logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ez, tu, ew an jî "Bijî Em"

"Ez" kesê yekem e, yek hêjmar e. Kesayetiyeke bi tene ye. Kesayetiyeke dema "ax! Ez" yan jî "çima yekê din ne, ez!" dibê

  • Dîrok: 06/08/2014
  • Beş: Serbest

Fêrgîn Melîk Aykoç

"Ez" kesê yekem e, yek hêjmar e. Kesayetiyeke bi tene ye. Kesayetiyeke dema "ax! Ez" yan jî "çima yekê din ne, ez!" dibêje; hemû başiyan, hemû rastiyan, pesna herî bi paye di xwe de dibîne. "Ez" tekakes e, bisînorkiriye, xwedan cihaneke teng e, gelek caran şaşiyan jî wekî rastî dibîne. Dema "ez" xwe guhezand "ezitiyê" êdî aliyê mirovî, ango tolerans û mirovhezî wenda dibe, xetayên xwe tu car nabîne, were gotin jî napejirîne. Ew êdî hemû rastiyan, kana zanyariyan, tevahiya baqiliyê di xwe de dicivîne. Li ba wî/wê rêzgirtin û edeb, sînorê sinc û azadiyan wenda dibe. Xwe di navenda her başiyan de dibîne. Lema dibêje. "Tenê ez rastiyê dizanim, ax xwezila wan (te, we) bikaniya ez guhdarî bikirama!... Wê bê min tu tiştek nebe ûhwd." Ev gotina Renê Descardes: "Di cihanê de ti tişt bi qasê baqiliyê wekhev nehatiye parvekirin, lew re her kes di wê baweriyê de ye ku ew bi têra xwe baqil e." Dîsa gotina Baweriyan: "Tenê xwedê bêkêmasî ye, tewaw e!" Vê rastiyê tîne ziman.

"Tu" kesê li hemberê "ez" e, kesê duyemîn e. Ew jî tekakes e. Xwedanê hemû rengê "ez" e.  Lê ji ber ku dijberê "ez" e, "ez"  wî wekî serê her xirabiyan, fesad, piçûk û tewanbar dibîne. Lema gelek caran ji devan; "Ax tu tuneba! Tu heye tu! Te malik li me şewitandiye. "Ezê "te" bikujim, lê çi bikim, hedana min di hepsê de nayê!" Tu gelek caran ji bo "ez" nerênî ye, lema "ez dibêje: "Eger "Tu" neba, "min" dikanî cihan biguhezanda bihuştê. Ji ber vê rastiya mirov dibêje eger "Tu" neba "ez" jî nedibû. Bi nêrîneke diyalektîki "ez û tu di nava yekîtiyekê de ne.

"Ew" Kesayetiya sisêyan e û tekakes e, bi tenê ye, ji "Ez û Tu" gelek dûr e. "Ew" piçûkê giştan e. Pirê caran rastiya wî/wê nayê zanîn, tarî ye, dikane tiştên veşartî û biyanî jî di xwe de werbigire. "Ez û tu" hima bigire hîç naxwazin bibin "ew" Lewre "ew" ji germahiya dil û rehmê jî dûr e. Carna "ew" dijminê herî xirab e.

"Em" piraniya yekem, ango gelhêjmar e,  ji çend "ez û tu" yan pêk tê, carna kesayetiya "ew" jî werdigire. Ango dema "ez, tu û ew" hewlbidin, dikanin yekîtiyeke, mîna "em" pêkbînin. Hevgirtina "em" dikane aliyên baş, rast, xweşik û hişmendî yên "ez, tu û ew" di xwe de bihundurîne, hêzeke bêtewan biafirîne. Ev jî kesayetiyeke xwerû pêktîne. Endamê "em" ango "ez", tu û ew" divê êdî dijberî, melûlî û nakokiyên "ez, tu, ew" li cih bihêlin, li gor karektera "Em" tevbigerin. Dema li gor wê karekterê tevnegerîn, rastiya "em" li meydanê namîne, hundirê "em" vala dibe. Em bi serê xwe jiyaneke organîzekiriye, lema hin rêbaz û hemanên bingehîn dixwaze. Nikane li gor "ez, tu û ew tevbigere, ji bo jiyanek bihevre mecbure ku li gor karektera "em" tevbigere

Komaleyek, partiyek, saziyek, neteweyek di kesayetiya "em" de xwe dibîne. Di van birêkxistinan de kesayetiya "em" heye, berjewendiya "em" heye. Dema mirov van saziyan ji bo "ez" yan jî "tu"  bikarbîne" ew rêxistin rastiya "em" ango wateya xwe ya bingehîn wenda dike, dejenere dibe û bi têkçûnê re rû bi rû dimîne.

Neteweyên birêkxistiniya "em" gihandine giyan, jiyan û awayeki yêzdanî, di vê roja me de xwedanê her tiştî ne. Gotina wan li cihanê derbaz dibe. Ez mînakeke pratîk bidim. Ez û gerînendeyê dibistana xwe ya bingehîn ya sêsal berê. Em heval bûn, dema em ji sînorên dibistanê derdiketin, mîna du hevalên bi dil û can bûn, lê gava em cardin diketin nav sînorê dibistanê, gerînende ji min re digot; "Li vir Fêrgîn û Eg. tune, li vir tu Herr (birêz) Aykoç î û ez jî gerînende Herr D. me." Dîsa di her dadgehê de ew xeftanê dozgeriyê heye, ew xeftan nûnêriya kesayetiya dadê dike. Yê ku wê xeftanê li xwe dike mecbûr e ku li gor wê kesayetiya dadê, ango "dada em"  tevbigere, ne li gor kesayetiya xwe. 

Neteweyên di her warî de birêkxistiniyên xwe neafirandine û ew negihandine kesayetiyeke giştî, ango "em," ew netewana bûnin pariyê devê dagirkeran û bi têkçûnê re rû bi rû mane. Pirsgirêka me kurdan di vir de ye, yan jî di şaş tegihîştina "em" de ye. Hê kurdan peyva, yan jî rastiya "em" di mejî û hişmendiya xwe de nedane rûniştin. Dema yek ji bo serokatî yan jî rêveberiya saziyekê tê hilbijartin, ne li gor kesayetiya wê saziyê ango rêbaza "em" tevdigere, bi her awayî dixebite ku wê saziyê li kesayetiya xwe "ez" bîne, her tiştî di nava berçavkê "ez" de dibîne. Ev jî binê saziyan vala dike, "tu, ew û hûn" ji saziyê tên sarkirin û durxistin. Di emcamê de ew "em" a pîroz di be "ez" û têk diçe. Di mijara kongreya neteweyî de jî, mijarên çareseriyê de jî, ev nexweşiya "ez, tu ew" bela serê me kurdan e. Lema ez dibêjim: "Bijî Em!"

Yeni Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

YNK, Goran û Komele tevlî kombûna Barzanî nebûn

ad

Her rû bi qasî qilêra xwe spî ye

ad

Anli: 'Ji bo Sûrê heqê me tune em bêhêvî bin'

ad

Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin

ad

Bertewîlê Darê… Ewcê Marînê…

ad

Barzanî: Êrîşa Hewlêrê binpêkirina eşkere ya ewlehiya serweriya Iraqê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname