Diyarname
Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ku duh ji aliyê dozgeriyê ve hatibû girtin, îro Hevserokên DBP'ya Amedê jî di nav de komek ji gel hatibûn ber derî, mohra li deriyê hatibû dayîn jê kiribûn û ketibûn dibistanê. Piştî vê yekê polîs hatin dibistanê, zor li gel kir, ew bi zorê ji dibistanê derxistin, bi copan û bi ava bijid zor li wan kir. Di dawiyê de careke din deriyê dibistanê hat girtin û morkirin.
Her wiha li Cizîr û Geverê jî dibistan hatin girtin.
TZPKurdî, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê û Egîtîm Senê 3 cih wekî cihên bijare hilbijartibûn û roja 15'ê rezberê bi beşdariya 300 xwendekarî dest bi perwerdehiya bi kurdî kiribû. Li Amedê li Baglarê (Ferzad Kemanger a Dibistana Seretayî), li Gevera (Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş) Culemêrgê û li Cizîra (Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê) Şirnexê dibistan hatibûn vekirin.
* Nûçeyên eleqedar:
- Dewletê mohra girtinê li Dibistana Kurdî da!
- Li ser girtina dibistana kurdî karîkatura pêşî
- Ji bo perwerdehiya bi kurdî cihên pîlot amade ne
- Li ser serdema perwerdehiyê çend not