin betal dike, zabitek diþîne da ku Tartuffe bigire û radestî dadê bike.
Pirtûk bi zimaneke pir xweþik, helbestî hatiye nivîsîn lê di hinek cihan de peyvên “kurt û kurmancî”, “Bekoyê Ewan”derbas dibe, di hêla din de jî tevî ku bûyer li Parîsê derbas dibe û baweriya lehengan li ser xiristiyaniyê ye peyvên wekî nimêj, rojî girtin derbas dibe ev jî gelo kêmasiyên wergêr nîn in?
Divê mirov pênûshêziya Moliére û wêrekiya wî ji bîr meke, çimkî dema ew vê þanoyê û yên din dinivisîne û dide lîstin rastî qedexeyan, zext û zoran tê. Lê ji rastiya xwe venagere. Ne tenê ev, wî di heman demê de lîstikvaniya nivîsên xe jî dikir û li ser dika þanoyê, di dema lîstikê de dimire. Gava dimire ji ber ku li ser mirovên li ser dîn sextekarî dikirin rexne kiribû, keþe li gor adetên xiristiyaniyê definkirina wî red dike, lê yên lê xwedî derkevin bi qerebalixek mezin wî li goristanê defin dikin.
Her tiþt ji bo çemê wêjaya me ya netewî, bi herkek laserî xwe bigihîne deryaya wêjeya gerdûnî…

firatt_muratt@hotmail.com

***

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz
 

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Li dû 'ABBAS'...

Li dû 'ABBAS'...

29 07 2022

Berhemdariya Elî Merdan, 52 sal, 900 berhem

Berhemdariya Elî Merdan, 52 sal, 900...

24 07 2022

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

23 07 2022

Ev jî hene

Çima li cîhana modern mirov têne kuþtin?

Çima li cîhana modern mirov têne kuþtin?

21 12 2012

Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?

19 08 2008

 Agos

Agos

02 05 2008

Serêke newî - Saleke nû

Serêke newî - Saleke nû

31 12 2021

Bi kurdî navê rengan: 96 reng hene

Bi kurdî navê rengan: 96 reng hene

28 06 2017

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname