Amed
Serê sibê ji bo peykera Mahsun Korkmaz xira bikin leşker ber bi Goristana Sîsê ve çûn. Gel nehişt û pevçûn derket. Leşkeran bombeyên çavsotîner û gule ber dan ser gel. Kesekî bi navê Mehdî Taşkin bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê lê nekarî Taşkin xelas bikin.
Yek ji rêveberên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egîd) ku yek ji serleşkerên PKK'ê bû jî, roja 15'ê vê mehê peykera wî li Goristana Gerîlayan a li Sîsêya Licê hatibû çêkirin û peyker bi mersimekê hatibû vekirin. Li ser vê yekê dadgehê bi îdîaya "propogandaya terorê" tê kirin biryara rakirina peykerê dabû. Leşker ji duh de ketibû nav hewldanê ku vê biryara dadgehê bînin cih. Gel jî ji duh de li Goristanê kom bûbûn û dixwastin peykerê biparêzin. Vê serê sibê de leşkeran êrîşê gel kir. Di êrîşa bi bombeyên çavsotîner û guleyan de gelek birîndar çêbûn. Yek ji wan jî Mehdî Taşkin bû ku bi giranî birîndar bû. Taşkin rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê lê ligel hemû hewldanan jî nekarîn Taşkin baş bikin.
Li gor otopsiyê gule li aliyekê serê Taşkin ketiye û ji aliyê din ve derketiye.
Li ber nexweşxaneyê gel kom bûye. Tê gotin ku cenazeyê Taşkin îro dê bibin li Sîsê bidin axê.


