• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nûçe

Parlamenter Daxîl: Divê Þengal bibe xwedî statuya taybet

Dîrok : 18 08 2014 | Beþ :

Nûçe

STENBOL

Parlamentera kurd a êzîdî Viyan Daxîl got: Em li Þengalên rastî bêbextiya cîranên ereb hatin. Divê hemû Kurdistan biçe alîkariya êzîdiyan. Divê em bi hev re axa xwe biparêzin. Divê Þengal di bin ewlehiya navneteweyî de bibe xwedî statu.

Daxîl ku li Çiyayê Þengalê di qezaya helîkopterê birîndar bûbû û niha li Stenbolê tê dermankirin, ji rojnameya Ozgur Gundemê ji bo Ersîn Çaksu û Onder Elaldi axivî.

Daxîl der barê komkujiya Þengalê de nirxandinên balkêþ kir û diyar kir ku hinek cîranên wan ên ereb yên li Þengalê di êrîþê de roleke aktîf lîstine û wiha berdewam kir: “Bêbextiya mezin cîranên me li me kirin. Vegera bi hezaran welatiyên Þengalî ya li ser axa wan dê demê bigire. Divê Þengal bibe xwedî statuya ewlehiya navneteweyî.”

Daxîl di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku piþtî qezayê tedawiya wê hatiye kirin, rewþa wê niha baþ e û wiha berdewam kir: “Me bi helîkopterê alîkarî dibir ji bo gelê xwe yê ku asê mabû. Em ji Pêþxabûrê derketin rê. Me xwarin û derman birin. Me yê ev teslîm bikira û yên nexweþ û kal û pîr jî me yê bianiya. Em ê vegeriyana Duhokê. Me nexweþ û zarok girtin û em vegeriyan. Piþtî demekê helîkoptera me ket.

Daxîl derstnîþan kir ku rewþa wir gelek xeter bû û got: “Hemû di rewþeke xeter de bûn. Em çûn lutkeya çiyê. Gel ji jêr ve dihatin.  Rewþa wan xerab bû. Zarokên biçûk, nexweþ û jinên ducanî hebûn. Me hemû þopandin. Tiþtek ji destê me nedihat. Tenê me þopand. Li herêma ku em lê bûn, pêþmerge hebûn, PKK, YPG hebû. Ciwanên Þengalê hebûn. Ewlehî ji aliyê wan ve dihat girtin. Çiyayê Þengalê qadeke mezin bû her kes lê belav bûbû. Piþtî van êrîþan gelê Êzidî li her çar parçeyên cîhanê belav bû. Li Baþûr, Bakur û Rojava belav bû. Dîsa yên dixwazin biçin Ewropayê hene.”

CÎRANÊN ME BÊBEXTÎ KIRIN

Daxîl di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li holê rewþeke cidî heye û got: “Gelê me ji warê xwe hate kirin. Ji bo ev gel zêde belav nebe divê demildest tedbîr bên girtin. Ger pêdiviyên wan bên dayîn dê ew qas belav nebin. Ev li baþûr, bakur û rojava dibe. Piþtgirî pêwîst e. Rewþa wan gelekî xerab e. Gelê me belavî Zaxo, Duhokê gelek cihên din bûne.

Gel dê vegere. Lê niha hinek zehmet e. Ji ber ku malên me þewitandin, hemû amûrên wan wêran kirin. jin revandin. Mirov hatin qetilkirin. Ev hemû êþên mezin in. Trajediyên mezin in. Pirsgirêka me ne tenê DAIÞ bû. Ya esas cîranên me bêbextî li me kirin.

DAIÞ bi tena serê xwe nikare bike. Gelo dê kanepeyekê yan jî amûreke malê çi bikin. Xayintiya mezin cîranan kir. Mal û milkê gel dizîn. Wêran kirin.

NÊZÎ 600 JIN REVANDINE

Dema ez li wir bûm, hê ev bûyer pêk nehatibû, 600 jin hatibûn revandin. Lê rojek berê li gundê Koço 150 jinên din jî hatine revandin.”

ÊÞA ME MEZIN E

Daxîl bi lêv kir ku ew parlamentera partiya kurdan e, lê nûnera gelê êzîdî ye û wiha dom kir: “Ez vê êþê baþ dizanim. Gelek tiþtên xerab rû dan. Min xwest ez wan li wir bêjim. Baþ bû jî. Hemû parlamentoyê piþtgirî da min. Hemû partiyên siyasî û hikumetê piþtgirî da. Bandoreke wê li cîhanê çêbû. Tiþta ji destê min hat jî ew bû.

Tê gotin ku li cihên ku em çûne ol li me hatiye ferzkirin û got: “Em vê qebûl nakin. Em li ku dibin bila bibin qebûl nakin. Ger em biçin cihekî em ê biçin cihên ku azadiya baweriyan heye. Ev jî Ewropa ye.

DIVÊ STATUYA TAYBET JI BO ÞENGALÊ BÊ NASÎN

Niha bi gelek rêxistinên mafê mirovan re hevdîtinên me hene. Dîsa hevdîtinên me yên NY’ê re dê çêbin. Em ewlehiya navneteweyî bixwazin. Hevdîtinên min hene. Hêvîdar im dê bibin.

EM Ê AXA XWE BI HEV RE BIPARÊZIN

Ez ji Yekîneyên Berxwedana Þengalê re spas dikim. Ez ji bo her kesê ku em parastin spas dikim. Divê em ji vir þûn de bi hev re bin. Divê em destê hev bigirin. Divê em Þengala xwe biparêzin. Divê em destê hev bernedin. Divê em axa xwe bi hev re biparêzin.

Çekên di destê me de çekên sivik bûn. Yên þexsî bûn. Me hêza DAIÞ’ê texmîn nedikir. Ger me zaniba me yê amadekariya xwe bikira.

Viyan Daxîl kî ye?

Di 1972’yan de li Mûsilê hatiye dinê. Ji ber karê bavê xwe li Mûsil, Þengal, Rewandûz û Hewlêrê jiyaye. Dibistana seretayî û navîn li Hewlêr û Þengalê temam kiriye. Beþa laboratuvarê xwendiye. Mastera xwe li ser nexweþiyên çerm kiriye û li Zanîngeha Selahaddîn xebitiþe. Ew, ev du demên dawî ne ku parlamenteriyê dike.


Hûn dikarin li van jî binêrin

Pirs: Hûn çima destûrê nadin gora Aramê Tîgran bînin Amedê?

Pirs: Hûn çima destûrê nadin gora Aramê...

08 08 2022

Partiyeke nû ava bû: Milliyetçi Sol Partî

Partiyeke nû ava bû: Milliyetçi Sol...

08 08 2022

Lîstikvan Nur Surer xelata xwe da Dayikên Þemiyê

Lîstikvan Nur Surer xelata xwe da...

07 08 2022

Þêrko Bêkes hat bibîranîn

Þêrko Bêkes hat bibîranîn

05 08 2022

Ev jî hene

Ji bo Þêx Seîd û hevalên wî mewlûd hate xwendin

Ji bo Þêx Seîd û hevalên wî mewlûd hate xwendin

04 07 2008

Þanogeha Muammer Karaca dê vebe

Þanogeha Muammer Karaca dê vebe

30 04 2019

2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar

2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar

08 12 2012

Þaredarên partiyên din beþdarî DTP'ê bûn

Þaredarên partiyên din beþdarî DTP'ê bûn

20 07 2008

Bernameya rakirina cenazeyê Elçî

Bernameya rakirina cenazeyê Elçî

28 11 2015

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname