Diyarname
Kovara kurdî W vê carê bi wêneyê lîstikvana navdar Penelope Cruz bergê xwe saz kir.
Dema hevok wekî vê ba herhal dê balkêştir ba. Lê rastî ev e: Kovara magazînî W wêneyên lîstikvana navdar Penelope Cruz di hejmara xwe ya gelawêjê de weşand. Cruz ku di fîlmê derhenêr Wood Allen ê bi navê "Vicky at Barcelona" de rola serlîstikvanî girtiye ser milê xwe, vê carê di kovarê de cih digire.
Galaya fîlm çend roj berê li dar ket. Wêneyên Cruz ji aliyê wênekêş Mert Alaş û Marcus Piggot ve hatine kişandin.
Cruz ku bi fîlmên "Vanilla Sky", "Volver" navdar bû niha dê bi du fîlmekên nû derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Di filmê "Vicky at Barcelona" de bi lîstikvanê xwedî Oscarê Javier Bardem û lîstikvana ciwan Scarlett Johansson re dilîze. Di fîlmê din "Elegiy" de jî bi Ben Kingley re di rola serlîstikvaniyê de ye.