• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Bertewîlê Darê… Ewcê Marînê…

Dîrok : 13 03 2019 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Gotin an biwêjên ku bi wan gelek tiþt tên îfadekirin, tevî ku di tevahiya kurdî de hene jî di asta herêmî de jî gelek biwêj hene. Lê ev bi xwe, mijareke berfireh a lêkolînê ye ku dikare zimanê me dewlemendtir bike, ku ez ê li vir xwe nedim ber barê wê.

Biwêj hene tenê li hin herêman têne zanîn. Hinek li gundan heta hinek jî di nava malbat, an eþîran de bi sînor in. Bêguman mîna pîvana esasî ya afirandina biwêjên cihê jî hin bûyerên ku bandorê li jiyan û civakê dikin di ziman de mîna gotinên qalibî cihê xwe digirin. Ev dikare ji bo piçûkxistinê be, ji bo pesindayînê yan ji bo ravekirina rewþeke ji rewþê jiyanî be. Yanî serpêhatî, bûyer û tecrubeyên civakê bi gotinên qalibî an sembol derbasî nifþên nû dibe.

Ji ber mêtingerî, êrîþên tunekirinê û asîmîlasyonê, derfeta lêkolînan û xebatên akademîk jî pir çênebûye. Biwêj çi gelemperî bin çi jî herêmî bin, piþtî bi demekê tenê bi mebest û wateya dixwaze bide bi sînor dimîne, yanî çîrok an sêrpêhatiya wê, bi demê re yan dema nifþ tên guhertin, tên jibîrkirin. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim du biwêjên navdar ên herêma Mêrdîn û Nisêbînê parve bikim. Yek jê “Bertewîlê Darê”, ya din jî "Ewcê Marînê" ye.


Bertewîlê Darê:

Berê divê bajarakî antîk Dara were naskirin. Dara Berî Mîladê di navbera salên 530-570’î de ji aliyê Împaratorê Persan, Drayuvaþî (Darxîs) ve hatiye avakirin. Ji ber navendeke girîng e li ser rêya bazirganiyê ye, bûye meydana þerê mezin ê navbera împaratoriyan. Bi keleha dîrokî, sîstema depokirinê yan sarincên avê, goristana antîk û gelek hebûnên din ên xwe disipêrin dîroka 10 hezar salan, mîna Heskîfê cihekî balkêþ e.

Li tevahiya Mêrdînê û hin herêmên derdora wê biwêja ‘Bertewîlê Darê’ navdar e. Ji bo kesên ji aliyê fizîkî ve gir, bihêz û hinekî jî bêteþe, navlêkirina “Bertewîlê Darê” heye. Tê gotin Bertewîl, Berî Mîladê di salên 500’î de jiyaye. Ev  Bertewîlê Darê jî lehengekî navdar ê Dara ya Mêrdînê ye. Dibe ku kralê Darayê be jî! Bi þerê xwe yê li dij Eþîra Ereb a Benîhîlalî ku xwestin derbasî Kurdistanê bibin, heta roja me serpêhatiya xwe aniye. Jixwe, di vî þerî de jiyana xwe ji dest dide. Tê gotin Bertewîl kesekî wisa bi hêz, gir û þervan bû ku tu þervanî nikarîbû xwe li ber bigire. Her wiha qala hespê wî yê nêr û belek ê bêhempa jî tê kirin. Ketina Mezopotamyayê yan Kurdistanê ya Eþîra Benîhilalî jî Berî Mîladê salên 500´î ye.

Versiyoneke din a ‘Bertewîlê Darê’ jî ew e ku bajarê antîk ê Darayê li binya Mêrdînê navendeke rêveberiya Împaratoriya Pers bû. Navê xwe ji kralê Pers Darius an Darxîs girtiye. Wî kesek yan tebayek (efrîdek) gelekî mezin û bi hêz xwedî dikir. Di dema þer de li pêþiya artêþê bi mezinî, hêz, þehl û îhtîþama xwe dibû sedem ku artêþa dijber ji aliyê moral ve têk biçe. Ew teba “Bertewîl” dihate binavkirin. Hê jî ji bo kesên gelekî bihêz, þervan û gelekî gir re, biwêja “Bertewîl” tê bikaranîn.

Ewcê Marînê

Marîn gundekî Nisêbînê ye û li quntarên Çiyayê Bagokê ye. Manastir an Dêra Mor Evgîn bi dîrok û rola xwe ya di belavbûna Xiristiyaniyê de cihekî pîroz ê Suryaniyan e jî.

Di demên zaroktiya me de qala Ewcê Marînê dihate kirin. Ewc tê wateya “dêw’. Dihate gotin ku bi dehan metroyan bilind bû û li Çiyayê Bagokê dijiya. Bi þertê ku zirarê nede mirovan û gundan xwarina wî di nav xwe de bêþ dikir. Her carê dihate Marînê û xwarin an qûtê jê re hatiye amadekirin dibir. Ji bo kesên gelekî bejn dirêj þibandin a “Ewcê Marînê” têkirin.

Her wiha bi dehan çîrok der barê Ewcê Marînê de dihatin gotin. Mînak, dibêjin, carekê gundiya gotiye heta dest û rûyê xwe neþo, ew ê xwarinê nedinê. Ewc jî gotiye “an ez ê destê xwe yan jî rûyê xwe biþom”. Li ser vê yekê gundiya gotiye, rûyê xwe biþo û hesabê ku dema rûyê xwe biþoyê destê wî jî þil bibin werin þûþtin, kiriye. Lê belê Ewc lingek avêtiye aliyê din ê çemî,  û rûyê xwe li avê xistiye.

Dîsa tê gotin carekê qût yan xwarina wî bi derengî xistine, Ewc lingek avêyite vî aliyê Marînê, yê din avêtiye aliyê din û gotiye heta muhleta dayî wan biqede xwarina wî neyê, ew ê bi gund de birî û wan di nava gû de bihêle. Wekî din li nêzî Marînê latekî mezin ê kunek tê de heye ku jê re dibêjin, guharê (keça) ewc e.

Ya balkêþ jî ew bû ku di civat û sohbetan de dema qala Ewc dihate kirin, ji guhdaran û me re ne mîna tiþtekî mîtolojîk, lê mîna serpêhatî yan rastiyeke dîroka nêz be, xuya bû.

Niha dema li ser mijarê dipojînim digihîjim wê encamê ku ya ev bûyerên ‘dûrî aqil’ mîna rastiyeke berbiçav bi me dida bawerkirin, hêza gotinê bû. Gotinên wisa bihêz ku filmên Holywood ên bi teknîka herî bipêþketî jî nikaribin ew qasî bi bandor bin.

Yanî hêza zimanê kurdî dibû sedem bi Bertewîlê Darê re li ser piþta hespê belek em li beriya Mêrdînê û bi Ewcê Marînê yê dehan metroyan dirêj newal bi newal li Çiyayê Bagokê bigerin.

13.03.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

01 01 2023

Metnên ewilî yên kirmanckî

Metnên ewilî yên kirmanckî

20 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meþûr

Serpêhatiyên Melê Meþûr

08 12 2022

Mala Lîstikê ava

Mala Lîstikê ava

24 11 2022

Ev jî hene

PIRTÛKA GIRÊ SPÎ

PIRTÛKA GIRÊ SPÎ

31 07 2015

Di hilbijartinê de psîkolojiya bangaþiyê

Di hilbijartinê de psîkolojiya bangaþiyê

06 06 2018

Dara gûzê þahidiya wehþeta dîtiye dike

Dara gûzê þahidiya wehþeta dîtiye dike

28 01 2020

Vebeyîna 'Nexþên Li Giyan'

Vebeyîna 'Nexþên Li Giyan'

18 05 2020

Pêwendiya çand û tenduristiyê

Pêwendiya çand û tenduristiyê

14 03 2019

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname