NE PIRTÛK NE JÎ KITÊB, MISHEF!
Cîhan Roj
A- Olanak
B- Imkan
A.Olasilik
B.Îhtîmal
………………………………
Kesên bi tirkî dizanin, wextekê, bi awayekê hê jî, haydar in bê çi rola têgehên li jor heye;
Heke we peyva “olanak” bikarbianiya hûn demokrat, çepgir, na, ku we têgeha “îmkan” bikarbianiya hûn an mihefezekar an jî oldar bûn!
Careke din em dibin þahid bê bindest çiqas bi xwe beled bin jî li ciyekî çawa diþibin serdestên xwe;
Niha di kurmancî de ;
A. Pirtûk
B. Kitêb
A. Wêje
B. Edebîyat
Di nivîsevaniya me de jî meylên wisa xwe didin der, heta hevalekî, behsa aliyan dikir bê kîjan derdor kîjan peyvan bikartîne, derdorên din kîjan peyvan esas digire!
Li Rojhilata Navîn her tiþt, “al” e! Hûn dikarin di bikaranîna têgeh an jî peyvan de bi tercîh bin lê gere ev tercîh ji bo xizmeta ziman be ne ji bo xizmeta îdeolojiyê be. Hûn nikarin bi awayek ew qas bêînsaf ziman ji bo xwe bikarbînin. Di tirkî de ew hate kirin lê xisareke mezin da tirkî. Kategorîzekirinên bi wî awayî talaneke kêfî ya li ser zîneta zimên e.
Baþ e, ez li vir dibêjim, ji bo zimanê me, “Mishef” têgeha herî li cî, bi bingeh û bi wate ye. Ez ê ji vir bi þûn de tu car nebêjim, “pirtûk” an jî “kitêb” , mishef e, têgeha me.
Baþ e, bi vê nêziktêdayînê ez ê bibim harîkarê kîjan rengî?
Helbet, rengê ziman, rengê edebîyatê…
Desthilatî çi siyaset be, çi derdorên din an jî wekî sazî zanîngeh welew ku derdorên cuda bin, li hemberî hemiyan (ger îlahîm hewcedarî bi peyva berjewendî hebe) berjewendiyên ziman û edebîyata me muhîm in. Heke em ne birçiyê navê xwe, hizbê xwe bin, rê kifþ e û belî ye!