Parîs
Êdî di ferhanga înternetê ya fransî Lexilogos de digel gelek zimanên din kurdî jî heye.
Malpera Lexilogos ji çand û zimanên cihê yên dinyayê gelek mînakan pêşkêş dike. Malperê niha ji ferheng, ziman, dîroka kurdî mînak xistin malpera xwe. Her wiha Încîla bi kurdî di malperê de heye.
Malpera bi navê http://www.lexilogos.com/ bi diruşma "Bi peyvan harîkuladeyên li vir û li deverên din" weşanê dike. Lexilogos ji werger, etîmolojî, salnamel, alfabe, navên malbatan xwedî gelek dewlemendiyan e.
Malper li başûre Fransayê li bajarê Marsilyayê ji aliyê hezkirê peyvan Xavier Nègre ve tê bi rê ve birin.
Di malperê de ji gelek zimanan ferheng hene. Ji Fransayê zaravayên Broton, Galler, Berrichon, Nisard, Marsilya, zimanên Bask, Lorrain, Korsika, Akadî û Wallonî jî di nav de gelek ziman û zarava hene.
Malper li ser kurdî jî gelek tiştan pêşkêş dike. Digel ferhengên kurdî-fransizî, kurdî-îngilîzî, kurdî-tirkî, agahiyên li ser kurdan, alfabeya kurdî, gramera kurdî jî cih digire.
Di malperê de digel Încîla bi kurdî Peymanameya Mafên Mirovan a Gerdûnî jî hatiye pêşkêşkirin.
Ji ANF'ê hatiye girtin


