Rola Rûdaw li nerazîbûna gelek der û dor û aliyan rast hat, wekî mînak daxuyaniya 126 rewşenbîrên* ku rola vê televizyonê di bûyerên Șingalê de şermezar kirin, wîha jî gelek deng ji der û dorên êzîdiyan bilind bû, da ku li dadgehan doz li dijî vê TV’yê bê vekirin. Hevkariya gerîlla û pêşmergeyan û jihevnêzîkbûna her du partiyan (PDK û PKK) tirseke mezin xiste dilê birêveberên vê kanalê û serê wan tevlihev kir. Di encamê de jî hin nûçeyên skandal yên bi vî rengî belav kirin; bi dehê caran gotin; ku hêzên YPG li Șingalê nîn in, wisa jî HPG rê li ber Amerîka** û pêşmergeyan girtiye, da ku Șingalê ji destê DAIŞ’ê rizgar nekin.
Nivîskarê me Helîm Yûsiv li ser nivîsî.
Vaye nivîsa Yûsiv:
- Șingalê û Rûdaw


