Diyarname
Li ser komkujiya Geliyê Zîlan heta niha hin pirtûk hatine amadekirin, niha yeka din li wan zêde bû: Pirtûka bi navê "Dîwarên me jî hilweşinadin, şahidên komkujiya Geliyê Zîlan 1930" ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji Weşanxaneya Dozê derketiye.
Nivîskar Nihat Gultekîn li ser Komkujiya Geliyê Zîlan par bi navê "Esmanê Sor - Şahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930" derxistibû, niha beşek din ji vê komkujiyê wekî pirtûk çap kir. Di vê pirtûkê de dora 15 şahidên bûyerê hene.
Gultekin berê xwendevanan dide Komkujiya Zîlanê ku di sala 1930'î de çêbûye. Dibêje ku cihê komkujî lê çêbûye di nav sînorê Erdîşê de ye lê tesîra wê berfirehtir e. Gultekin wisa nivîsiye, "Li gor agahiyên fermî 15 hezar zêdetir kurdên bê sûc û bê guneh hatine qetilkirin. Ji ciwanan bigire heta zarokan, jin, kal û pîran. Hema hema nehiştibûn ku kes bifilite."
Di pirtûkê de tê diyarkirin ku ji bilî yên hatine kuştin, gelek kesên ji Geliyê Zîlanê girtine birine avêtine Girtîgeha Edeneyê, dest danîne ser erdê wan, hin kesên ji Afganistanê anîne li ser axa Geliyê Zîlanê bi cih kirine.
Gultekîn ku di navbera salên 2010-2023'yan de ev xebat kiriye û temam kiriye û li ser armanca xwe wisa dibêje, "Armanca min ev e ku bi gotinên şahidên li paş komkujiyê, trajediya hatiye jiyîn wekî belgeyekê pêşkêşî xwendevanan bikim."
Şahidên bûyerê trajediya çêbûye bi gotinên bi êş tînin ziman. Ji şahidan Ramazan Îşler û Mehmet Guler wisa dibêjin, "Ev dera navê wî Adaxeybê ye. Meteka min, bavê wê, birayê wê hemû serê wan jêkirin." Ji wan Selhatin Demir wisa dibêje, "Dêya min guleyek lêketibû, piyê wê hûr hûr bûbû, di cî de ketibû".
- Dîwarên me jî hilweşandin / Nihat Gultekîn / Weşanên Doz / Lêkolîn-Dîrok / 2023/ 376 rûpel