Diyarname
Pêşangeha wêneyan a wênesaz Ercan Altuntaş a bi navê "Sewta Ligel Ba" li Amedê li Salona Şanoya Bajêr a Amedê vebû. Pêşangeha ku heta 30'ê mehê dê vekirî be de nêzî 60 wêneyî hene.
Wênesaz Altuntaş dibêje ku ji Evdalê Zeynikê heta Aramê Tîgran, heta Şakiro, Şeroyê Biro û Cemalê Miftî ku ew wekî neynika paşeroja me her, her yek xwedî çîrokek in û ew bi ser vir re ketiye rê, wêşangehek wisa saz kiriye. Di pêşangehê de wêneyên hunermendên kurd hene.