NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameya Îngîltereyê Independent diyar kir ku alîkariyên mirovahî yên ji hêla Îngîltere û welatên Rojavayî ve ji bo Suriyeyê tên şandin li herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de ne, tên belav kirin.
Rojnameya Independent bi îmzeya Isabel Hunter bi serenavê “Welatên rojavayî DAIŞ’ê çawa fînanse dikin?” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku beşek mezin yên alîkariya ku ji hêla welatên Rojava ve tên şandin di deriyê sînorên Tirkiyeyê yên nêzî Reyhanli û Kilîsê re derbasî Suriyeyê dibin û li herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de ne tên belav kirin.
Alîkarî ji zexîre, îlac û merhem û malzemeyên paqijiyê pêk tê. Di nûçeyê de tê gotin ku ev alîkariyên ku bi destên DAIŞ’ê tên belav kirin di nava gel de jî sempatiyekê li hember DAIŞ’ê ava dike û DAIŞ bi vê riyê gel îknayî rêveberiya xwe dike. Rojname diyar dike ku alîkariyên Bernameya Alîkariya Zexîre ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî jî li herêmên DAIŞ’ê tên belav kirin.
Rojnameyê cih da agahiyên xebatkarekî saziyên alîkariyê jî. Xebatkar jî diyar dike ku alîkariyan rasterast dişînin herêmên DAIŞ’ê û wiha dibêje: “Hema hema hemû TIR’ên me yên alîkariyê di sînorê Tirkiyeyê yê nêzî Kilîsê re derbasî Suriyeyê dibin. Carinan ji ber pevçûnan carinan jî ji ber astengiyên hin komên ku ne razî ne em alîkariyan di noqteyên DAIŞ’ê re derbas dikin 3-4 hefteya TIR’ê me di rê de dimînin.