Diyarname
Lîstikvanê şano û sînemayê yê navdar ê ji Swîsreyê Bruno Gnaz di 77 saliya xwe de wefat kir. Ganz di fîlmê "Untergang" (Têkçûn) ku li ser ketina Berlîna dema Hîtler e, rola Adolf Hitler lîstibû û bi vê di bîra mirovan de cih girtibû.
Saziya ku menejeriya Ganz dikir daxuyaniyek weşand û got ku Ganz ku ev demek bû ji ber qansêrê dihat dermankirin îro wefat kiriye. Bruno Ganz di jiyana xwe de nêzî 100 lîstikên şanoyê û fîlman de lîstiye. Fîlmê "Untergang" qala 12 rojên dawî yên Adolf Hîtler dike. Ganz di vî fîlmî de rola Hîtler lîstibû û bi awayekî serketî ev bar girtibû ser milên xwe.
Li Almanyayê xelata lîstikvanê serketî di warê şanoyê de bi navê "Gustîlê Iffland" didin û ev gustîl ji lîstikvan derbasî lîstikvanek din dibe ku Ganz di sala 1996'an de ev gustîl girtibû. Ganzê swîsreyê di sala 1962'yan de li bajarê Gottingen ê Almanyayê yekem rola xwe lîstibû û di avakirina şanogeha Schaubuhne ya li Berlînê de cih girtibû.
Wî di gelek fîlman de lîstibû û gelek xelat girtibûn. Fîlmê Theo Angelopoulos "Bêdawîbûn û Roje" (Fîlmî di sala 1998'an de li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû). Bi rola di fîlmê "Nan û lale" de di sala 2001'ê de di Xelatên Fîlmên Swîsreyê de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girtibû.


